Jinên Xeza ên ku ji cihên xwe bûne di şertên zehmet de li berxwe didin
Ji ber êrîşên Îsrailê jinên ku bi ceribandinên xwe ji mirinê reviyane, li cihên ku xwe sipartinê di şert û mercên derveyî mirovî ji bo di jiyanê de bimînin hewl didin çareseriyekê ava bikin.
NAGHAM KARAJEH
Xeza- Ji ber êrîşên Îsrail li beramberî Zivala Xeza ji 7’ê Cotmehê heta niha berdewam dike û sivilan dike hedef, hêjmara kesên ku ji cih û warên xwe bûne giha 1 milyon û 400 hezaran. Jinên ku ji cihê xwe bûne, li cihên ku xwe sipartinê de hewl didin di şert û mercên zehmet de jiyan bikin. Jinên ku di xwe gihandina xwarin û ava paqij de zoriyan dikêşe, ji bo pêwîstiyên tuwaletê neçar dimîninin demek dirêj di rêzê de li bendê bimînin.
‘Mala me bêyî ku hişyarek were kirin hate hedef girtin’
Jinên ku ji cihên xwe bûne der barê zehmetî û pirsgirêkên ku jiyan kirine ji ajansa mere axivîn. Nerîman Abu Al-Kaas diyakir ku li herêmên sînorî fuzeyên cûda hatin avêtin û piştî ku bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan ev meheke xwe sipartina dibîstana ajansa Bayindir (UNRWA) ku nêzî alîkariya koçberên Filistinê a li Rojhilat ya Netewên Yekbûyî û wiha got: “Bêyî hişyariyan mala me hate hedef girtin, em reviyan stargehan. Piştre me zanî ku avahiya me a 4 qat ku 35 kes têde dijiyan bi temamî hilweşiya.”
‘Tarîfa êşa me jiyan kirî nîne’
Nerîman Abu Al-Kass da zanîn ku tarîfa êşa ku jiyan kirine nîne û wiha dom kir: “Şer bi dawî bibe avahiyek ya me a ku ez li gel zarokên xwe têde jiyan bikim nîne. Niha em xwarinên xwe ên rojane bi zorê peyda dikin. Li navendên stargehên UNRWA pirsgirêka xizmeta tendirûstiyê, paqijî, av û kehrebeyê tê jiyankirin. Xizmetên bingehîn û çavkanî nayên dîtin. Rojê ji bo em pêwîstiyên xwe ên pêwîst pêkbînin qapên vale û şîşe nivê wê neçar dimînin ava qirêj dagrin. Di heman demê de ji ber kêmaniya paqijî û amêrên ewlehiyê em zoriyan dikêşin. Bi taybet ji bo zarokan rewş felakete.”
‘Ji bo em di jiyanê de bimînin em çareseriyan ava dikin’
Nerîman Abu Al-Kass got: “Em ji fuzeyên ku heroj weke baranê dibariyan ne mirin emê ji birçan bimirin. Heta niha me ti qoliyê xwarinê negirtine. Bazarên ku zebze û fêkiyan di firoşin êdî nemane, xwe gihandina nan jî gelek zehmet bûye. Dagirker dixwaze me birçî bihêle û hêdî hêdî bikuje. Ji ber qûtbûna gazê, em agir pêdixin û nan çêdikin. Ji ber tu bijartekên me nîne. Em xelayek ku weke wê nehatiye jiyankirin jiyan dikin. Heta ku şer xilas bibe ji bo em di jiyanê de bimînin em çareseriyan ava dikin.”
‘Mahremiyet û ewlehî nîne şert û merc derveyî mirovahiyê ne’
Nerîman Abu Al- Kass bi bîrxist ku ji bo pêwîstiyên xwe ê tualetê pêkbînin neçar dimînin di rêzên dirêj de bimînin û wiha got: “Mahremiyet û ewlehî nîne. Keçên min rûyê xwe naşûn, cilên xwe jî naguhere. Cihên sitargeh gelek qerebalixe û em li gel malbatên ku em nas nekin jiyan dikin. Rewşa min a tendirûstiyê her ku diçe xira dibe. Ez hertim dibin kontrola bijîjkan deme. Nexweşiya min ya diyabet a kronik heye. Ez neçarim her 20 roj testa xwînê çêbikim. Gelek nexweşên kronik hene di rewşa ji qedera xwere hatine terkkirin. Li navendên stargeh em şert û mercên derveyî mirovî jiyan dikin. Li erdê bê bataniye, bê doşek ên dinivin hene. Meznahiya felaketên cîhanê, asta trajediya me dibîne.”
‘Em ji mirinê reviyan’
Aida Muhamad amaje bi wê yekê kir ku piştî biryara tahliyeya mala wan ji nişkave û bi tirs ji mal derketin û ji ber wê jî cil û pêwîstiyên xwe ên bingehîn, belgeyên nasnameyê li gel xwe ne anîne û got: “Beriya ku mala me li ser me de were em zû reviyan û me hewl da em canê xwe rizgar bikin. Em ji mirinê reviyan.”
Ew qomaşên ku komkirine weke paçê zarokan bi kartînin
Aide Muhammad da zanîn ku ji ber nirxên zêde ji bo zarokan nikarin paç bikirin, ji qomaşên ku komkirine weke paçê zarokan bi kartînin û got: “Ez ew cilên ku hatin bikaranîn kom dikim. Li vêderê jiyan nîne. Rumet û aramiya me ji destê me hate girtin. Her roj bi giranahiya wê derbaz dibe û em bi xwe êşên nû jiyan dikin, bi taybet jin…”
Aida Muhammad bal kişand ku berpirsyartiya malbatê li ser milê jina ne û got: “Jinên ku li navendên sitargeh, rastî her cûrê êşê tên. Em her roj pilan dikin ku emê çawa karê xwe rêve bibin, emê dahata malbata xwe çawa dabîn bikin û pêwîstiyên bingehîn çawa peyda bikin.”