Rojnameger Dîlan Osman: Êrîşên li ser Minbicê li ser îradeya azad bû - HEVPÊYVÎN
Rojnameger Dîlan Osman a ku êrîşên li ser Minbicê û berxwedaniya şervanan kêlî bi kêlî dişopand got ku berxwedanî û ruhê fedaî yê şervanên azadiyê ku li Minbicê li ber xwe dan, rûpeleke nû li dîrokê vekiriye.
PERWÎN AMARA
Qamişlo - Li ser herêmên rizgarkirî her diçe êrîş, dagirkirin û kiryarên derzagonî û dermirovî zêdetir dibin. Yek ji van deveran jî bajarê Minbicê ye ku ev demek e rastî êrîşên pir dijwar dihat. Şervanên YPJ'ê, QSD'ê û YPG'ê li dijî êrişan berxwedanekê dîrokî meşandin. Di 6’ê Kanûnê de çeteyên girêdayî dewleta Tirkiyeyê, êrîşên xwe li ser bajarê Minbicê dijwartir kirin. Di van êrîşan de gelek sivîl û mirovên ku parastina xaka xwe dikirin bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Şêniyên Minbicê yên ji ber êrîşan neçar man malên xwe biterikînin, hê jî ji aliyê çeteyan ve tên astengkirin û çeteyên dewleta Tirk nahêlin ku şênî ji bajêr derkevin.
Rojnameger Dîlan Osman a ku bi xwe kêliyên êrîşên li ser Minbicê dişopand vê rewşê ji ajansa me re nirxand.
*Wek rojnamegerek we êrîşên li ser Minbicê şopand. Ji destpêka êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê heta niha çi qewimî, berxwedanek çawa hat raberkirin?
Êrîşên çeteyên li ser Minbicê mirov nikare tenê bi navê çeteyan bigre dest, ji ber ku ev êrîş yekser ji aliyê dewleta Tirk û MÎT’a wê ve hat kirin. Minbic berê jî herêmeke ku her êrîş li ser dihatin kirin bû lê di 6’ê Kanûnê de, çeteyan êrîşên xwe dijwartir kirin. Ji roja ku Minbic rizgar bûye heya niha ev êrîş li ser Minbicê ranewestiyane. Gelek caran ji bo ku ev pergala demokratîk li wê heremê neyê rûniştandin, MÎT’a dewleta Tirk gelek şaneyên xwe yên veşartî li wir bi rêxistin kiribûn. Ji aliyê van şaneyan ve gelek caran ji bo xirabkirina vê pergalê êrîşên psîkolojîk û rêbazên şerê taybet pir bi dijwarî li ser gel dihatin meşandin. Dixwestin metirsiyek wisa li ser wî gelî ava bikin ku gel tu car xwe nêzî vê pergala demokratîk neke. Ev êrîş bi piranî li ser xeta gundewar û xeta sînor dihatin kirin. Êrîşên ku rojane li ser Minbicê dihatin kirin, hemû jî berdawamiya van êrîşan bûn.
*Bi êrîşên dijwar û ketina çeteyan Minbic hat dagirkirin. Ev yek çawa bû weke rojnameger dema ku we rewş dişopand?
Ev êriş di serî de li hemberî îradeya azad û îradeya tevahî jinên ku li wê herêmê xwe bi rêxistin kiribûn pêk hat. Em hemû jî dizanin ku beriya Minbic rizgar bibe jinên Minbicê di rewşeke çawa de bûn lê di van êrişên li ser Minbicê de dema me ew berxwedaniya ku di xeta gundan de dihat meşandin didît, bandorek mezin li ser me dikir. Ji bo rûmeta wan jinan were parastin, şervanên YPJ’ê û hemû jinên ku cihê xwe di Meclisa Leşkerî û Asayîşê de digirtin bi qehremaniyeke mezin û bi ruhê fedayî cihê xwe di çeperên şer de girtin. Li hemberî her planeke çeteyan, planên şervanan jî bi pêş diketin. Gelek şervan ji bo ku nekevin destên çeteyan bi guleyên xwe, dawî li jiyana xwe anîn. Di xeta başûr de xwestin çemberek ava bikin ku şer bikeve bajar û hemû çete di wir de werin tunekirin. Mirov çiqas qala berxwedaniya wan şervanan bike ew ê têr neke, her yek ji wan mîna ku li hemberî artêşekê şer bike rola xwe di vî şerî de lîst. Dema ku em bi van dîmenan re rûbirû diman, gelê Minbicê 8’ê Kanûnê ji bo ketina Sûriyê li gelek devaran pirozbahî li dar dixistin. Gelê Minbicê miletek ku bi salan di bin desthilatdariya Rejîma Esed de bû rastî kiryarên qirêj hatibû, heta gelek girtiyên ku di zindanên Sûriyê de bûn bi xwe ji gelê Minbicê bûn û wî gelî kêfxweşiya vê dijiya.
*Me dît ku çeteyên ketin Minbicê destpêkê êrîşî jinan kirin. 3 endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya bi hovane hetin qetilkirin. Wan jinan li dijî hişmendiya DAIŞ’ê bi salan têkoşîn meşandibûn li wê heremê û bi giştî metirsiyek li ser destkeftiyên jinan heye hûn vê yekê çawa dinirxinin?
Di êrîşên li ser Minbicê de berxwedaniya jinên Minbicê yên ku li hemberî wê pergala qirêj şer dikirin moralek mezin dida me. Yek ji endamên Kombûna Jinên Zinûbiya Qemer Sûd di êrîşa li ser Minbicê de şehîd bû. Ew çeteyê ku Qemer Sûd şehid xist jî bi xwe xalê wê bû. Yek ji sembolên berxwedaniyê jî hersê jinên Kombûna Jinên Zenûbiya şehîd Eyşe, Qemer û Îman bûn ku di wî şerî de bi rengekî hovane hatin şehidxistin. Şehîd Qemer tevî ku gelek caran bi tehdîdan re rûbirû mabû jî heya deqeya dawî dev ji têkoşîna xwe berneda. Di vê bûyerê re mirov careke din pergala mêrên serdest ku jinan bi tu awayî qebûl nake û hemû mafên wan ên jiyanê desteser dike bi awayekî aşkere dibîne. Divê mirov jiyana van her sê jinên berxwedêr baş vebêje. Wan li hemberî kîjan hişmendiyê şer dikirin, divê ji bo me bibin wek dibistaneke fêrkirinê. Berxwedana wan jinan, bandor li ser jinên din jî dikir. Di vî şerî de gelek jinên ku li kêleka me sekînin û heta dawiyê bi me ra man û xwedî li axa xwe derketin jî hebûn. Gelek cihên ku berxwedanî lê bi dijwarî hat meşadin jî hebûn, hindek cih hebûn sed kesê êrîşê şervanan dikirin, evqas şerekî bi hovane dihat meşandin. Hevalên weke şehîd Mizgîn Qamişlo ku di nava Hêzên Asayîşê de cih digirt li hemberî çeteyan bi berxwedaniyeke pir mezin li ber xwe da û herî dawî jî ji bo ku nekeve destên dijmin teslîmbûnê qebûl nekir û bi guleya xwe dawî li jiyana xwe anî.
*Di dema şopandina rewşa qadê de dîmenekî ku herî zêde bandorê li we kir çi bû?
Weke rojnamevan rewşa ku em pê re rûbirû hatin, em gihîştin wê zanebûnê ku em di Minbicê de bin neketin. Zarokên ku tiştek fêm nedikirin destên wan li jor û digotin bijî QSD. Vê yekê nîşan dida ku li wir em bi ser ketine. Di êrîşa li ser bajarê Minbicê de bûyerên ku herî zêde bandorê li ser min kir, berxwedaniya ku li nexweşxaneya leşkerî hat kirin bû. Heya deqeya dawî berî ku Minbic were dagirkirin jî komek hevalan li wir parastina wan hevalên birîndar û şehîdên di nexweşxaneyê de dikirin. Yên ku li wir şer dikirin bi temen jî ne kesên xwedî ezmûn bûn lê carna îrade sînoran derbas dike. Li ber deriyê nexweşxaneyê hevalekî sekvan hebû. Wî mîna heval, mîna artêşek, bi rojan nexweşxaneyê ji çeteyan parast ji bo ku hevalên li wir nekevin dest. Ev berxwedanî wê tu carî di dîroka me da ji bîr nebe. Ev kêliyên ku me li wir bi xwe dîtin, em rojnamevan em ê berxwedaniya wan hevalan kêlî bi kêlî di jiyana xwe da bidin jiyîn.
*Bi van geşedanên ku li tevahî Sûriyê didomin metirsiyek çawa li pêşiya jinên Sûriye heye û li hemberî vê berpirsyariya ku dikeve ser milên jinan çi ye?
Gihertinên li Sûriyê, hê nediyar e ku wê di demên pêş de metirsiyek çawa bi xwe re bînin. Dema ku em qala gelek rewşên tên jiyîn dikin, wê rewşa Sûriye jî ji van ne cuda be. Li derveyî herêma Rêveberiya Xweser, herêmên dagirkiri yên ku di bin serweriya çeteyên dewleta Tirk de ne, em dibînin ku rojane jin bi rewşên çawa re rûbirû tên. Em dibînin ji niha ve gelek biryar li ser jinên Sûriye hatine dayîn. Jinên ku di saziyên edaletê de cih digirtin biryar hat girtin ku êdî di wir de cih negirin û di heman demê de biryar hat girtin ku jin serê xwe bigrin. Wê ev biryar ji bo çand û nasnamaya gelên Sûriyeye jî xeterên gelekî mezin bi xwe re bîne. Em jinên rojnamevan û rêxistinên parastina jinan jî, di warê xetera li ser jinan de xwe berpirsyar bibînin û li têkoşîna hemû jinan xwedî derdikevin.