Rojnamevan Nazlîcan Yildiz hat binçavkirin
Nûçegihana JINNEWS'ê Nazlîcan Yildiz û rêveberê HDP'ê danê sibehê di serdegirtina mala xwe ya li Îzmîrê de hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Nûçegihana JINNEWS’ê Nazlîcan Yildiz û Rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê Murat Tufan danê sibehê li Îzmîrê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.
Der barê hinceta binçavkirina rojnameger û siyasetmedarê ku birin Şaxa TEM'ê ya Çankayayê de agahî nehat bidestxistin.