Rojnamevan Nazîla Maroofian: Di bin çavan de êrîşa zayendî li min hat kirin

Rojnameger Nazîla Marofiyan a li Girtîgeha Evînê tê ragirtin, bi rêya parêzerê xwe ji Girtîgeha Evînê peyameke bideng şand û diyar kir di dema binçavkirinê de êrişa zayendî lê hatiye kirin.

Navenda Nûçeyan – Rojnameger Nazîla Marofiyan a ji ber hevpeyvîna bi bavê Jîna Emînî ya ji aliyê rejîma Îranê ve hate qetilkirin re kiriye, di 30’ê Tebaxa 2023’an de cara çaremîn hat girtin û salek cezayê hefsê û 15 milyon tumen cezayê pere lê hate birîn. Nazîla Marofiyan  bi rêya parêzerê xwe ji Girtîgeha Evînê peyameke bideng şand.

‘Di rewşa herî nebaş de di bin çavan de êrişa zayendî li min hate kirin’

Rojnamevan Nazîla Marofiyan , di peyama şand de cih da van gotinan: “Ez gelek ji we hemûyan hez dikim. Ez ji hemû gelê Îranê re minettar im. Ev çalakiya min a grevê ji bo hemû jinên di girtîgehan û qereqolan de rastî tundiya zayendî û fîzîkî tên e. Ev grev ji bo wan e. Di rewşa herî nebaş de di bin çavan de êrişa zayendî li min hate kirin. Ev grev ji bo min û hemû jinên li Îranê di şertên herî xerab de dijîn e.”

Di 1’ê îlonê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir

Rojnamevan Nazîla Marofiyan  a di dema girtinê de ji aliyê hêzên rejîmê ve hate derbkirin li ser derbarê peywîrdarên ew derbkirin de tu kirarî nehatin kirin di 1’ê îlonê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Rojnamevan Nazîla Marofiyan  di Girtîgeha Evînê de çalakiya xwe ya greva birçîbûnê didomîne.