Rojnamevana Îtalî Cecilia Sala hat berdan

Rojnamevana Îtalî Cecilia Sala ya di 19’ê Kanûna 2024’an de ji aliyê Îranê ve hatibû girtin, hat berdan.

Navenda Nûçeyan – Rojnamegera Îtalî Cecilia Sala ku di rojnameya Il Foglio û platforma podkasta Chora Media de dixebitî û ji bo çêkirina nûçeyan çûbû Îranê, roja 19’ê Kanûnê li Tehranê hatibû girtin û wê biribûn Girtîgeha Êvînê ya ku girtiyên siyasî tê de ne.

Ofîsa Serokwezîrê Îtalyayê Giorgia Meloni ragihand ku rojnamegera Îtalî Cecilia Sala ku li Girtîgeha Evîn a paytexta Îranê Tehranê girtîbû, hatiye berdan.