Rojnamevan Mîna Hujîb: Darizandina rojnamevanan zextan zêde dike

Rojnamevan Mîna Hujîb, diyar kir ku li Mexribê rojnamevan ji çarçoveya azadiya fikir tên derxistin û bi zagonên cezayan tên darizandin her wiha da zanîn ku ev rewş zextan zêde dike.

HANAN HARITE

Mexrib- Mexrib bi taybetî di salên dawî de bi binpêkirina mafên mirovan balê dikşîne ser xwe. Jin bi cudakarî, zext, tundî û qetlîaman re bi tena serê xwe tên hiştin û sansura di vê mijarê de jî berdewam dike. Lê belê li aliyekî din jî jin dev ji têkoşîna xwe ya hebûnê bernadin.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan, di raporên xwe yên beriya niha de eşkere kir ku rayedar zextên xwe yên li dijî rojnamevan, çalakvan, şîrovekarên medyaya dîjîtal û hemû kesên monarşiyê rexne dikin, didomînin. Tevî ku zagona çapemeniyê cezayên girtîgehê nahewîne jî rayedar ji bo cezadayîna rexnegiran serî li hin beşên qanûna ceza didin. Rojnamevan, parêzvana mafên mirovan, perwerdekara pirsgirêkên jin û zayendî ya civakî Mîna Hujîb a pirsên ajansa me bersivand her wiha Qanûna Çapemenî û Weşanê ya Mexribê jî di nav de zextên li ser azadiya fikir ji ajansa me re nirxand.

* Hûn rewşa azadiya fikir û çapemeniyê ya li Mexribê çawa dinirxînin?

Azadiya fikir mafek gerdûnî ye û wek stûnek bingehîn a pergala mafên mirovan di nav mafên medenî û siyasî de cih digre. Kesek heta xwedî vê mafê nebe, nikare ji mafên din sûdê bigre. Hevpeymanên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan û qanûna bingehîn a Mexribê jî di nav de mafên ku di qanûna bingehîn a piraniya welatên demokratîk de tê pêşbînîkirin dîtin, rastî eleqeyek berfireh hatiye.

Madeya 19’emîn a Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan ku tê diyarkirin her mirovek xwedî mafê azadiya raman û fikrî ye û madeya 19’emîn a Hevpeymana Navneteweyî ya Mafên Medenî û Siyasî jî vê mafê pêşbînî dike; ji ber ku her mirov xwedî mafê azadiya raman û fikir e. Lê belê ev hevpeyman pêşbînî dike ku bikaranîna mafan bi erk û berpirsiyariyan pêk ve ye û ji ber vê yekê dema ku rêzgirtina maf û rûmeta kesên din dibe mijara gotinê, destûr dide ev bi metneke vekirî û zelal bên sînorkirin.

Di Qanûna Mexribê de qanûnên ku ewlehiya neteweyî, tenduristî û pergala kamûyê û exlaqê giştî sererast dikin hene. Pîşeya rojnamevanî, bi girêdan û ahengdariya hevpeymanên navneteweyî ya Mexribê îmze kiriye ve girêdayî ye. Ji ber vê dema ku azadiya fikir û ramanê yan jî bi giştî çapemenî tê nirxandin, em ferq bikin ku ji serxwebûna Mexribê û vir ve ji pirdengî û weşanên siyasî û partiyê re destûr tê dayîn. Der barê derxistina rojname û weşanên platformên medyayê de tu astengî nîn e.

* Tevî ku li Mexribê Qanûna Çapemenî û Weşanê ji hikmên sînordarkirina azadiyê mehrûm in jî di mijara ku rojnamevan di çarçoveya hikmên Qanûna Ceza de tên darizandin de, pirek tê avakirin. Hûn der barê vê mijarê de çi dibêjin?

Di qanûna Mexribê de li dijî rojnamegeran cezayên neyînî nayên pêşbînîkirin lê pireke ku misoger dike rojnamevan di çarçoveya zagoma ceza de werin darizandin heye. Divê em li vir di dozên ku dikevin mijar û çarçoveya weşangerî û rojnamevanî, mijarên azadiya raman û fikir de ji hev cudakirinek bikin. Divê rojnamevan li gorî sûc û zagona ceza bên darizandin. Di vê rewşê de, em daxwaz dikin ku li gorî Qanûna Çapemeniyê bên darizandin. Dema nîqaşa polîtîka û nêrînên kamûyê û rojevkirina hinek mijarên civakî û siyasî dibe mijara gotinê û rojnamevan ji vê yekê berpirsyar tên dîtin; dikare were gotin ku li vir rojnamevan ji ber ku fikrên xwe tînin ziman rastî zilmê tên û azadiya fikir ji holê tê rakirin.

Mînak ji bo rojnamevan mafê reşkirinê û li dijî derketina rûmet û nirxê hemwelatiyan nayê dayîn. Divê li vir ev yek bê zelalkirin, heqaret yek ji binpêkirinên herî cidî ye. Li dijî kes, malbat û derdora malbatê wê/wî encamên pir cidî hene. Lewre, dema rojnamevanek binpêkirinek ku nekeve çarçoveya rojnamevaniya profesyonel pîşeyî bike, dikare li gorî qanûna ceza bê cezakirin. Ji ber ku rolên wan ên di civakê de ji yekê zêdetir e divê hemû qanûnan bizanibin. Li welat hinek qanûnên ku tên guhertin hene û çapemenî roleke pir girîng digre ser xwe. Mînak zagona ku destûr dide kiryarên tecawizê dema bi keça ku tecawiz kiriye re bizewice ji ceza direve, guherî. Ji ber ku ev beşa Zagona Ceza hat rakirin, çapemeniya Mexribê di guherîna vê zagonê de roleke girîng lîst.

* Îro Mexrib ber bi guhertina zagonê ve diçe, li gorî we niha girîngiya vê yekê çi ye û ji bo avakirina mekanîzmayek neteweyî ku rojnamevanan diparêze, di Zagona Çapemenî û Weşanên de pêwistî bi guhertinek heye yan na?

Divê li Mexribê hinek zagonên ku parastina civakî û edlî li hemberî rojnamevanan, parastina çavkaniyên nûçeyan û parastina rojnamevanan ji êrîşan ku hukmên wisa erênî yên çapemenî û weşangeriyê digrin nava xwe bi pêş bixin. Her çiqas ev zagon bêparkirina azadiya rojnamevanan pêşbînî nake jî dîsa ji bo rojnamevan pîşeya xwe bi cih bînin divê bê guhertin. Çapemeniya Mexribê di vê qadê de tevkariyek pêk anî û ekîbên parlamentoyê jî guhertinên ku divê di çarçoveya nîqaşên kamûyê de bên zêdekirin, pêşkêş kirin.