Rojnameger Nazila Maroofian cara sêyem hate girtin

Rojnameger Nazila Maroofian ji ber bi bavê Jîna Emînî re hevpeyvîn kiribû 2 caran hate girtin berdan, cara sêyem hate girtin.

Navenda Nûçeyan- Li Îranê rojnameger Nazila Maroofian ya 23 salî, ji ber bi bavê Jîna Emînî, Amjad Eminî re hevpeyvîn kiribû cara sêem hate girtin. Nazila Maroofian dûh di saetên şevê de hate binçavkirin û girtin, birin girtîgeha li Varamin ya Qarchak.

Rojnameger Nazila Maroofian bi heman sedemê li Tahranê ji aliyê rejima Îranê ve di 9’ê Tîrmehê de hate girtin, piştî 36 rojên girtî di 13’ê Tebaxê de bi kefaleta 300 milyonê riyalê Îranê hatibû berdan. Rojnameger Nazila Maroofian berê jî ji ber hevpeyîn bi bavê Jîna Emînî, Amjad Emînî re kiribû di 9’ê Çileyê de hatibû girtin û bi kefalet hatibû berdan.

Rojnameger Nazila Maroofiyan ji aliyê Şaxa 26’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê, bi îdiayên ‘Propagandaya li dijî rejîmê’ û ‘Tehrîkkirina raya giştî  û nûçeyên derew parve kirin’ hatibû darizandin.