Rojnameger jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin

Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin. Di serdegirtina malan de rojnameger, nûnerên partiyan, sendika endamên komeleyan, Serokê MKG’ê Roza Metina jî dinav de gelek kes hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan- Polîsên dewleta Tirk îro di danê sibehê de Amed, Stenbol, Mêrdîn û Şirnex jî di nav de li gelek bajaran bi ser malan girtin. Polîsan bi ser malên Hevşaredarê Peyas a Amedê Cengîz Dundar, Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna û rojnameger Ahmet Sumbul, derhêner Ardîn Dîren, mamosteyên Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) de girtin. Lêgerîna li malan didome.

 Rojnameger hatin binçavkirin

Di serdegirtinên malan ên li Stenbolê de rojnameger Erdogan Alayumat û Bîlge Aksu, ji damezirînerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nîmet Tanrikulu, Cîgira Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a ji Komîsyona Kedê Berpirsyar Sevtap Akdag û Îsa Ozgan, Bahattîn Bîngol, Halîs Kandîlcî, Faysal Ozdaş, Hamza Kaan, Leyla Dogan, Fersende Aksoy û Mehmet Yaşar Abatan hatin binçavkirin.

 Di serdegirtinên malan ên li Êlihê de rojnameger Mehmet Uçar hate binçavkirin.

 Mêrdîn

 Di serdegirtinên malan ên li navçeya Artuklu ya Mêrdînê de Mehmet Şîmdî (40), Mehmet Şîmdî (22), Mehmet Nûr Şîmdî (22), Medîne Şîmdî (20), Ronî Şîmdî (17), Hêvîdar Taş, Serhat Aktaş, Arîf Elban û Arîfe Elban hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr. Hat zanîn ku kesên navê wan tê behskirin bi hinceta tevlibûna protestoyên li dijî qeyûm hatine binçavkirin.

 Şirnex

 Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî bi ser gelek malan de hate girtin û gelek kes hatin binçavkirin.

 Riha

 Di encama serdegirtinên li seranserî Rihayê de 4 kes hatin binçavkirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeya Karakopruyê Ulaş Çoban, Kubîlay Yildiz, Ayfer Haykir û Mehmet Demîr hatin binçavkirin.

 Li gundê Atgûdan ê Hewagê jî bi ser malekê de hate girtin. Hat zanîn ku dayika H.A. ku biryara binçavkirina wî hebû, hate derbkirin.

 Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.