Rojnameger Nazila Maroofian hat berdan

Rojnameger Nazila Maroofian ji ber bi bavê Jîna Emînî re hevdîtin kiribû sê caran hatibû girtin hat berdan.

Navenda Nûçeyan- Rojnameger Nazila Maroofian ji ber bi bavê Jîna Emînî ku ji aliyê polisên exlaq ên Îranê ve hatibû qetilkirin hevdîtin kiribû, di roja 14’ê Tebaxê de cara sêyem hatibû girtin, duh hat berdan. Rojnameger Nazila Maroofian a 23 salî li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtat berdana xwe parve kir û wiha got:

“Dema tu hatî berdan di wêneyên ku te parve kir de tu poşman î? Hûn dipejirînin ku we şaşî kiriye? Na, min tu xeletî nekiriye.”

Sê caran hat girtin

Rojnameger Nazila Maroofian ji ber hevpeyvîna li gel bavê Jîna Emînî, Amjad Emînî hatibû girtin ji aliyê Şaxa 26’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve, bi îdiayên ‘Propagandaya li dijî rejîmê’ û ‘Raya giştî sor kir û nûçeyên derew parve kir’ hatibû darizandin. Di 9’ê Çileyê de bi kefaletê hatibû berdan. Di 9’ê Tîrmehê de li Tahranê piştî cara duyem hat girtin di 13’ê tebaxê de bi kefalet hatibû berdan. Rojnameger Nazila Maroofian herî dawî piştî di 13’ê Tebaxê de hatibû berdan roja din 14’ê Tebaxê cara sêyem hatibû girtin.