Rojnameger Raşa El-Herazî li Adenê di encama êrîşek de jiyana xwe ji dest da

Di 9'ê Mijdarê de li paytexta Yemen Adenê, li yek ji cadeyên sereke yên Navçeya Xurmekesrê êrîşeke terorî li dijî wesayîda rojnameger Reşa El-Herazî û hevjînê wê yê rojnameger çêbû û di êrîşê de Reşa El-Herazî jiyana xwe ji dest da hevjînê wê Mehmûd El-Atmî jî bi giranî birîndar bû.

Di 9'ê Mijdarê de li paytexta Yemen Adenê, li yek ji cadeyên sereke yên Navçeya Xurmekesrê  êrîşeke terorî li dijî wesayîda rojnameger Reşa El-Herazî û hevjînê wê yê rojnameger çêbû û di êrîşê de Reşa El-Herazî jiyana xwe ji dest da hevjînê wê Mehmûd El-Atmî jî bi giranî birîndar bû. 
NÛR SURÎB
Yemen- Li Yemenê di encama êrîşeke terorî ku wesayîda rojnameger Raşa El-Harazî û hevjînê wê yê rojnameger Mehmûd El-Atmî hedef girtibû, rojnameger Raşa El-Herazî jiyana xwe ji dest da. Tekildarî vê mijarê çavkaniyeke taybet a ewlehiyê wiha ji ajansa me re ragihand: "Ev bûyer di 9'ê Mijdarê de qewimî û lêkolînên destpêkî diyar dikin ku ew êrîşeke terorî ye û plankirî ye û li qesta jiyana rojnameger û hevjînê wê kiriye. Her wiha teqemeniyeke asê di bin depoya sotemeniyê ya wesayîdê de hatibû bicihkirin û piştre jî ji dûr ve hatiye teqandin."
Rojnameger Reşa El-Herazî jiyana xwe ji dest da û hevjînê wê jî bi giranî birîndar bû
Her wiha çavkanî van agahiyan jî dide: "Di encama teqîna ku çêbû de rojnameger Reşa El-Herazî ku ducanî bû li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û rojnameger Mehmûd El-Etmî jî ji ber birînên xwe yên giran ji bo dermankirinê, rakirin nexweşxaneyê. Her wiha kesên ku li kolanê bûn jî zirar dîtin û bi sivikahî birîndar bûn." 
Serokê Navenda Çapemeniya Çandî Wedad El-Bedawî wiha got: "Ev cara yekemîn e li Yemenê êrîşek wiha dibe loma ji bo me hemûyan bi êş e. Rojnameger Reşa El-Herazî bi teqînek hat hedefgirtin û bi bombekirina wesayîda wê û di encama teqînê de rojnameger Reşa El-Herazî ku ducanî bû jiyana xwe ji dest da û hevjînê wê bi giranî birîndar bû."
Ev erîş û sûcê hovane bû sedem ku sivîlên li Adenê şoq derbas bikin, rojnamegeran daxuyaniyên şermezarkirinê belav kirin û daxwaz ji rayedarên ewlehiyê kirin ku li hemberî van êrîşên terorîstî bisekinin. Vê bûyera ku metirsiyek mezin li ser jiyana sivîlan û rojnamegeran çêkir û hewce ye ku tedbîrên ji bo ewlehiyê zêdetir werin girtin.