Rojnameger Wafa Boujwarî: Ji ber jin im gelek zehmetiyan dikşînim

Rojnameger Wafa Boujwarî, bal kişand ku li Libyayê di warê medyayê de tevî serkeftinên mezin jî jin rastî cudakariya zayendî tên û diyar kir ku divê li dijî cudakariyê bertek werin nîşandan.

HINDIYA AL-ASHEPY

Bingazî – Rojnamegerên jin ên li Libyayê, ji ber şerê ku bi salan e li welat didome, ji aliyekî ve hewl didin karê xwe bikin, ji aliyekî ve jî di warê ewlehiyê de di nava fikaran de ne. Jinên rojnameger, di karê xwe de rastî cudakariya zayendî tên, li dijî van helwestan her dem têdikoşin, hewl didin xwe îfade bikin.

Wafa Boujwarî, yek ji rojnamegerên jin ên li Libyayê tê naskirin û di sala 1997’an de Ji Zanîngeha Medya ya Bingaziyê mezûn bûye, dibêje:  “Di salên zanîngehê de, min ji malbat û hîndekaran piştgiriyek mezin dît. Piştî mezûn bûm min dest bi rojnamegeriyê kir. Bi qasî 25 salan di medyayê de xebitîm û di destpêka karê xwe de min nûçegihaniya radyoyê kir. Tevahiya hefteyê min xebatên şaredariyê diweşand û bi gelek rayedar û aktivîstên medyayê re min têkilî datanî. Li gelek bajaran, min bernameyek dîtbarî û agahiyên ku şaredariyê têkildar dike pêşkêş dikir. Weke jinek ji bo di warê medyayê de hebûna xwe îsbat bikim daxwaza min a mezin hebû.”

Ji aliyê mêran ve hat redkirin

Wafa Boujwarîd, diyar kir ku piştî salên 2000’î di yek ji kanalên satalaytê yên Libyayê de min peywira dîrektoriyê girt û wiha domand: “Dûre min di îstasyonên radyoyê de dest bi xebatan kir û bi piştgiriya hevalên xwe min navê xwe kir lîsteya profesyonelên herî baş ên medyayê. Her wiha pêns salan di kanala stalayt da Libyayê de xebitîm. Tevî ku hinek xebatkarên mêr ên medyayê hebûna min nedipejirandin jî di kanalan de bi piştgiriya gelek kesan min xebatên xwe domandin.”

Hewl didin pêşî li jinan bigrin

Wafa Boujwarî, got ku weke gelek jinên rojnameger wê jî gelek zehmetiyan kişandiye û wiha domand: "Jin ji ber zayenda xwe zêdetir rastî zehmetiyan tên. Li Libayê jin hê jî ji aliyê civakî ve tên astengkirin. Tevî pêşketinên mezin ên di xebatên cuda de jî tevlibûna jinan ji bo van xebatan, ji ber nêrîna qalibgirtî ya civakê hê jî tê astengkirin. Jinên Libyayî, bi taybetî yên li derveyî malên xwe heta saetên dereng dixebitin, jinên profesyonelên medyayê yên diçin cihên şer û nûçe û agahiyan radigihînin, hemû astengiyan derbas dikin û karê xwe baş dikin.”

‘Divê li dijî cudakariyê bertek were nîşandan’

Wafa Boujwarî, behsa astengiyên ku hem di saziyên dewletê de hem jî yên taybet de li pêşiya jinan derdikevin kir û wiha domand: "Hinek mêr pozîsyonên rêveberiyê ji bo jinan napejirînin. Gelek mêr red dikin ji jineke talîmat û ferman bigrin lê ji hemzayendên xwe digrin.”

Wafa Boujwarî, ragihand ku di nava malbatê de jî jin û zarokên keç tên astengkirin û wiha bi dawî kir: “Jin di warê leşkerî ewlehî û yên din de gelek serkeftî ne. Tevî vê yekê jî malbat nahêlin zarokên keç bigihîjin armancên xwe. Divê li dijî van cudakariyan bertek werin nîşandan.”