'Rojnamegerî ne tenê ragihandin e hişyarî ye jî' – GOTAR
Kuştina keçekê li Hindistanê, destdirêjiya di şer de li Sûdanê û edaleta derengmayî li Lîbyayê... Gelo mirovahî çima nikare mafê herî hêsan ê jinan wek ewlehiyê mîsoger bike?
HENAN HARÊT
Mexrib – Wek her carê, min li ajansên nûçeyan û malperên înternetê dinhêrî, ji ber ku şopandina nûçeyan ne tenê taybetmendiyeke, her wiha beşek ji pîşeya min a rojnamevaniyê ye. Ez her roj dixwazim bizanim ku li cîhanê çi diqewime, lê ya ku vê carê bala min kişand ne bûyereke siyasî an aborî bû, min dîsa xwe li ber nûçeyên ku hemû bi dozên jinan ve girêdayî ne dît.
Destpêk ji Hindistanê bû. Tişta ku ez vê carê dam sekinandin ne tenê nûçeya sûc bû, berdewamiya xwepêşandanên piştî wê jî bûn. Ji ber ku piştî çend hefteyan ji destdirêjî û kuştina keçeke 11 salî li eyaleta Bengala Rojava, hêrs hîn jî kolanan tije dike û heman pirs dîsa tên dubarekirin: Çawa ev sûc tevî hişkkirina qanûnan dîsa dubare dibin? Û çima jin û keç hîn jî hîs dikin ku ewlehî mafek e ku gihîştina wê zehmet e?
Destdirêjî ne êrîşeke takekesî ye, bûye çekek ji bo belavkirina tirsê jî
Piştre ez derbasî nûçeyeke din bûm, vê carê ji Sûdanê bû. Axaftin ne li ser sûcekî tenê bû, her wiha li ser rastiyeke ku Neteweyên Yekbûyî belge kiriye bû. Neteweyên Yekbûyî behsa bi sedan bûyerên tundiya zayendî kir ku ji dema destpêkirina şer a di Nîsana 2023’an ve, bi sedan jin û keç hedef girtine. Li wir, destdirêjî êdî ne tenê êrîşeke takekesî ye, li gorî Neteweyên Yekbûyî, bûye çekeke şer ku ji bo belavkirina tirsê û perçiqandina civakan tê bikaranîn.
Min nûçe girt, da ku ez bi sernaveke din re rûbirû bimînim, vê carê ji Lîbyayê. Ew ne li ser sûcekî ku îro qewimî bû, her wiha nûçeyeke ku beşeke ji edaleta derengmayî derxestibû holê. Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ragihand ku berpirsekî berê yê girtîgeha Meîtîqayê bi tohmetên ku destdirêjî û îşkence jî di nav de heye, sewqî dadgehê kiriye. Ev gava dosyayên binpêkirinên ku bi salan li benda hesabpirsinê man, anîne rojeva nû û wisa xuya ye ku edalet, her çend dereng bimîne jî, di dawiyê de hewl dide rêya xwe ber bi qurbaniyan ve bibîne.
Min ji bo kêliyekê têlefona xwe girt, lê nûçeyan di hişê xwe de vekirî hiştin.
Sê nûçe, sê welat, sê rewşên cuda û tevî vê yekê jî, wisa xuya bû ku ez heman nûçeyê dixwînim. Carekê qurbanî keçikek e, carekê jinek e ku ji şer derketiye û carekê jineke rizgarbûyî ye ku bi salan e li benda edaletê ye. Hûrgulî diguherin, lê dîmen bi rengekî bi êş dubare dibe.
Ji bo tundiya li ser jiana tê meşandin erdnîgarî tenê cihek e, ya esas jin e
Dema ku ez van nûçeyan ji Mexribê dişopînim, ez wan wekî bûyerên ku girêdayî welatên dûr in nabînim. Rast e ku her civakek xwedî şert û merc û aloziyên xwe ye, lê ya ku van bûyeran tîne cem hev, ji cudahiya erdnîgariyê mezintir e. Her carê, jin dibe xeleka herî qels û laşê wê dibe qadek ku tundî lê tê kirin, çi di dema aştiyê de be û çi di dema şer de be.
Dibe ku ji ber vê yekê ye ku ev nûçe êdî wekî berê li pêş çavên min derbas nabin, êdî ne tenê sernavên di bûltenên nûçeyan de ne, lê bûn pirsên ku li pey min digerin: Çima mirovahî di warên bêhejmar de pêşve diçe, di heman demê de heta îro nikare mafê herî hêsan ê jinan mîsoger bike, ku ew jî mafê ewlehiyê ye?
Ez carna ditirsim ku pirsgirêka herî mezin ne dubarebûna van sûcan be, lê belê taybetmendiya me ya li ser wan be; ku em bi nûçeyeke destdirêjiyê şiyar bibin, çend kêliyan hêrs bibin û paşê derbasî nûçeya din bibin. Ku trajediya bibe jimareke nû û êş bibe beşek ji rûtîna rojane ku leza nûçeyan ferz dike.
Rojnamegerî ne tenê belavkirina agahiyan e
Bi taybetî li vir, ez dibînim ku berpirsyariya rojnamevaniyê ji vegotina rastiyan derbas dibe. Rojnamevan ne tenê ji gel re dibêje ku çi qewimiye, di heman demê de alîkariya wan dike ku ji bîr nekin û têkiliya di navbera bûyerên ku ji hev cuda xuya dikin de bibînin. Tiştê ku li Hindistanê diqewime ji Sûdanê ne cuda ye û tiştê ku li Lîbyayê diqewime ne çîrokek e ku tenê bi vekirina dosyeyeke dadî bî dawî dibe ye. Hemû bi bîr dixin ku têkoşîna jinan a ji bo ewlehî û rûmetê, hîn neqediyaye.
Nivîsandin berxwedaneke li dijî birînek e
Ne ji ber ku çareseriyên min ên amade hene ez van gotinan dinvîsim, her wiha ne ji ber ku ez difikirim ku gotareke nêrînê dê tundiya li dijî jinan bide sekinandin. Lê belê ez dinivîsim ji ber ku nivîsandin, li cem min, berxwedanek e li dijî ji bîrkirinê. Û gava ku ez li nûçeyan dinhêrim, ez fam dikim ku li pişt her sernavekî jineke ku xwedî navekî ye, çîrokek heye û xewnên ku temam nebûne hene. Tiştê ku ez jê ditirsim ne tenê dubarebûna van sûcan e, her wiha ku em bi xwendina wan re fêr bibin û bibin beşek ji rûtîna nûçeyên rojane.
Ji Mexribê, dema ku ez li vê cîhana ku li ser ekrana têlefonê biçûk xuya dike û di trajediyên xwe de mezin e temaşe dikim, baweriya min zêde dibe ku parastina mafê jinan ê ewlehiyê ne pirsgirêkek e ku girêdayî welatekî taybet e û ne tenê mijareke jinan e. Ew, di heman demê de pîvaneke rastîn e ji bo asta mirovahiya cîhana ku em dixwazin tê de bijîn.