Rojnameger Hêvîdar Xalid: Li dijî polîtikayên şer divê jin xwe rêxistin bikin

Rojnemevan Hêvîdar Xalid destnîşan kir ku cîhan alozî û pevçûnên ku hêzên serdest avakir dijî. Çareseriya vê pêvajoyê ango şerê cîhanê yê 3’emîn ku di asta yekê de jin dibin mexdûr, Netewa Demokratîk e.

BERÇEM CÛDÎ

Hesekê – Êrişên Îsraîlê yê li ser Xezayê ku bi êrişa Hamasê ya li ser Îsraîlê di 7’ê Cotmehê de destpêkir bi hemu dijwariya xwe didome. Di çarçoveya geşedan û pevçûnên ku niha li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û Cîhanê rû didin, rojnemevan Hêvîdar Xalid bersiva pirsên ajansa me da.

*Piştî êrîşa Hamasê ya 7’ê Cotmehê, êrîşa Îsraîlê ya li ser Filistînê gihîşt mehekê. Heta niha bi hezaran kes jiyana xwe ji dest daye. Hûn êrîşa Hamasê ya li dijî Îsraîlê ku sivîlan dike hedef çawa dinirxînin? Gelo dewletên herêmê li pişt êrîşa Hamasê ne?

Belê tevgera Hemas ya Filistinî êrîşeke berfereh di 7’ê Cotmeha borî de li dijî Îsraîlê pêk anî. Ji wê dîrokê de pevçûneke dijwar di navbera Filîstîn û Îsraîl de heye ku li Xezayê asta bombebaranê dijwartir bûye. Bê guman êrîş ewqas mezin bû ku bandoreke mezin li ser gelê Filistînê û hîn dosyayên din yên herêmê kir. Lê di encamê de yê ku ziyanên herî mezin jiya gelê Filistinê bû ku di nava pevçûnên dijwar yên pêk tên de, rewşa mirovî ya zehmet û nebûna derfetên jiyanê ji bo çarenûsa xwe bi tenê hatin hîştin. Ji bo vê rewşa mirovî ya li Filistinê veguheriye aloziyeke cidî û bi taybet ji bo jin û zarokan.

Bersiva Îsraîl ya li hember êrîşa Hemas ku bi rengekî gelek dijwar Xeza bombebaran kir, Xeza veguherand goleke ji agir û di encamê de bi hezaran welatî hatin qetilkirin û birîndar bûn, her wiha binesazî û jêderên jiyanî hatin rûxandin. Ev şer û pevçûn di çarçoveya Filîstîn û Îsraîl de sînordar nema ku me dît şaxên wê gihîşt gelek hêzên herêmî û navdewletî  ku berjewendî û bandora wan li herêmê hene. Şerê Filistin-Îsraîl bandoreke siyasî, ewlehî û mirovî li ser asta Rojhilata Navîn kir ku Filîstîn di warê dîrokî, berjewendiyên hêzên serdest, jeosiyasî û jeostratejîk xwedî taybetmendiyên cuda ye. Lewra dê ev şer rola xwe di guhertina gelek dosyayên heyî de bilîze ku em dibînin ji ber Tirkiyê ji aliyê siyasî û bi riya çapemeniyê piştgiriya Hemas dike û hewil dide şer raweste, stresta di navbera wan û Îsraîl de bilind dibe. Her wiha rola Misir ku misyoneke sereke di  lihevanîna Filîstîn-Îsraîl de dilîze û hewil dide aştiyê biparêze, lewaz bû.  Li aliyekî din welatên ku ji demeke nêz ve hevpeyman li gel Îsraîl îmzekirin, weke Îmarat, Behrên û Mexrib rû bi rû yê rexneyên ji aliyê hîn welatan û bi taybet jî tevgerên Îslamî ku helwesta wan welatan weke îxaneta li doza Filîstîn hat pênasekirin.

*Gelo kî li pişt êrîşan disekine û dê kîjan alî sud wergirin?

Daneyên ku derketin holê destnîşan dikin ku Îran, Tirkiya û Rûsiya ji êrîşên pêk hatin ne dûr in ku demeke dirêj e êrîş hatiye plankirin. Tê gotin tevî qûtbûna bi salan ya di navbera Îran û Hemas de ku di pêvajoya aloziya Sûriyê de Hemas piştgirî da serhildanên gel û Îran ji vê yekê nerazî bû, ev êrîş bi piştevaniya Îran ji Hemas re pêk hat. Pergala cîhanî hewil da Îranê tecrîd bikin, bi taybet di hemdema gihşîtina lihevkirinên welatên Ereb û Îsraîlê qonaxeke girîng ku em behsa Siudiyê dikin. Ev yek bi alîkariyeke yekser ji rêveberiya Emerîka ku dixwaze vê mijarê weke serkeftinekê di hilbijartinan de bikarbînin pêk hat ku hevpeyman û hevkariyên aborî di navbera Til Ebîb û hîn paytextên Ereban de çêbûn.

Helbet asayîkirina têkiliyên di navbera welatekî weke Siudiyê û Îsraîl mijareke gelek girîng e, bi taybet ji bo Ereban. Gelek welatan asayîkirina pêwindiyên bi Îsraîlê weke destberdana ji doza Filîtstinê hat destgirtin ku welatên Ereban Filîstîn dozeke Erebî û Îslamî ya resen e û xeta sor ya  divê neyê paşguhkirin. Her wiha asayîkirina Siudiyê pêwindiyên xwe yên li gel Îsraîl xeterî li ser têkiliyên Siudî-Îranî ava kir ku piştî demeke dirêj ev têkilî bi alîkariya Çînê di meha Adara derbasbûyî de vegeriyan.

Ji bo dewleta tirk jî, tê zanîn ku pêwindiyên wan li gel Îsraîl bi rengekî aşkere û veşartî jî hene. Ev yek jî nabe asteng ku di navbera wan de nakokiyên mezin derkevin. Ev yek jî tevahî hewildanên dewleta tirk yên bihêzkirina pêwindiyên xwe jî çêdibe. Helbet lêdan û hedefgirtina Îsraîl û kûrbûna aloziyên li Xezayê, di vê pêvajoyê de dikevin xizmeta dewleta tirk û berjewendiyên wan yên li herêmê. Dewleta tirk aloziyên gelan weke istîsmar bikar tîne û lîstokan di nava nakokiyên heyî de pêk tîne da ku hîn dekstkeftiyan bi dest bixe. Lewra em dibînin destê dewleta tirk her tim di poltîkeyên cîhanî de hene ku tevî daxuyanî û nîşandana piştgiriya bi gelên bindest re, ew bi roleke neynî dilîze. Ji xwe rûyê dewleta tirk yê rast di gelek welatan de weke Sûriya, Îraq, Lîbiya, Artsax û hwd derket holê ku berovajî îdayan wan, ew aloziyan kûrdikin. Mirov dikare mînakek din ya şênber li ser tevgera dewleta tirk ya bi guman bide ku di lûtkeya 20’an ya li Hindîstanê pêk hat, lihevkirin çêbû ku korîdoreke aborî di navbera Hîndistanê, welatên kendavê, Îsraîl û ber bi Awropa ve were avakirin. Di vê li hevkirinê de erdîngariya Tirkiyê hat paşguhkirin ku me dît dewleta tirk ket nava liv û tevgerê da ku berê karîdora aborî bide guhertin.  

Li aliyekî din, tevî ku dewleta tirk yekemîn welatê misilman e ku pêwindiyên xwe bi Îsraîl re asayî kir, helwest û nerazîbûna ji bo vegera pêwindiyên di navbera welatên Ereb û Îsraîlê de veneşart. Dewleta tirk asayîkirina têkiliyan ji bo xwe rewa dibîne lê ji bo welatên Ereb nabe, sedemên vê jî ku dê dewleta tirk ast û taybetmendiyên xwe ji dest dide,  her wisa bi wê gavê re êdî pêwistî bi rola dewleta tirk ya navbertiyê namîne ku pêwindiyên wan yên dorfereh ên bi gelek welatan re ji holê radibe. Ji xwe divê em pevçûnên Tirkiyê-Îsraîl yên ji bo korîdorên gazê yên Behra Spî a Navîn jî ji bîr nekin.

Weke tê zanîn ev demeke dirêj e ku şer di navber Rûsya û Okraniya de heye, lewra ev geşedan û bûyerên ku di vê pêvajoyê de pêk tên, ji bo Rûsya derfeteke baş e ku helwesta Rûsya gelek normal bû û tenê metirsyên xwe yên ji bo rewşa Xezayê anî ziman û weke derfeta lomekirina Washingotin bikar anî.

Her wiha hîn sedemên din hene ku bandor li ser dijwarkirina pevçûnana kir ku jê helwesta Rojava ya bê bandor li hember doza Filîstin û rola çareserkirin û lihevanîna Îsraîl-Filîstin nelîstin da ku pevçûn bidawî bibin. Ev rol tenê ji bo Emerîka hat hîştin ku ew jî bê navber desteke dide Îsraîl û di asta yekemîn de Emerîka ewlehiya Îsraîl diparêze.

*Îsraîl nêzî mehekî ye Xeza dorpêç kiriye û bi her awayî êrîş dike. Heta niha zêdetirî 9 hezar Filistînî  jiyana xwe ji dest daye. Hûn vê rewşa Îsraîlê çawa digrin dest?

Belê, ev meheke ku Îsraîl Xeza dorpêç kiriye û di encamê de gelek kawosên mirovî derketin pêş ku bandoreke neynî li ser jiyana sivîlan kir. Bê guman dorpêçkirina sivîlan, qûtkirina av, gaz, mazot û rûxandina binesaziyê, sucên şer in û sucên li hember mirovahî û zagonên navdewletî ne. Êdî nexweşxane têrî hejmara birîndaran nake, ji bo xwe gihandina xwarinên sereke astengiyên mezin hene. Beriya demekê ajansa penaber û xebatê ya Neteweyên Yekbûyî a ji bo Filîstînê raghand ku bi hezaran kes derbasî deboyên alîkariyê yên Xezayê bûne da ku madeyên bingehîn yên xwarinê bigirin. Ji xwe her kes dizane ku alîkariyên ji bo Xezayê dihatin, ji despêka besiva Îsraîl ji êrîşên Hemas re hatin rawestandin. Her wiha di di nava bêdengiyeke navdewletî de ku jin û zarok rû bi rû yê ziyanên mezin de ne ku di encama pevçûnên du alî de zêdetirî 9 hezar Filîstî hatin qetilkirin, 20 hezar birîndar û milyonek û nîv koçber çêbûn e.

*Ev êrîş weke teqîna kûrkirina polîtîkayên olperestî, neteweperestî û zayendperestiyê li Rojhilata Navîn hatin jiyîn. Ev derdorên şer jî dibin zemîna ku qetlîamên jinan û polîtîkayên qetlîamên li ser jinan tên rewakirin. Divê ev şer ji eniya jinan ve çawa bê nirxandin?

Rojhilata Navîn rû bi rû yê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ye ku ev şer xwedî taybetmendiyên leşkerî û siyasî ye ku weke mezintirîn û dijwartirîn şerên di sedsala 21’emîn de tê bilêv kirin. Ev şer tevlîheviyeke mezin di gelek civak, welat û dewletan de avakir û herî zêde bandor li ser gelên bindest kir û êdî ev gel nikarin ji nava tevlîheviya heyî derkevin ku sedemên wê jî bikaranîna  hîn welatan navgîn û amûrên ku ji bo danîna çareseriyên mayînde ji bo aloziyên hundirîn û derve, nabin bersiv.

Dozên hatine paşguhkirin û pirsgirêkên cur be cur ku bi dehan sal e komî serhev bûn, civak di rewşeke lewaz û bê hêz de hîşt. Pergala netew-dewlet, zordest û siyasetên desthilatdariyê ku di bin navê ol û şerîetê de tên bikaranîn, weke amûrên qirêj yên rûxandina xewin û xeyalên gelên resen tên bikaranîn. Ev pergal û hişmendî bûn çavkaniya sereke ya avakirin û kûrkirina aloziyên heyî ku xwe weke hêza çareserkirina pirsigrêkên gelan didin nîşandan. Lê mirov dikare bêje, li şûna ku ev hêz pirsigirêkên gelan çareser bikin, ew gihandin îflas, xetimandin û girtina riya çareseriyê li pêşiya têkoşîna gel û hêzên ku hewil didin kawosan çareser bikin û rola xwe di nava civakê de bilîzin.

Kiryar û sucên li hember jinan pêk tên, mînaka herî ber bi çav ya nirxandina me ye. Hefteyek derbas nabe û em nûçeyên qetilkirina jinan û kiryarên di li hember wê yên ji aliyê hêzên di navbera hev de şer dikin, dibhîsin. Bê guman ji sucên qetilkirina jinan xirabtir tune ne. Rojek derbas nabe û em agahiyên qetilkirina bi dehan jinên ku di temenê xwe yên ciwan de ne ji aliyê bazirganên şer û aloziyan nagirin ku bi sedan nimûneyên em bînin ziman hene.

Di civaka Rojhilata Navîn de êdî tu bijare li pêşiya jinan tune ye ji bilî ku di bin zordariyê de bijî. Ger ku tu jin bî, tê wateya ku tu rû bi rûyê jiyaneke dijwarî û divê tu jiyana xwe di nava mercên herî giran de bijî. Hemû kiryar û bûyerên dijwar li hember hebûna jin, beden û keda wê tên pêkanîn. Di roja îro de rawan, xwebûn û jiyana jinan mexdûrê hişmendiya baviksalar û têghîştinên desthilatdariya zilaman e.

Li dijî dûbarebûna qetilkirina jinan ya rojan e di civakên me de xwe didin der, kîneke mezin di hundir me de ava dibe ku mixabin di hîn deman de em nikarin li pêşiya kiryarên li hember jin pêk tên rawestin. Ev kiryar û qetilkirina jin xwedî kokeke dîrokî ye ku analîzeke tendirust û baldar ji bo lêkolînkirina sedemên sereke yên li pişt tundiya ser jin, nebûna hêz, vîn û koletiya jin di nava malbatê de  pêwîst dike. Roj bi roj asta tundiya sîstematîk ya li ser jin ku bê hesab û ceza pêk tê, zêde dibe. Li Sûriyê, bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herî dawî li Xezayê, rewşa ku jin tê re derbas dibe diyar e.

Tundiya ku di roja îro de li hember jin tê bikaranîn, encama hişmendiya hêzên serdest yên li Rojhilata Navîn e ku hişmendiya xwe ya zordest li ser civakan û bi taybet jî jin pêk tîne ku di hebûna jin de xeteriyê dibîne. Lewra ev hêz pevçûn û aloziyan ava dikin, asta êrîşan dijwartir dikin û jinan rû bi rû yê tevahî rêbazên tundiyê dihêlin.   Kiryar û girtina Hemas jinên Îsraîlê  binpêkirina mafên mirovan e û sucên li hember mirovahiyê ne. Di rewşên şer de hîn zagonên parastina sivîl, jin, zarok û girtiyan hene, lê Hemas ev zagon binpêkirin û divê endamên wê werin ceza kirin.

*Di çarçoveya şerê Îsraîl û Filistînê de em dibînin ku ABD keştiyên balafir û mûşekan tîne herêmê, gefên Îranê dixwe û hêzên weke Hizbullaha Lubnanî û Husi bi Îsraîlê re hevdu êrîşên xwe dikin. Di vê çarçoveyê de hûn helwesta hêzên cîhanî û herêmî çawa dinirxînin? Ev şer wê veguhere şerekî herêmî?

Rojhilata Navîn geşedanên bi lez bi berdewamkirina şerê Filistin-Îsraîl û binketina hemû hewildanên hêzên herêmî û navdewletî ya rawestandina şer ku di encamê de bi hezaran kûştî û birîndar çêbûn, dijî. Bi îsrarkirina  Îsraîl ji bo opersyoneke bejahî û ne pejirandina derbasbûna alîkariyên mirovî  ji bo 2 milyon Filîstîne, metirsî hene ku erdîngariya pevçûnan dorfereh bibe û bandorê li hîn hêzên din bike. Tevî hişyariya Îsraîl ji bo hîn hêzên herêmî û bi taybet Îran, Hizbullah û hîn komên din yên girêdayî Tahran li Başûrê Sûriyê, hîna jî rewşeke ne zelal heye ku dibe ji nişikave xwe bide der.

Emerîka tedbîrên xwe yên leşkerî bihêz kir ku keştiyeke balafiran û 2 hezar leşker şand behra navîn da ku destek bide Îsraîl. Weke her tim Hizbullah yê Lubnanê hemû amedekariyên xwe yên li seînorê bi Îsraîl re pêk anî û heta roket jî avêtin Bakurê xwe ku ev pêşdeçûn nebûna projeyên çareseriya siyasî yên li herêmê teqez dike.  Li aliyekî din di nava metirsyên mezin yên dorferehbûna şerê Filistin-Îsraîl ku veguhere şerekî mezin û gelek aliyan bi xwe re bikşîne nava pevçûnan, hêza bersivdayîna bilez ya hêzên deryayî a Emerîka ber bi Rojhilatê behra Navîn  ve diherikin.

Hemû geşedan û pêşveçûnên vê dawiyê, ji bombebarana dewleta tirk ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigre, ber bi êrîşa li hember ekademiya şer ya Humis û êrîşa Hemas ya li hember Îsraîl, xuda dibe ku ew hersê êrîş li heman navendê hatine pilankirin. Heta mirov dikare bêje ev navend Astana û hêzên li pişt wê disekinin û piştgirî didinê ye. Hemû aliyên ev şer û aloziyên derketin, dizanin ku êdî cîhan ber bi nexşeriyeke siyasî ya nû ve diçe, heta dibe ku nexşeriyeke erdîngarî ya nû jî rewşê bide guhertin ku dê ev nexşerê berjewendî û daxwazên hêzên serdest bi bicih neyne.

Nehîştina avabûna aştî û armaî, herêm di aloziyên mezin de hîştin, domdariya wêranî û şeran, xala hevbeş ya hêzên di Astan yê de amede bûn ku bê gûman kombûna wan ne ji bo çareserkirina aloziyên heyî ne. Pêşketinên ku hatin jiyîn riya geşedan û bûyerên pêk hatin da guhertin û bandor li ser tewazûnên hêzên li Rojhilata Navîn serwer, kir. Bi taybet jî piştî ku Emerîka ket Îraq û Afganîstanê. Xûya dike ku hîn pêşketinên nû hene, ya ku axaftina me teqez jî dike herikandina Emerîka ji artêşa xwe re û li gel Îsraîl Hemas weke DAIŞ bi navkirin. Ev bûyer destnîşan dikin ku rewş bi rengekî diramatîk tên guhertin û metirsyên dorferehbûna erdîngariya pevçûnan giran dike.   

*Bi taybetî ez dixwazim li ser helwesta dewleta Tirk û Erdogan bipirsim. Ji 5’ê Cotmehê ve dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kir û hemû binesaziya sivîl û sivîlan hedef girt. Dibe ku dewleteke wiha hewl bide sivîlên li Xezayê biparêze?

Weke her car, Erdogan geşedanên ku li Xezayê çêdibin ji bo berjewendiyên xwe bi kartîne. Weke Carên berê xwest suc ji êrîşa Hemas û bazariya bi doza Filîstin werbigire ku li ser du werîzan lîst. Di gelek daxuyaniyan de jî helwesta ku dixweze herdû aliyan bêdeng bike, ango herdû aliyan rexne bike nîşan da ku bi van rêbazan hewil dide ji alziyên xwe yên di hundir Tirkiyê û derve bireve, her wisa Erdogan dixweze pevçûnên heyî weke destkeftiyên siyasî û aborî bikarbîne, heta di hîn cihan de rêbaza şantajê jî bikar tîne.

Ev ne cara yekê ye ku Erdogan bi doza Filîstin bazirganiyê dike, bi taybet jî dema pevçûn di navbera Filîstin-Îsraîl de hebe. Tê bîra her kesî ku beriya çend salan Erdogan di kongreya Dafos de çi kir. Wê demê ji ber dikarîbû lîstokan li ser Ereb, misliman û Filîstînê bizivirîne û wan bide bawerkirin, nav û dengê wî weke hezkirî û parzivanê doza Filîstîn belav bû. Piştî ku sefîrê xwe ji Îsraîl jî vekşand, guhertinên bazirganî baştir bûn.

*Dewleta Tirk di şerê Xezayê de li ku ye? Hûn dikarin li ser Hamas û têkiliyên wê yên bi Îsraîlê re çi bibêjin?

Erdogan li gor berjewendiyên partiya xwe tevger dike. Dem pêwîstî dît ku bi taybet kirîza aborî di Tirkiyê de giran bû,  maskeyek nû li rûyê xwe kir û bi rengekî nerm bi Îsraîl danûstanin çêkir ku pêwindiyên li ser hesabî Filîstînê sererastkir. Heta fermndarên Hemas û tevgera Cîhadî ji Tirkiyê derxistin. Di pêvajoya dawî ya şer de, Erdogan careke din dest bi bazirganiyê kir ku di gelek daxuyaniyan de xwe weke parêzvanê mislimanan nîşan da. Lê heta vê kêliyê jî hîn helwestên ji bo pêşkêşkirina alîkariya bi Filîstîn re ku a niha Xeza di bin bombebaraneke dijwartir de ye çênebû. Heta niha jî Erdogan banga agirbestê û lihevhatina bi Îsraîl dike,  li milekî din dixweze wêneya xwe ku piştî têkiliya bi Îsraîl, Rêjîma Baas û Îran re asayî û bi hêzkir li cem Ereb û Misiliman reş bû, baş bike.

Erdogan pêşniyakir ku dewleta tirk serêşiya navbertiya ji bo rawestandina şer, kir. Lê Îsraîl ew bi temamî paşguh kir. Xuya dike ku Erdogan dest ji tevgera Hemas ku piştgirî dayê û ji aliyê bîrdozî de AKP’ê û Hemas nêzî hevbûn, berda. Pêvajoya ku niha pêk tê li gor berjewendiyên Îran e ku rola dewleta tirk ji nedîtî ve û weke binket diyar dibe. Ev binket li aliyekî din ji bo Erdogan serkefine. Bi wateyeke din, lihevkirina Erdgoan bi Hemas re û hêrskirina Îsraîl dê bi bedelên giran bin. Lewra rêveçûna geşdanan bi di vê çarçoveyê de dikeve xizmeta dewleta tirk. Xwedî derketina Îran ji êrîşên Hemas re bandorê li wan nake, lê ji bo dewleta tirk heger heman helwestê nîşan bide, dê hesabên giran bide. Ji xwe Erdogan got ku Hemas ne tevgereke terrorist e, lê Îsraîl deweleteke dagirker e. Tevî vê daxuyaniya ku ji aliyê raya giştî ve weke daxuyaniyeke hişk hat pênasekirin, dewleta tirk heta niha jî sefîrê xwe ji Îsraîl venekşandiye.

*Pirsgirêka Îsraîl û Filistînê çawa dikare çareser bibe?

Ji bo şêwazû riya çareseriyê û zelalkirina nakokiyên dîrokî, tevlîhev û hestiyar yên di navbera Filîstîn, Îsraîl û hemû aliyên pêwindîar, dive ku hemû li ser maseya diyalogê rûnin û modela Netewa Demokratîk ku yek ji girîngtirîn rêbazên raseteqîn yên birêxistinbûn û rêvebirina xweser e, bingeh bigirin.

 Ne gengaz e ku mirov li ser derxistin û koçberkirina gelê Filîstînê ji warê wan bihizire. Bi taybet jî ku di wê erdîngariyê de gelên weke Xirstiyan, Cihû û Ereb hene û dikarin li gor rêgezên Netewa Demokratîk ku rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan weke dermanê hemû nexweşiyên Rojhilata Navîn ku bi pevçûnên olî, netewî û nijadî dagirtiye, li gel hev bijîn. Kiryarên Hemas yên li hember Îsraîl û yên Îsraîl li hember Filistin nayên pijrandin û dive şêwazekî ku bikeve xizmeta hemû gelên bi hev re dijîn were bikaranîn da ku dawiya vê aloziyê were.

*Şer herî zêde li jinan dixe. Di çareserkirina vê pirsgirêkê de divê jin çi rol bigrin?

Ev meheke ku jinên Xezayê azarên gelek giran di bin bombebaranê de dijîn. Zêdetirî 493 hezar jin ji ber şer koçberbûn û hejmar zêde dibe. Zêdetirî 900 jin hejînên xwe winda kirin  ku êdî ew berpirsyarên malbata xwe ne, hezar û 700 jin hatin qetilkirin, 50 hezar jin ducanî ne ku ji wan 5 hezar û 522 jin mehek ji welidîna wan re maye û 540 hezar jin di temenê zarokanînê de ne.  Ji bo vê dayîkên li Xezayê bi xeteriyên mezin re rû bi rû ne ku ew rojane tevî kêmbûna derfet û xizmetên tendirustî û dermanan, di nava tirs û şoqê de dijîn.

Di roja me ya îro de jin qûrbaniya yekemîn ya qirkirinên ku li hember gelan pêk tên. Civaka ku em tê de dijîn, ne tenê rêgezên xwe yên exlaqî û poltîk ji dest da, lê belê hemû tiştên xwe yên pîroz winda kir. Di demeke ku aliyek di nava pere, kêfxweşî û armaniyê de dijîn, aliyek ji şer, belengazî û birçîbûnê dimirin û ev rewş wiha berdewam dike. Ev jî di encama siyaset û kiryarên ku li ser jin tên pêkanîn ku netew-dewlet hemû listokên xwe yên qirêj li hember jinan bikar tînin.

Tevî rû bi rû hatina jinan ji hemû rêbazên tundiyê re, ji her demê zêdetir jin dikarin xwebirêxistin bikin li dijî qirkirina ku dijî serî hilde. Dive ku jin li dijî poltîkên ku jiyan dike, têbikoşe. Jin tevî hemû kiryaran jî, xwedî vîneke bihêz û rêxistinbûneke xûrt e ku dikare pergala qirker tune bike. Her wiha dive jin bernameyeke ku hevgirtin û yekîtiya jinan li ser asta Rojhilata Navîn birêxistin bikin da ku di ware piratîk de bandorê li ser hemû jinan bike. Dema jin bi zayenda xwe re yekîtiyê ava bike, wê demê tu hêz û pergal nikarin jinan qirbikin.