Rojnameger Pinar Gayip bi şertê kontrola edlî hat berdan

Edîtora ETHA'yê Pinar Gayip a ku biryara binçavkirinê hebû ji bo îfadeyê çûbû dozgeriyê bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derve hat berdan.

Navenda Nûçeyan- Di çarçoveya lêpirsîna ku li Stenbol û Eskîşehîrê hat kirin de di 30’ê Nîsanê de di serdegirtina malan de 23 kes hatibûn binçavkirin. Hevserokê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tûmûklû, Edîtora Ajansa Nûçeyan a Bibandor (ETHA) Nadiye Gürbüz û namzetê Parlamenterê Eskîşehîrê yê Partiya Keskan û Pêşerojê ya Çep (Partiya Çep a Kesk) Mûslûm Koyun jî di nav de 7 kes di vê operasyonê de hatinbûn girtin. Hejmara kesên hatin girtin 9an.

Edîtora ETHA'yê Pinar Gayip a ku der barê wê de biryara binçavkirinê hat dayîn, bi parêzerên xwe re ji bo îfadeyê bide çû Serdozgeriya Komarê ya Eskîşehîrê. Pinar Gayip ku sewqî Dadgeriya Ceza ya Asliye ya Eskîşehîrê hat kirin, bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derve hat berdan.