‘Rojnamegerên jin ên Kurd pêşengên hişyarkirina gel in jî’

Xebatkara RONAHÎ TV’yê Hebûn Omer destnîşan kir ku rojnamegerên jin ên Kurd, bi her dosya û mijarên ku parve dikin ne tenê pirsgirêkên rojane yên gelê Kurd radixin berçavan, di heman demê de pêşengên hişyarkirina gel in jî.

AVZEM VIYAN

Hesekê – Li çiya û deştên Kurdistanê, jin bi dilek tije hêvî û îradeya bi hêz, pênûsê digrin û dest bi aşkerakirina rastiyan dikin. Di şert û mercên sînordarkirina civakî, siyasî û aborî de xebatên xwe dimeşînin. Bi rêya nivîsandinê dengê netewa Kurd gîhandine dinyayê. Ji bo gelek ji wan jinan rojnamegerî tenê ne karek ji bo peydakirina pare ye. Amrazek ji bo guherîna rewşa civakê û hişyarkirin giştî ya ji pirsgirêkan e jî. Her mijara ku dinvîsin, wek pelek nû di dîroka xebatên jinên Kurd de li dijî newekhevî û zextên heyî vedikin û ji bo bidestxistina mafê wekhevî û azadiyê hewl didin.  

’Di guherîna civakê de xwedî rolek girîng in’

Ev jin li gel têkoşîna xwe ya berdewamî, ji bo şopandina nûçeyên hunerî û pirsên civakê jî hewl didin. Bi taybetî derbarê mafên mirovan ên wek perwerde û rewşenbîriyê de her tim rastî gelek astengiyan tên. Mînak li gund û deştên Kurdistanê jinên rojnameger rastî kêmderfetiyan tên. Lê belê ev nebû sedem ku karê xwe bisekinînin. Ev jin li gel her dosya û mijarek ku belav dikin, ne tenê pirsgirêkên rojane yên gelê Kurd radixin berçavan, di heman demê de pêşengên hişyarkirina gel in jî. Di guherîna civakê ya derbarê pirsgirêkên jinan de xwedî rolek girîng in. Têkoşîna wan a ji bo aşkerakirina rastiyê didome. Derbarê roja Rojnamegeriya Kurd û rola jinan de rojnamevana RONAHÎ TV’yê Hebûn Omer ji ajansa me re axivî.

‘Nebûna ragihandina li Kurdistanê tê wateya nenasîna hebûna Kurdan’

Hebûn Omer bi bîr xist ku rojnamgeriya Kurd li ser asta cîhanî li paytexta Misrê Qahîreyê, di sala 1898’an de ji aliyê Mîqdad Mîthad Berdirxan ve hatiye destpêkirin û wiha got: “Cara yekem, bi navê rojnameya Kurdistan rojnamegerî bipêş ket. Ev pêngavek girîng e ji bo ziman û zaravayê Kurdî û di heman demê de ji bo Kurdistanê. Wek diyar e Kurdistan ji aliyê dewletan ve hatiye parçekirin, dixwazin nasname, ziman û çanda Kurdî ji nav bibin. Ji ber wê ev pêngava yekem bû ji bo karê rojnameger wek zindîkirina nasname, çand û hebûna Kurdan bû ku di gelek zehmetiyan re derbas bû. Nebûna rojname û ragihandina li Kurdistanê, tê wateya nenasîna hebûna Kurdan.”

‘Jin di ragihandinê de bûn sembol’

Hebûn Omer diyar kir ku ji bo pêşketin û derxistina rojname û ragihandina Kurdî gelek kesan têkoşînek bê hempa meşandine û canê xwe feda kirine. Hebûn Omer wiha got: “Ev cihê ku niha wek ragihandin û rojnameya Kurdî tê de derbas dibe, encama wê hewldan û têkoşînê ye ku bû sedem nasname û hebûna Kurd di asta dinyayê de were nasîn. Cihê bibîrxistinê ye ku li ber feraseta kevneperest, jinan wisan nasand ku ew nikarin di aliyê siyasî, civakî û her wekî din de bipêşbikevin. Bes di ragihandinê de diyar bû ku jin di hemû aliyan de dikarin xwedî rolek bin û xebat bikin. Bi taybetî di rojname û ragihandina Kurdî de gelek jin hene ku xebat dikin û ne tenê li pey karê xwe ne. Ew pirsgirêkên civakî, şer û wêrankariya di welatê wan de û her wiha jiyana jinan, dişopînin. Ji bo welatê xwe canê xwe feda kirine û bûne sembol. Feraseta kevneperest ku li ser jinê sepandiye, berovajî kirin.”

 ‘Ger ragihandin nebûya Rojava bi dinyayê nedihat nasandin’

Hebûn Omer destnîşan kir ku bi taybetî ji ber kesayeta Gurbetellî Ersoz ku pêşengî ji ragihandinê re kiriye, jinên din ji bo berdewamiya vê rêyê dest bi xebatê kirine û wiha pê de çû: “Mînak niha li Rojavayê Kurdistanê ku cîhê şoreşa jinê ye, jin di hemû beşên têkoşînê de xebat dikin û bi taybetî di ragihandinê de rola wan heye. Wek Şehîd Cîhan Bîlgîn ji bo şopandina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker li ser Rojavayê Kurdistanê û li bendava Tişrînê bi qehremanî jiyana xwe fedayî welatê xwe kir. Ger ku ragihandin û rojnameriya me ya bi hêz nebûya ew bûyerên ku diqewimîn li tevahî dinyayê belav nedibû. Ji ber wê bi pêşengtiya jinan di vê beşê de me karî êş û xemên jinan û gelê me bi tevahî bi dinyayê bidin nasîn û bikin dîrok.”

Banga li rojnamegerên jin

Hebûn Omer di dawiya axaftina xwe de li ser girîngiya domandina mîrateya wan rawestiya wiha got: “Li beramberî wan şehîdên ku ji bo welatê xwe bi nivîs û kamerayên xwe têkoşîn kirine û jiyana xwe feda kirine, em bejna xwe ditewînin. Em jî wek jin û bi taybetî jinên rojnameger pêwîst e têkoşîna xwe bilindtir bikin û bibin şopdarên rêya wan.”