Rojnamegerên ji Rojhilata Navîn behsa zehmetiyên di nava şer de dijîn kirin

Safînaz El-Louh a li Xezayê rojnamegeriyê dike, Ronak Şiheîkî ya ji Bakur Rojhilatê Sûriyeyê û ji Lubnanê Amal Khalîl, gotin ku ew bi biryar in sûcên şer ên ji aliyê dewletan ve tên kirin ji cîhanê re ragihînin.

FADÎA JUMAA

Beyrûd- Rojnamegerên jinên li Rojhilata Navin hewl didin di şerên ku li Rojhilata Navîn diqewimin de, sûcên şer ên tên kirin ji cîhanê re ragihînin. Dema ku karê xwe dikin jî mafên wan ên jiyanê tên binpêkirin. Safînaz El-Louh, a li Xezayê rojnamegeriyê dike, Ronak Siheîkî ya li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê û ji Başûrê Lubnanê jî Amal Khalîl, zehmetiyên ku dijîn ji ajansa me re vegotin.

‘Birayê min di êrişa Îsraîlê de hat qetilkirin’

Nûçegihanê Xezayê yê televîzyona Aseel Safînaz Al-Louh, got ku dema peywira xwe dikin, gelek zehmetiyan dibînin û got: “Di êrişên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê de, gelek rojnameger hatin qetilkirin. Li Zîvala Xezayê, kameramanê El Cezîreyê birayê min Ehmed El-Louh jî di dema êrişên Îsraîlê de hat qetilkirin. Hêzên Îsraîlê rojnamegerên Filistînî girtine lîsteya mirinê. Em her dem rastî êrişên bombeyî û operasyonên leşkerî yên hêzên Îsraîlê tên.”

‘25 rojnamegerên jin hatin qetilkirin’

Safînaz El-Louh got ku ji dema şer dest pê kiriye ve heta niha li Zîvala Xezayê cereyan tune ye û wiha domand:

“Ji ber ku bi dagirkeriya Îsraîlê Zîvala Xezayê bûye du beş, em nikarin ji herêmek biçin herêmeke din. Ji ber birandina înternetê jî em pir bi zehmetî karê xwe dikin û nûçeyan diweşînin. Tevî van hemûyan jî ez hê karê xwe dikim û heta sax bim ez ê bidomînim. Li Zîvala Xezayê gelek mirov hatin qetilkirin û çi dibe bila bibe, em bi biryar in rastiyan ji cîhanê re ragihînin. Li gorî daneyên ofîsa medyayê ya hikumetê, li Zîvala Xezayê ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve heta niha hêzên Îsraîlê 198 rojnamegeran qetil kiriye û ji van 25 jin in.”

‘Dewleta Tirk êrişê rojnameger û sivîlan dike’

Ji Bakur Rojhilatê Sûriyeyê rojnameger Ronak Siheîkî jî diyar kir ku rojnameger ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê bi gelek zorî û xeteran re rûbirû dimînin. Ronak Siheîkî, da zanîn ku dewleta Tirk li dijî rojnameger û sivîlan êrişên bombeyî dike û wiha domand: “Dewleta Tirk  û çeteyên wê tu pîvanên hiqûqî yên navneteweyî yên mafên mirovan nas nake û êriş dike. Min ji Minbicê dest pê kir, li gelek bajaran li ser DAIŞ’ê nûçeyan çêkir. Ez rastî gelek gef û xeteran hatin. Piştî ku herêm ji DAIŞ’ê hat paqijkirin, êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê zêde bûn. Bêyî ku bibêjin mirovên sivîl û rojnameger, êrişên li ser herêma me didomînin.”

‘Ez bi kameraya xwe dengê gel digihîjînim cîhanê’

Ronak Siheîkî ya ku dayik e, diyar kir ku tevî hemû gefan jî ew pîşeya xwe didomîne û wiha berdewam kir: “Lewre rojnamegerî ji bo min pîşeyeke mirovî ye, bi wê yekê dengê gelê xwe digihîjînim her derê. Tevî hemû xeteran jî ez karê xwe didomînim. Her kes dizane vê axê ji aliyê YPJ’ê ve tê parastin. Ez jî bi pênûs û kameraya xwe, dengê xwe digihîjînim cîhanê, têkoşîna xwe didomînim. Çend roj berê hevalên me yên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan, bi êrişa dewleta Tirk hatin şehîdxistin. Em rojnameger bi gelek xeteran re rûbirû ne û pêdiviya me bi piştgiriya cîhanê û mirovan heye.”

‘Her roja diçe ji ber êrişan ewlehî namîne’

Amal Khalîl a ku ji dema rojnameya El-Exbar di sala 2006’an de dest bi weşanê kiriye ve heta niha nivîskara wê ye û sala par ji mehat Cotmehê ve heta niha li Başûrê Lubnanê nûçegihaniyê dike; tiştên dijîn wiha vegot: “Her diçe xeter zêdetir dibe. Di pevçûnan de gelek hevalên me yên jin û mêr hatin qetilkirin. Rojnamegerên jin û mêr, ji bo der barê êrişên Îsraîlê de nûçeyan çêbikin, bi îsrar xwestin li Başûrê Lubnanê bimînin û gelek ji wan di êrişan de hatin qetilkirin. Her roja diçe cihê bi ewle kêm dibin û êriş berfireh dibin.”

‘Gotin em ê te û malbata te bikujin’

Amal Khalîl diyar kir ku tevî gefan jî ew karê xwe bi biryardarî didomîne û wiha domand: “Ez ji mirovên vê axê hêjatir nîn im. Ji ber vê min biryar da karê xwe bidomînim. Hêzên Îsraîlê gefan li min xwarin, peyamên gefê ji min re dişînin. Dibêjin ew ê mala min bi bombeyan bi hewa bixin û malbata min qetil bikin, serê min jêbikin. Ji min dixwestin ez ji başûr derkevim. Dema ku min di medyayê de behsa van gefan kir, bi telefonê careke din peyama gefê ji min re şandin û gotin tuyê di demek nêz de bedela vê yekê bidî. Di 21’ê Îlonê de hêzên Îsraîlê li avahiya rojnameya El-Exbar lêgerîn kirin û gefan xwarin. Piştî ku êriş zêdetir bûn, neçar mam gelek tedbîran bigrim. Dema ku min êrişan digirt kamerayê, gule di ser serê min de diçûn. Di vîdyoya min kişandiye de ev yek xuya dike.”

‘Peywira min belgekirina sûcên şer e’

Rojnameger Amal Khalîl, gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Ez rojane hêzên Îsraîlê dişopînim ka di dema peymana agirbestê de çi dike û çi nake. Di sal û nîvê derbasbûyî de em bûn şahidên gelek êrişan û niha em di merheleyek herî bi xeter de ne. Peywira min ew e sûcên şer belge bikim û îsbat bikim. Em bi nûçeyên xwe ji cîhanê re radigihînin ku Îsraîl li gorî tu biryarê tevnagere, peymanên navneteweyî binpê dike, kuştin, dagirkirin û rûxandinê ji her alî ve didomîne.”