Pênûsên jinan li Pêşangeha Şehîd Herekol hatin ba hev
Pêşangeha 9’emîn a Şehîd Herekol li Qamişloyê berhemên jinên Kurd û weşanên Kurdî, Erebî tîne cem hev û rûyê berbiçav ê şoreşa çandî nîşan dide.
NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – 9’emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a li Qamişloyê dest pê kiriye hebûna jinên Kurd di warê wêje û çandê de nîşan dide. Pêşangeha yekem di sala 2015’an de bi peşengiya Weşanxaneya Şilêr a li Rojava hatibû lidarxistin û ji wê rojê ve heta niha bûye weke kevneşopiyeke çandî. 9’emîn pêşengeh pirtûkan, ji aliyê Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve bi hevkariya Desteya Çandê ya Kantona Cezîrê di bin dirûşma “Pirtûk kilîta şaristaniyê ye” tê lidarxistin. Pêşangehê îsal 20’ê Cotmehê dest pê kir û dê heta 26’ê Cotmehê bidome.
Beşdariya jinan ji sedî çil e
Berhemên di pêşangehê de, nîşan didin ku di wêjeya Kurdî û Erebî de dengê jinen nivîskar çiqas bilind e. Ji sedî 40 berhemên li pêşangehê yên jinan in, ev rêje, weke destkeftiyek e, ev rêje, weke destkeftiyeke çandî ya şoreşa jinan derket pêş. Jin bi pênûsên xwe riya gotinê dibînin; her pirtûk, her berhem, weke sembola têkoşîna civakî û enteleltuel cihê xwe digre. Ji Akademiya Jineolojiyê jî hemû jin bi berhemên xwe beşdar bûn, panelan li dar xistin û ji beşdaran re li ser berhemdariya jinan agahiyan dan.
Ambargo û pirsgirêka beşdariyê
Ji 60 weşanxaneyên ku hatibû plankirin tevlî pêşangehê bibin, 9 ji wan ji ber ambargoyên li ser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê û girtina rê, nikaribûn beşdar bibin. Vê rewşê bandora ambargoyên li ser jiyana çandî nîşan dide. Tevî vê jî weşanxaneyên din, ji bo pirtûkên Kurdî û yên jinan bigihîjînin xwîneran, gelek hewl dan û pêşangeh û cihê herî girîng ê dîtina berxwedana çandî.
Hem şervan hem nivîskar bû
Endama Komîteya Amadekar a Pêşengeha Şehîd Herekol Narîman Evdikê tekildarî Pêşengehê ji ajansa me re axivî. Narîman Evdikê diyar kir ku Pêşengeha Şehîd Herekol ji bo diyarî giyanê Şehîd Herekol hatiye lidarxistin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Şehîd Herekol şervanek bû lê beriya ku şervan be, nivîskar bû, berhemên wî di pêşengehê de her sal tên pêşkêşkirin. Weşanxaneya Şilêr a Rojava, yekemîn berhemên ku çap kirine yên Şehîd Herekol bûn. Şehîd Herekol wekî şervan, şehîd û nivîskar, di wêjeyê de xwedî rol e û em bi vê pêşangehê wî bi bîr tînin ji ber vê yekê. Jixwe tê zanîn ev pêşengeh bi navê wî tê lidarxistin."
‘Firotina pirtûkan di pêşengehê de erzantir e’
Narîman Evdikê da zanîn ku 9`emîn Pêşengeha Şehîd Herekol tê lidarxistin û wiha got: “Armanca me ya sereke bi vê peşangehê ew e ku pirtûkên bi lez naghîjin Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em wan pirtûkan bi riya Pêşengeha Pirtûkan bigihîjînin vê derê. Em bikaribin çanda xwendinê geş bikin di nava gel de, tevlîbûna nivîskaran û hebûna gelek pirtûkan pir girîng e. Firotina pirtûkan di pêşengehê de erzantir e. Di vê encamê de pêşengeh hat lidarxistin."
Berhemên jinan
Narîman Evdikê anî ziman ku hejmara jinên peşdarî pêşengehê bûne zêde ye û wiha got: “Gelek pirtûkên jinan hene û nivîskarên jin bi xwe îsal di pêşengehê cihê xwe digrin. Berhemên jinan di pêşengehê de hene, pirtûkên ku jinan nivîsandine û pirtûkên ku li ser jinan hatine nivîsandin li seranserî pêşengehê bi giştî ji sedî 40 in. Akademiya Jinolojiyê bi hemû berhemên jinan beşdar bûye û hejmarek baş ji pirtûkên wan hene akademî dê her wiha panelan li dar bixe. Derbarê pirsgirêkên zimanê Kurdî de li herêmê, wê panelek were lidarxistin, di panêlê de wê gelek jin cih bigrin û mamosteyek zimanê Kurdî wê panelê bi rêve bibe ji bo ku bikaribe hinekî rewşa ziman binirxîne."
Ji her çar perçeyên Kurdistanê tevlîbûn heye
Narîman Evdikê destnîşan kir ku bi sedan pirtûk hene û wiha pê de çû: “Bi giştî 60 weşanxane beşdar bûn lê mixabin ev rewşa dawî ya girtina sînoran bû pirsgirêk ku 9 weşanxane vekişin ji ber ji girtina sînor ditirsiyan ku pirtûkên wan werin desteserkirin. Ji her çar aliyên Kurdistanê hene, di heman demê de ji Îtalya û Fransayê hene û her wiha gelek weşanxane ji derveyî Sûriyeyê beşdar bûne."
‘Berhemên jinan ji salên borî zêdetir bûn’
Narîman Evdikê anî ziman ku îsal berhemên jinan di pêşengehê de ji salên derbasbûyî zêdetir bûne û wiha got: “Îsal Berhemên jinan di pêşengehê de ji salên derbasbûyî zêdetir bûn û berhemên jinan ên ku hatine çapkirin jî ji salên borî zêdetir bûn. Pêşketina pêşengehê girêdayî rewşa heyî ye û guhertina cih jî ji ber ku li Qamişloyê cihekî taybet ji bo pêşengehan tune ye salek me li Navenda Mihemed Şêxo Pêşengeh li dar xist û îsal me li Parka Azadî li dar xist. Îsal mêvanên me ji Başûrê Kurdistanê û ji Beyrûdê hatine lê li ser sînor man. Li gorî nêrîna min îsal ji sala borî baştir e. Hejmara pirtûk û weşanxaneyan ji salên borî kêmtir bûye lê hejmara berhemên jinan û berhemên bi zimanê Kurdî îsal ji hemû salan zêdetir e. Daxwza me ew e ku gel were serdana pêşengehê û bibe alîkar bi weşanxaneyan re."