Rojnamevan Kenza Xato serbest hat berdan û doz taloqî 25'ê Gulanê bû

Rojnamevan Kenza Xato duh roja 18’ê Gulanê serbest hat berdan piştî ku li dadgeha Sîdî Mihemed hat dadgehkirin, doza wê taloqî 25'ê Gulanê bû.

Cezayîr- Piştî çar roj ji binçavkirina rojnameger Kenza Xato li navenda polîsan, rojnameger Kenza Xato derket pêşberî dadgeha Sîdî Mohamed a li Cezayîrê her wiha rojnamevan dema ku li ser sehneyê sekinî xwe nebaş hîs kir û di nîvê rûniştinê de ji ser hişê xwe çû, ji ber vê yekê parêzerên wê xwestin ku dadgeh were tolaqkirin û serbest were berdan.
Li gorî agahiyan Komîteya Neteweyî ya serbestberdana Girtiyan eşker kir ku dadgehkirina rojnamevan Kenza Xato taloqî 25'ê Gulanê bûye.
Rojnamevan Kenza Xato roja Înê di 14'ê Gulanê de ji aliyê hêzên Ewlekariyê ve li Cezayîrê, dema ku xwepêşandanên hefteya 117'an ji tevgera gel dişopand hat binçavkirin.
Her wiha Kenza Xato bi 4 tewanbaran re hat tewanbarkirin ev tewan xirabkirina yekitiya neteweyî, pêşkêşkirina weşanên ku zirarê didin berjewendiyên neteweyî, teşwîqkirina kombûna girseyên sivîl û heqareta li saziya zagonî, hat tewanbarkirin.