Rojnamevan Selamet Tûran hat binçavkirin

Rojnamevan Selamet Tûran danê sibehê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat binçavkirin.

Şirnex-Polîsên Tirk danê sibehê li Çemkûrkê (Nûh) li mala Selamet Tûranê  lêgerîn pêk anîn. Selamet piştî lêgerînan hate binçavkirin û ew birin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê.

Derbarê binçavkirina Selamet Tûranê de tu agahî nehatin parvekirin.