Rojnamegeran negirtin eywana danişînê
Rojnameger Ceylan Şahînli yak u ji doza bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ girtî tê darizandin, daxwaza wê ya eraetê hat redkirin û danişîn taloqî rojên pêş hat kirin.
Navenda Nûçeyan – Danişîna doza der barê nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ceylan Şahînlî ya ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê girtî ye, bi hinceta çalakî û aktîvîteyên ku di sala 2017’an de tevli bûye bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatiye vekirin berdewam kir.
Danişîna duyemîn li 20’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin. Di danişîna ku Şahînlî tevli bû de parêzerê wê Resûl Temûr jî ji Edliyeya Amedê bi SEGBÎS’ê beşdar bû.
Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen û rojnameger Huseyîn Aykol û nûçegihanên ku xwestin danişînê bişopînin bi hinceta li eywanê cih tune ye negirtin hundir.
Daxwaza beraetê hat redkirin
Parêzer Resûl Temûr ê di danişînê de axivî, diyar kir ku îdiayên der barê muwekîla xwe de qebûl nakin û hemû aktîvîteyên wê qanûnî ne. Temûr, anî ziman ku parvekirinên medyaya dîjîtal ên bûne mijara îdianameyê jî aydê Şahînlî nîn in û daxwaza beraetê kir. Ceylan Şahînlî jî têkildarî îdianameya piştî girtina wê ya têkildarî çalakî, aktîvîte û parvekirinên sala 2017'an de hatiye amadekirin got ku bi armancên cuda hatiye amadekirin û daxwaza beraeta xwe kir.
Danişîn hat taloqkirin
Şandeya dadgehê ya piştî parastinê biryara xwe ya navberê aşkere kir, xwest mînakeke îdianameya doza Şahînlî jê hatiye girtin pêşkeşî dadgehê bê kirin, ji Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bê xwestin ku der barê wê de lêpirsêneke cuda heye yan na û danişîn taloqî 12’ê Hezîranê kir.