Hejmara kesên li Amedê hatin girtin bû 39
Hejmara kesên ku di çarçoveya lêpirsîna navênda wê Amed de hatin binçavkirin bû 143 û hejmara kesên hatin girtin jî bû 39.
Amed- Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de ku ji ber îfadeyên şahidê eşkere Umît Akbiyik li 21 bajaran hatibû destpêkirin, hejmara kesên hatin binçavkirin derket 143'an. Di çarçoveya lêpirsîna ku li ser îfadeya şahidê vekirî Umît Akbiyik hat destpêkirin de hejmara kesên hatin binçavkirin bû 39.
Piştî binçavkirina 128 kesên di 25'ê Nîsanê de der barê wan de biryara girtinê hatibû dayîn, di operasyona binçavkirinê ya ku berdewam dike de 15 kesên din jî hatibûn binçavkirin û hejmara kesên hatin binçavkirin bû 143. Ji bo kesên nû hatine binçavkirin 24 saetan qedexeya sînordarkirina parêzeran hat dayîn, sewqî dadgehê ya kesên di 25'ê Nîsanê de hatin binçavkirin jî berdewam dike. Der barê 11 kesên ku duh danê sibê sewqî edliyeyê hatibûn kirin de biryara girtinê hat dayîn, 12 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Bi girtina van 11 kesan re hejmara kesên hatin girtin gihîşt 39'an û bi berdana 15 kesan re jî hejmara kesên hatin berdan gihîşt 46'an.
Halîse Aksoy û keça wê hatin girtin
Halîse Aksoy ku hestiyên kurê wê Egît Aksoy bi kargoyê jê re hatibûn şandin û keça wê Mizgîn Karataş ku piştî îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezaya Sulhê ya Amedê hatin kirin jî hatin girtin.
Kesên bi biryara kontrola edlî hatin berdan ev in:
Nasir Yilmaz, Hatîp Guney, Mehmet Emîn Şingar, Osman Çelîk Suzan Aksu, Hebat Mimkara, Halîl Delen, Mustafa Çukur, Engîn Karakoç, Eşref Yaşa, Hîvda Gonenç, Ahmet Alinak, Mustafa Pektaş ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" bi biryara kontrola edlî sewqî Dadgeriya Cezaya Sulhê hatin kirin, bi kontrola edlî hatin berdan.
Kesên di 27’ê Nîsanê de hatibûn girtin ev in:
Ji kesên ku sewqî edliyeyê hatin kirin 28 kes hatin girtin û 31 kes jî hatibûn berdan. Duh Edîtorê Ajansa Mezopotamya (MA) Abdurrahman Gok, Nûçegihana JINNEWS'ê Bêrîtan Canozer û rojnamevan Mehmet Şah Oruç û Remzî Akkaya, parêzer Serhat Hezer, Burhan Arta û Ozum Vurgun û Devrîm Ronî Atik, Kadîr Şencî, Berfîn Can, Muhsîn Acar, Osman Demîr, Rûmet Çetîn, Mehdî Kaya, Cotkar Amra Yurek, Hamza Cîhangîr, Hesret Yelboga, Suat Arda Işik, Şahîn Biçimli, Hakim Kaya, Mikail Barut, Tacettin Araz, Nurullah Ozgûn, Abdulbari Mavlay, Ferit Aktepe, Şervan Dogan, Cesur Yılmaz û Suleyman Ulucan, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin.
Kesên hatin berdan
Parêzer Eylul Ozgultekîn, Gurbet Ozbey Oner, Jiyan Sametoglu, Mustafa Şencî, Bunyamîn Şeker, Berdan Acun û Halise Dakalı, Kenan Aygay û Firat Taşkin, hunermend Elvan Koçer, Şahperî Alphan Bayhan, Devrîm Demîr li gorî Dadgeriya Cezaya Sulhê bi tedbîra kontrola edlî û hunermendên din Ozcan Ateş, Yavuz Akkuzu, Sadrettîn Înal û Hamdusena Ozbey jî li midûriyetê hatibûn berdan.
Xwediyê Îmtiyazê ya Rojnameya Xwebûnê Kadîr Esen, kameraman Mehmet Yalçin û Ramazan Kaval, Talîp Turan, Rêveberê Komeleya 78'an Abdulganî Alkan, Avaşîn Yanar, Tarik Aydemîr, Muslum Şahinsoy, Silêman Avcî, Havva Gençoglu, Mehmet Menge, Zeynep Demîr, Seyît Ozbaş, Husamettin Kiliç û kesekî bi navê Çekdar ku paşnavê wî nehat hînbûn jî bi biryara kontrola edlî hatibûn berdan. Parêzer Resûl Temur û rojnamevan Ahmet Kanbal jî di nava kesên ku bi kontrola edlî hatin berdan de ye.
Rojnameger Osman Akin û Salîh Keleş bi daxwaza tedbîrên kontrola edlî sewqî dadgehê hatin kirin.