Rojnameger Nazîla Marofian bi kefalet hat berdan

Rojnameger Nazîla Marofiyan a ku bi bavê Jîna Mahsa Emînî ya li Îranê hat qetilkirin re hevdîtin kir û 4 caran hate girtin bi kefalet hat berdan.

Navenda Nûçeyan- Rojnameger Nazîla Marofiyan a ku bi bavê Jîna Mahsa Emînî ya ji aliyê dewleta Îranê ve hatibû qetilkirin, hevpeyvînek kiribû, di 30’ê Tebaxê de cara çaremîn hat girtin. Rojnameger Nazîla Marofiyan a li Girtîgeha Evînê girtiye, diyar kir ku li girtîgehê rastî êrîşa zayendî hatiye û ragihand ku ji 1'ê Îlonê û vir ve ji ber îşkenceya ku lê hatiye kirin dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Hate hînbûn ku rojnameger bi kefalet serbest hatiye berdan.