Rojnamegerên jin li Lubnanê di bin zextan de dixebitin

Rojnamegerên jin ên li Lubnanê ji ber krîz, şer, nakokiyên mezhebî, bi gef, tirs, tacîz û gelek zehmetiyan re rûbirû dimînin.

LEMÎS NASIR EBÛ ESAF

Beyrûd - Li Lubnanê ji ber êrişên ku zêde dibin, rojnameger nikarin karê xwe bikin. Sara Matar jî yek wan rojnamegeran e. Sara Matar diyar dike ku di dema şopandina êrişên Îsraîlê de gelek zehmetiyan dikşîne û da zanîn ku bi taybetî dema li navendên bicihbûnê xebitiye, ji ber ku gelê Lubnanê bi partî û mezheban ji hev diqete, karê wê zehmet bûye.

Sara Matar got: “Her navenda bicihbûnê, girêdayî partî yan jî mezhebek e, ev yek ji koordînasyona li qadê zehmet dike.”

‘Rê bi ewle nîn in’

Sara Matar, diyar kir ku riyên diçin bi ewle nîn in û wiha domand: "Cihên ku em ji bo kişandinê diçin, ji me re dibêjin ‘hûn ji ku ne? Girêdayî kîjan komê ne?’ Piştî van pirsan an destûr didin em karê xwe bikin an jî ji me dixwazin em biçin. Bi van zehmetiyan re gihîştina herêmê gelek zor e."

Sara Matar diyar kir ku di dema xebatê de bi taybetî ji lîderên partiyan rastî zextan hatiye û hewl dane wê bitirsînin, bal kişand ku bi helwestên desthilatdariya mêr hewl dane wê asteng bikin. Sara Matar diyar kir ku ligel zehmetiyên mezin ên di navbera zarokên penaber, kesên astengdar, jin û mêran, şer li ser gelê Lubnanê bandorên mezin çêkiriye û da zanîn ku dewlet ji bo vê rewşê tiştek nake û got: "Ger saziyên rêxistina sivîl nebûna, dê trajedî mezintir bûya.”

‘Ji bo çûyîna hinek herêman pêwîstî bi gelek destûran heye’

Rojnamegera Îtalyan Valerîna Rando jî sal û nîv e li Beyrûdê dixebite. Valerîna Rando diyar dike ku bi taybetî di warê destûra xebatê û gihîştina herêmên ku rewşa wan hesas e de; zehmetiyên mezin dikşîne û wiha got: “Ev herêm ji ber ku di bin kontrola hêzên cuda de ne, ji bo çûyîna wan herêman divê tu ji gelek deran destûr bigrî. Dema ku tu rojnameger û biyanî bî bi mirovan re tirsek çêdibe.”

Valerîna Rando, behsa cudahiya xebata beriya krîzê û piştî wê kir û wiha domand: “Beriya krîzê em li ser çand, zayend û mijarên civakî dixebitîn lê piştî êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê, van mijaran ketin plana duyemîn.”

Valerîna Rando bal kişand ku di hevdîtinên bi rojnamegerên Lubananî û biyanî de, hevalên wê yên rojnameger diyar kirine ku di dema xebatê de rastî tacîza zayendî hatine, ji bo bi vê rewşê re derkevin serî, stratejiyên cuda bi pêş xistine û wiha got: “Hinek rojnamegeran dest ji hevdîtinan berdan, hinek jî li gorî girîngiya nûçeyê di mercên zehmet de xebata xwe didomînin.”

Rojnameger dibin dengê jinan

Valerîna Rando, diyar kir ku dengê jinan di medyayê de kêm e, ji ber vê rojnameger ji bo dengê jinan bidin bihîstin û di medyaya dîjîtal û platformên medyaya dîjîtal de bi awayek bi hêz bibin dengê wan bi hev re dixebitin.