Rojnameger hatin girtin: Dê ev pergala Harami hilweşe

Derbarê Dîcle Muftuoglu, Sedat Yilmaz û 3 kesên li gel wan biryara girtinê hat dayîn. Rojnamegeran di derketina dadgehê de bang kirin û gotin, “Dê ev pergala harami hilweşe.”

Enqere – Ji 19 kesên ku di nav wan de Hevseroka Cemiyeta Rojnamegerên Dîcleyê (DFG) Dîcle Mûftûoglû û edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz jî di nav de ji 19 kesên ku di çarçoveya lêpirsîna Enqereyê de di operasyonên li 15 bajaran de hatibûn binçavkirin, 15 jê bi girttin 3 jê bi şertê kontrola edlî sewqî Dadgeha Cezayê Giran a Nobedar a Enqereyê hatibûn kirin. Lêpirsînên wan bidawî bû.

5 kes hat girtin

Dadgehê derbarê rojnameger Dîcle Mufluoglu û Sedat Yilmaz û Erol Balcı, Abdurrahim Tanyeli ve Ramazan Debe de biryara girtinê da. Selma Yılmaz, Cahit Kanbay, Cihan Guneş, İsmail Adanmış, Cahit Ablay, Mahmut Dogu, Devran Ak, Şemsettin Toprak, Mehmet Emin Yıldırım ve Cevdet Ismailogulları, Hasan Ozhan, Evin Ozbek ve Suat Karagoz bi qedexeya îmze û qedexeya derketina derveyî welat bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Rojnameger Sedat Yilmaz ê derbarê wî de biryara girtinê hat dayîn li ber deriyê dadgehê got, “Ev pergala haramî 10 roj şûnde bi dawî dibe, hilweşiya, dê hilweşe.”