Rojnameger Safiye Alagaş: Li girtîgehê axê jî sûc dihesibînin

Rojnameger Safiye Alagaş ku li Girtîgeha Jinan a Amedê salek girtî ma behsa binpêkirinên mafan kir û wiha got: "Şert û mercên paqijiyê û kêmxwariniyê li hundir, rewşa girtiyên nexweş girantir dike.”

Amed- Midûra Nûçeyan a JINNEWS’ê û rojnameger Safiye Alagaş a ku yek ji 16 rojnamegerên di meha Hezîrana sala borî de hatibû girtin, piştî salek di girtîgehê de ma, rojên borî hat berdan.

Safiye Alagaş ku li girtîgeha jinan Amedê ya bi pirsgirêk û binpêkirinên mafan ên li ser girtiyên nexweş her dem rojevê de ye ma û çend roj berê hat berdan, ji ajansa me re behsa mercên girtîgehê kir û bang li hemû rêxistinên mafên mirovan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên li girtîgehê zêdetir bixebitin.

'Em nikaribûn xwe bigihîjînin çapemenî û weşanên çapemeniyê yên me dixwestin'

Safiye Alagaş diyar kir ku piştî salek roja ku hatibû girtin hat berdan, diyar kir ku di pêvajoya xwe ya girtîgehê de li girtîgehê rastî gelek binpêkirinên mafan hatine. Safiye Alagaş, diyar kir ku wek rojnamegerek nikaribûye di girtîgehê de xwe bigihîjînin çapemeniyê û weşanên ku  dixwestin, da zanîn ku di ragihandinê de yektîpî heye. Safiye Alagaş, bal kişand ku tenê rojname û qenalên televîzyonê yên ji aliyê rêveberiyê ve hatine diyarkirin hebûn û wiha got: “Ez rojnamevan im lê me nikaribû li girtîgehê rojnameyan bixwînin. Ji xeynî vê li hemû qawîşên jinan kamerayên ku tevahiya rojê dixebitiyan hebûn. Tevî îtîrazê jî ev kamera nehatin rakirin û divê ev wek pêkanînek ji rêzê neyê dîtin. Rêveberî bi van pêkanînan her roj jinên girtî tacîz dike.”

'Şert û mercên girtîgehê rewşa girtiyên nexweş girantir dike'

Safiye Alagaş bal kişand ser pirsgirêkên ku girtiyên nexweş dijîn û diyar kir ku şert û mercên nebaş ên tenduristiyê û xwarina li girtîgehê rewşa girtiyên nexweş hin zêdetir girantir dike. Safiye Alagaş, bal kişand ser pirsgirêkên giran ên tenduristiyê yên li girtîgehê û da zanîn ku carna bi hefteyan nikarin biçin nexweşxaneyê û sewqî nexweşxaneyan jî bi mehan berdewam dike. Safiye Alagaş der barê mijarê de wiha got; “Li gel hemû kêmasiyan, em nikarin ji mafên xwe yên tenduristiyê sûdê bigirin. Vê yekê rewşa girtiyên nexweş girantir kir. Li gel me hevalek me qeyrana dil derbas kir. Me agahî da rêveberiyê û ambulans piştî nîv saetê hat. Ev ji bo kesekî xwedî nexweşiya dil pirsgirêkek pir cidî ye. Li vir di her şert û mercan de ji bo rewşên wiha bi tu awayî nikare yekser mudaxele were kirin.”

'Axa ku me ji bo girtiyên nexweş kom kir wek ‘sûc’ hat dîtin’

Safiye Alagaş, da zanîn ku Semîre Dîrekçî û dayika 70 salî ya li qawîşên wan pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê dijîn û bal kişand ku şert û mercên girtiyên nexweş di nav de ne, ne şert û mercên tên jiyîn in. Safiye Alagaş diyar kir ku axa ji bo tedawiya Semîre Dîrekçî ya nexweşiya wê ya rûvî heye kom kiribûn jî wek ‘sûc’ hatiye hesibandin û wiha got: "Semîre Dîrekçî girtiyek nexweş e, nexweşiya wê ya rovî heye. Nexweşiya wê jî di asteke pir pêşketî de ye û divê ji ber pirsgirêkên xwe yên rûvî qet di girtîgehê de nebîne. Divê ew bi malbata xwe re li derve be. Divê ji bo başiya roviyên xwe pê li erdê bike lê wek hûn jî dizanin li girtîgehê her der beton e. Dema carna şînahî ji me re dihat, me axa ku ji nav wan şînahiyan derdiket berhev dikir ku Semîre hinek pê li axê bike. Dema ku hatin lêgerînê, wê axa ku me berhev kiribû birin. Me çend caran vê axê kom kir lê di her lêgerînê de, bi gotina ‘sûc’ girtin û birin.”

'Li girtîgehê polîtîkayeke giran a tecrîdê tê meşandin'

Safiye Alagaş têkildarî pirsgirêkên li girtîgehê bang li hemû saziyên sivîl kir û bi van gotinan bal kişand ser polîtîkayên rêveberiya girtîgehê yên li ser girtiyan: “Li girtîgeha jinan rewşeke bi temamî tecrîdkirin heye. Rewş wisa ye ku nikarin ji bo werzişê, sohbetê derkevin derve û ji çalakiyên cuda sûdê bigrin. Yekane çalakî jî hevdîtina bi malbatan re bû. Niha li girtîgeha ku jin lê dimînin pirsgirêkên cidî tên jiyîn. Tê xwestin ku nameyên hindur jî bi pere bin û ev jî parçeyek ji polîtîkaya tecrîdê ye. Rêveberî ji bo nameyên di saziya xwe de jî pere distîne. Dixwazin hem malbatan hem jî girtiyan ji aliyê aborî ve di rewşeke zehmet de bihêlin.”

'Em rûmeta rojnamegeriyê derkevin’

Safiye Alagaş, diyar kir ku divê ji her demê bêhtir xwedî li rojnamegerên din ên girtî bê derketin û herî dawî wiha got; “Girtiyên jin ên li wir roja ku ez hatim berdan ji min re gotin, ‘Şert û mercên me yên li vir baş vebêjin, bila hemû kes bala xwe bide li vir.’ Parastina rojnamegerên ku niha girtî ne, tê wateya parastina kesên ku li Tirkiyeyê rojnamegeriyê dikin. Li welat gelek kêm mirovên ku rojnamegeriyê dikin hene. Ji ber vê yekê ji bo parastina rûmeta rojnamegeriyê divê em xwedî li rojnamegerên ku tên darizandin û girtî ne derkevin.”