Rojnamegera Misrê Sulafa Mecdî hat berdan
Rojnamevana Misrê Sulafa mecdî û hevjînê xwe Husam EL-seyad yê wêneger ku ji sala 2019’an ve ji ber xebatên xwe yên rojnamberî û rewşenbîrî di girtîgehê debûn hatin berdan.
EL-Qahira – Rojnamevana Misrê Sulafa Mecdî ya ku tevî hevjînê xwe, bi gelek rojnameger û çalakvanan re sala 2019’an hatibûn girtin, tevî hevjînê xwe serbest hatin berdan. Dayika Sulafa Mecdî Texrîd Zhran li ser hesabê xwe yê medyayê bi parkirina wêneyê malbatê kêfxweşiya xwe ya ji bo derketina keça xwe û zavayê xwe nîşan da û dibin wêne de jî ev gotin nivîsiye: “zarokên min li gel min in.”
Kurê rojnameger Sulafa Mecdî Xalid jî kêfxweşiya xwe ya di meha remezanê de dayik û bavê wî hatin berdan û li gel wî ne li ser hesabê dayika xwe yê civakî par kir. Ji ber wêneyê malbatê li ser hesabê dayika xwe ya bi xebatên xwe yên rojnamegeriyê tê nasîn parkiriye rastî eleqeyek mezin hat.
Rojnamegera Misrî Sûlafa Mecdî ji sala 2010'an ve karê rojnamegeriyê dike. Sala 2019'an cihê xwe di nava 15 rojnamegerên Ereb ên herî serkeftî de girtye.