Rojnameger Derya Ren hat berdan

Rojnameger Derya Ren a ku berdana wê hat taloqkirin ji girtîgehê derket.

Amed- Nûçegihana me Derya Ren tevî gelek rojnamegeran di 25’ê Cotmeha 2022’an de li Amedê di serdegirtina malan de, di çarçoveya lêpirsîna Enqereyê de bi hinceta cezayê girtîgehê li cihê cuda hatiye dîtin, hatin binçavkirin û girtin. Derya ku piştî 3 sal û 13 meh û 15 roj cezayê hepsê yê ku ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 6emîn a Rihayê ve bi hinceta "Bi zanebûn alîkarî daye rêxistinê" di sala 2022'yan de ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin hat girtin, sewqî Amedê hat kirin. Di 31'ê Tebaxa 2023'an de ji bo "Serbest berdana bi şert" ji 1'emîn Dadweriya Înfazê re daxwazname şandibû û heyeta dadgehê bi hincetên pûç daxwaza Derya red kir. Serlêdana Derya ya ku di meha Hezîranê de derxistin pêşberî Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê, bi biryara lijneyê 3 mehan hat taloqkirin. 

Piştî taloqkirina berdana wê, Derya îro ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê hat berdan. Endamên Koneleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG), dost û hevalên rojnameger li ber girtîgehê bi çepikan Derya pêşwazî kirin.