Rojnamevan Hacer Silêman hate girtin

Rojnamevan Hacer Silêman, ya ku gendeliya li Banka Navendî ya Sûdanê eşkere kiribû, piştî serbest berdana bi kefalet, carek din hate girtin.

Navenda Nûçeyan – Raporên lêpirsîn û rexneyan yên li ser saziyên dewleta Sûdanê dibin sedema berdewamiya girtina rojnamevanan, ku ev yek jî dibe sedema binpêkirina azadiya çapemeniyê û veşartina gendeliyê li şûna vekirina lêpirsînê di derbarê wê de.

Rayedarên Sûdanê careke din rojnamevan Hacer Silêman piştî ku di Cotmeha sala 2025’an de berdan, îro dîsa girtin.

Ji ber giliyên ji aliyê dozgeriyê ve li dijî rojnamevan Hacer Silêman hatin kirin, beriya ku tu agahiyên fermî di derbarê gilî an jî riya qanûnî yên girêdayî doza wê de bê eşkere kirin, ew veguhestin Dinqela.

Tê gotin ku girtina rojnamevan Hacer Silêman ji ber gotarên wê yên li ser dozgeriya Dinqela pêk hatiye. Heya niha daxuyaniyek fermî derbarê girtina wê de û veguhestina wê ji bo Eyaleta Bakur ne hatiye dayîn. Her wiha hewldan berdewam dikin da ku rewş û paşxaneya girtina wê were zelalkirin.

Rayedarên Sûdanê ew di 13 Cotmehê 2025’an de bi kefaletê serbest berdan. Ev berdan di demekê piştî şermezarkirina navneteweyî ya binpêkirina azadiya çapemeniyê pêk hat.

Rojnamevan Hacer Silêman di gotarên xwe de bandora berjewendiyên malbatî li ser rêveberiya bankê de anî bû ziman, her wiha di derbarê mijarên zelal û hesabxwestinê di saziyên darayî de bûbû sedema nîqaşeke berfireh.