Rojnamegerên jin ên Misirê banga ferzkirina zagonên li dijî tacîzê dikin

Rojnamevana Misirê Mey El-Şamî, bang li namzedên endamtiya Konseya Sendîkaya Çapemeniyê kir ku mijara tacîzê di saziyên çapemeniyê de bibe meseleyek sereke, ji bo afirandina jîngehek xebata ewle ya ji bo rojnamegerên jin.

 
NERMÎN TARIQ
Qahîre – Daxwaza May El-Şamî ya ku piştî komek rojnamegerên jin ên li ser malpera nûçeyan a "Seda El-Beled" gilînameyek pêşkêşî Encûmena Niştimanî ya Jinan kirin diyar bû ku ew li ser malperê hatiye tacîzkirin. Her wiha xwestin ku nasnameya wan neyê eşkerekirin da ku ew rastî zextên bibe sedema devberdana ji karê xwe neyên.
Di sala 2018'an de Mey El-Şamî hatibû tacîzkirin dema ku di rojnameya El-Yom El-Sabih de dixebitî. Wekî encamek, wê tacîzê di medya Misirê de eşkere kir û bêyî ku piştgiriyek guncav bigire, serî li dozgeriyê da. Ji ber ku ew dizanibû di nava saziyên çapemeniyê de li dijî tacîzê qanûn tune ye.
Di daxuyaniyek taybet a ji bo ajansa me ya nûçeyan re, Mey teqez kir ku pêdiviya lîsteyek ji bo vekolîna bûyerên tacîzê heye û wiha domand: "Sendîkaya Rojnamevanan divê rojnameyan neçar bike ku wê lîsteyê amade bikin." Her wiha bang li namzedên jin kir ku dema ew di hilbijartinên pêş de bi ser kevin, piştgiriyê bidin rojnamevanên jin ên hatin tacîzkirin.
Rojnamevan Îman Uf ku berbijara berê ya Encûmena Sendîkaya Çapemeniyê ye, diyar kir ku ew bernameyek ku plan û zagonên wê ji bo têkoşîna li dijî tacîzê tune bin, qebûl nake.
Di 19'ê Adara 2021'ê de wê hilbijartinên Civata Sendîkaya Rojnamevanên Misirê, bi beşdariya 12 nemzedên jin were lidarxistin.
Tacîza zayendî di medyayê de, her çendî ku bi salan e pirsgirêkek bêdeng bû jî hê bûyerên ku ji hêla rojnamegerên jin ve hatine qeydkirin, bûne sedem ku yên din jî teşwîq bikin ku bûyerên tacîzê yên ew pê re rû bi rû mabûn eşkere bikin.