Rojnamevan Dûa Silo jiyana xwe ji dest da
Pêşkêşvana radyoya Dirbêsiyê Dûa Xalid Silo ya ji bajarê Dirbêsiyê ya Parêzgeha Hesekê ji ber nexweşiyekê jiyana xwe ji dest da. Yekitiya Rojnamevanên Jin peyama sersaxiyê weşand û got: “Mîrata wê ya pîşeyî dê di bîranînên hevkarên wê de bijî.”
Navenda Nûçeyan – Yekîtiya Rojnamevanên Jin ragihand ku rojnamevana ciwan Dua Xalid Silo, peyamnêra Radyoya Dirbesiyeyê, ji ber nexweşiyê îro jiyana xwe ji dest daye.
Dûa Silo ji ber nexweşiyê di 9`ê Hezîranê de sewqî Nexweşxaneya taybet ya bajarê Qamişloyê tê kirin. Lê, ji ber giraniya nexweşiya wê di 11`ê Hezîranê de sewqî Nexweşxaneya El-Muştehid ya Şamê hate kirin. Li wir di dema emeliyatê de jiyana xwe ji dest da.
Yekîtiya Rojnamevanên Jin di peyama sersaxiyê de tekez kir ku Dua Xalid Silo rojnamevanek bû ku ji pirsgirêkên civakî re hesas bû û bi pîşeya xwe ve girêdayî bû. Bi xebata xwe ya di weşana radyoyê de hewl dida ku bibe dengê gel.
‘Ragihandina rastiyên ku jin pê re rû bi rû dimînin de roleke girîng lîstiye’
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Dua Xalid Silo, ku bi taybetî bi rapor û bernameyên xwe yên nûçeyan ên li ser pirsgirêk û têkoşînên jinan tê nasîn, di ragihandina rastiyên ku jin pê re rû bi rû dimînin de roleke girîng lîstiye. Ew ji hêla hevkarên xwe û kesên li dora xwe ve bi xebat û nêzîkatiya xwe ya mirovî dihat nasîn.
Yekîtiya Rojnamevanên Jin sersaxî ji malbata Dua Xalid Silo, karmendên Radyoya Dirbesiyeyê û hezkiriyên wê re xwest û diyar kir ku mîrata wê ya pîşeyî dê di bîranînên hevkarên wê de bijî.
Dua Halid Silo di sala 2002’an de li Dirbêsiyê ji dayik bû, di malbateke ji du xwişk û çar birayan pêk dihat de mezin dibe. Kariyera xwe ya medyayê di sala 2020’an de li Radyoya Dirbêsiyê dest pê kir, li wir bernameyên "Rojbaş" û "Jiyana Dayikê" amade kir û pêşkêş kir.