Li dijî tundiyê zagon têr nake: Yên heyî nayê bi cih anîn

Civankas Nesîbe Hisên a li ser diyardeya tundiya bi pergalî ya li ser jinan tê meşandin axivî bal kişand girîngiya têkoşîna jinan a li dijî tundiyê.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî – Civaknas Nesîbe Hisên a ji Başûrê Kurdistanê li ser diyardeya tundiya bi pergalî ya li ser jinan tê meşandin axivî û bi bal kişandina li ser girîngiya têkoşîna hevpar a li dijî tundiyê destnîşan kir ku li zagon ji bo pêşîlêgirtina tundiyê ne têrker in û yên hey3i jî nayên pêkanîn. 

Civaknas Nesîbe Hisên diyar kir ku jin di nava civakê de û di gelek kar û qadan de tên dûrxistin û wiha got: “Rewşa jinan di asteke xirab de ye. Yek ji sedemên wê sîstema perwerdeya di nava malbatê de ye. Di zarokatî de keçan bi awayekê perwerde nakin ku daxwaza mafên xwe bikin û têbikoşin. Jin nikarin di nava civaka ku bi aqilê mêrsalarî tê birevebirin de bi awayek azad fikrên xwe bînin ziman.”

‘Divê pirsgirêka jinan bi xwezaya civakê were çareserkirin’

Nesîbe Hisên da zanîn ku rêxistinên jinan kar dikin lê belê ev kar ne li gorî xweza û rastiya civakê ne. Ev jî wisa dike ku pirsgirêkên jinan çareser nebin û rewşa wan ne baş be û got: “Dema ku em behsa pirsgirkên jinan dikin, behsa tax û kolanên bajar û gundan dikin, ji ber wê nabe tenê li cihên girtî  behsa pirsgirêkên jinan bikin û hewldana çareserkirinê bidin. Berovajî divê pirsgirêkên jinan di nava civakê de were çareserkirin.”

Zagon têr nake: Yên heyî nayê bi cih anîn

Nesîbe Hisên diyar kir ku sedemek din hebûna helwesta civakê ya li hemberî jinan e, anî ziman ku her çendî di dema niha de gelek jin hene kar dikin û li ser lingên xwe disekinin jî astengî û rêgiriya li hemberî wan berdewam dike. Nesîbe Hisên wiha domand: “Divê jin xwedî îrade bin hewl bidin tu astengiyan rakin û bi jinbûna xwe kefxweş bibin tu deman ji xwe şerm nekin û daxwaza mafên xwe bikin. Niha li ser milên jinan hem erkên malê hem jî erkên ji derve hene. Ev jî dubare wisa dike ku mafên wan werin binpêkirin û rewşa wan ber bi xirabûnê ve biçe. Ji ber ku tu aliyek alîkariya wan nake û bi xwe barê jiyanê rakirine. Divê zagonên ji bo jinan werin bicihanîn. Rêxistin û dezgehên hikumetê kar bikin da ku gel li gorî zagonan tevbigere.”