Jinên Filistînî bi kampanyaya ‘Wek xwe be' li dijî tundiyê têdikoşin

Komeleya Pêşketina Jinan a Gundan bi kampanyaya ‘Wek xwe be' der barê pirsgirêkên jinan de armanc dike ku li dijî her cure tundiyê têkoşînê bilind bike.

NAGHAM KARAJEH

Xeza– Li Filistîna ku roj bi roj tundî û cudakariya li ser jinan zêde dibe, jin bi projeyên nû, li dijî tundiya li ser jinê bi têkoşîn û pêkanîna qanûnê armanc dikin ku pirsgirêkên xwe ragihînin.

Kampanyaya ‘Wek xwe be' ku ji aliyê Komeleya Pêşxistina Jinên Gundî ve hatiye destpêkirin yek ji van projeyan e. Jin ji bo pejirandina qanûn û polîtîkayên ku mafên jinan û wekheviya zayendî li Filistînê pêşdixin dixebitin û ji bo rakirina cihêkariyê disekinin.

'Armanca me ew e ku em zêdetir jinan bigihînin hev'

Endama Komeleya Pêşxistina Jinê ya Gundan Îman Kalî diyar kir ku di çarçoveya kampanyayê de zêdetirî 150 jin û keçen ciwan gihiştine hev û armanca kampanyayê bi van gotinan anî ziman:

“Yek ji armanca kampanyaya me jî ew e ku xebatên li ser pirsgirêkên jinan berdewam bin. Ji bilî vê ji bo bilindkirina hişmendiya li ser wekheviya zayendî û tundûtûjiyê. Ji bo vê yekê jinan agahdar bikin. Di çarçoveya kampanyayê de me bi lidarxistina rêze xebatên perwerdeyê hewl da jinan der barê mafên xwe de hişyar bikin. Me pêşnûmeya pêşxistina polîtîka û qanûnên li dijî pirsgirêka jinê amade kir û ji rêveber û siyasetmedaran re şand. Projeya me 2 meh berê dest pê kir. Di vê demê de me jî hewl da xwe bigihînin komên ciwanan. Me hinek perwerde kir. Ji bo em têkoşîna xwe parve bikin çûn gelek saziyên jinan. Em li dijî tundiyê têdikoşin. Tundiya herî zêde tumdiya derûnî ye, bi taybetî jî divê ciwan li hemberî wê pir hesas bin û qet qebûl nekin. Armanca me ew e ku bi pêşxistina projeyên xwe em bigihêjin zêdetir jinan.”

'Em bi kampanyayê li dijî tundiya derûnî têdikoşin'

Yek ji rêveberên projeyê Şêrîn El-Sumari got: "Ev kampanya yek ji kampanyayên girîng û berdewam e ku armanca wê bidestxistina mafên jin û keçan û jinavbirina tundiya derûnî ye. Rêjeyên tundiyê di salên dawî de gelek zêde bûne. Tundiya derûnî ya pêşî tê. Pêdiviya jinan bi hişmendiyeke xurt heye ku wan ji her cureyî biparêze. Em hewl didin bi vê kampanyayê vê hişmendiyê bilind bikin."