Rojnamevan Bêrîtan Canozer sewqê edliyeyê kirin

Nûçegihana JINNEWS'ê Bêrîtan Canozer a ku du roj in di binçavan de ye, piştî îfadeya wê ya li emniyetê bi dawî bû, sewqî edliyeyê hat kirin.

Amed- Li Tirkiyeyê ji hilbijartinên serokomariyê û parlamenteriyê re çend roj man, roja 25’ê Nîsanê di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû destpêkirin de, navenda wê Amed li 21 bajaran bi ser gelek malan de hat girtin.

Polîsan di serdegirtina malan a li Amed, Mêrdîn, Sêrt, Çêwlig, Wan, Şirnex, Êlih, Dîlok, Riha, Bursa, Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn, Mûş, Bedlîs, Colemêrg, Osmaniye, Sêwaz, Meletî, Semsûr û Enqereyê de, dest danîn ser hin pirtûk û malzemeyên dîjîtal. Di çarçoveya lêpirsînê de nûçegihana JINNEWS’ê Bêrîtan Canozer, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gok, nûçegihanê MA’yê Ahmet Kanbal, Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşamê Osman Akîn, xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen, rojnamevan Mehmet Yalçin, Mehmet Şah Oruç, Mikail Barut, Salîh Keleş, Remzî Akkaya û hiqûqnas jî di nav de bi giştî 152 kes hatin binçavkirin.

Bêrîtan Canozer sewqê edliyeyê kirin

Hat diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin li ser îfade û îdiayên Umît Akbiyik ê ku berê di Meclisa Ciwanan a HDP'ê de cih digirt hatine binçavkirin û îfadeyên wan tên girtin. Îfadeya hejmarek zêde ya rojnamevanan didome, hatê hinbûn ku rojnamevan Berîtan Canozer sewqê edliyeyê hatiye kirin.

Îfadegirtina kesên di binçavan de ne dê îro jî berdewam bike.