'Rojnamevanên jin bi keda xwe rastiyan belge dikin'
Xebatên çapemeniyê ku beşek gelek girîng e ji bo ragihandina rastiyê bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re zêde bû. Rojnamevanên jin bûn dengê rastiyê, dîrok, têkoşîn û berxwedanê bi pênûs û kamerayên xwe ji nû ve nivîsandin.
NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Di serdemeke ku şer êdî tenê bi çekan nayên kirin de, ragihandin bûye qada şer ku rastî û dezenformasyon li nava hev dikevin û agahî wekî amûrek ji bo bandorkirina hişmendiya civakî û şekildana raya giştî tên bikaranîn. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi pêşketina Şoreşa Rojava re, rojnamevanên jin di navenda vê pevçûnê de derketin holê, bûyeran ji qadê ragihandin û mafê raya giştî yê gihîştina agahdariya rast parastin û heta niha jî diparêzin.
Rojnamevan Hêvîdar Xalid ji nûçegihana ajansa me re behsa xebatên ragihandinê yên li Rojava, kir. Hêvîdar Xalid diyar kir ku li herêmên Sûriyeyê bi saya keda rojnamevanên jin şoreşa jinan li seranserê cîhanê hatiye nasîn.
Hêvîdar Xalid bal kişand ser zehmetiyên ku ragihandina Kurdî di dema rejîma Baasê de kişandine û wiha dest bi gotinên xwe kir: “Dema ku bihara gelan li Sûriyeyê destpê kir, şert û mercên ragihandinê li vê qadê hinekî taybet bûn û di derfetên kêm de di hatin meşandin. Siyaset her wiha kiryarên giran ji aliyê hikûmeta Baasê ve ku li ser desthilatdariyê bû dihatin pêkanîn. Belê ne tenê ji bo çapameniya Kurd û çapemeniya jinan, ji bo tevahî kesên ku li dijî vê hikûmetê bûn her wiha rojnamevanan ku nikaribûn xebateke baş bimeşînin rewş wiha bû. Tevî zext, şert û mercên herî zehmet jî xebat dihat meşandin.”
‘Li Sûriyeyê nivîsandina gotarek an raporek gelek zehmet bû’
Hêvîdar Xalid anî ziman ku di salên 1990'î de gelek Kovarên Kurdî li derveyî Sûriyeyê bi awayekî veşartî dihatin çapkirin û wiha domand: “Kovara dengê jiyan, kovara dengê Kurdistan her wiha gelek kovarên din di salên 1990'î de li derveyî Sûriyeyê hatin çapkirin. Li Sûriyeyê beriya şoreşê heta ku gotarekî yan raporek bihata nivîsandin gelek zehmet bû, ji ber ku bi awayekî veşeratî dihat kirin. Bi pêla krîza li Sûriyeyê rû da re, hinek kesan vê yekê weke şoreşa Sûriyeyê bi nav kirin lê belê ew şoreş ji bo azadiyê û dawiyê li desthilatdariyê bîne pêk hat. Li Rojava piştî şoreşa 19 Tîrmehê di aliyê civakî de ew şoreşa ku li gelek qadan destpê kir, hinek şert û mercan guherand. Di warê pêşengiya jinan, çandî, hunerî û bi taybetî di aliyê ragihandinê de gelek şoreş çêbûn û gavên girîng hatin avêtin.”
‘Pêwîst e dîroka vê şoreşê bi fikir pênûs û hizra jinan were nivîsandin’
Hêvîdar Xalid da zanîn ku jinan îmzeya xwe li şoreşê xistine, bi taybetî rojnamevanên jin roleke girîng di şoreşê de lîstin û got ku rojnamevanên jin dîroka şoreşa Rojava belge kirine û wiha domand: “Gavên ji bo ragihandinê bi zehmetî û bi kedeke mezin hatin avêtin. Her wiha xebatkarên çapemeniyê û rojnamevanên jin bi taybetî di gelek şert û mercên zehmet de derbas bûn. Ji ber ku li vê herêmê cara yekemîn bû jin beşdarî xebateke bi vî awayî dibûn. Her wiha tiştekî nû bû, jinan kamera rakirin, nivîandin û xwe îfade kirin. Şoreşa ku li Rojavayê Kurdistanê hatibû destpêkirin, pêwîst bû dîroka vê şoreşê bi fikir, pênûs û hizra jinan were nivîsandin. Ji ber vê yekê di nava saziyên ragihandinê de her wiha gelek saziyên xweser de jî sazî û rêxistinên jin di nava destkeftiyên şoreşê de hatin avakirin û pêşengî ji şoreşê re kirin. Di heman demê de xwestin bibin deng û rengê vê şoreşê. Bi hişmendiya neteweya demokartîk, jiyana azad û li ser fikra xwişkîtî-biratiya gelan ku hemû pêkhate bi fikir, reng û çanda xwe jiyana hevbeş bijîn.”
‘Ji bo ku rastî di tarîtiyê de nemîne têkoşînek mezin hat meşandin’
Hêvîdar Xalid destnîşan kir ku rojnamevanên jin ji bo rastiyê belge bikin gelek caran canê xwe fedayî vê şoreşê kirine û wiha pê de çû: “Tevî derfetên kêm û zehmet pêşengiyeke mezin hat kirin. Di oxira vê xebatê de gelek rojnamevanên jin ji bo ku rastî di tarîtiyê de nemî e, têkoşîneke mezin dan meşandin heta gihîştin asta şehadetê.”
‘Rojnamevanên jin berxwedana Kobanê bi tevahî hûrguliyên wê şopandin’
Hêvîdar Xalid diyar kir ku rojnamevanên jin li Kobanê gelek çîrokên berxwedanê belge kirine û wiha berdewam kir: “Di berxwedana Kobanê de, di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ku bi awayê gelek hovane êrîşê Kobanê dikir de jinên rojnamevan li eniyên herî pêş bûn. Wan bi kamera û pênûsên xwe berxwedanê ji cîhanê re ragihandin û heta niha jî xebatên rojnamevaniyê dimeşînin. Rojnamevanên jin berxwedanê bi tevahî hûrguliyên wê şopandin. Her wiha gelek çîrokên berxwedanê, yên şervanan, dayîkan û çîrokên rojnamevanên ku ji bo rastiyê şehîd bîne nivîsandin û kirin malê dîrokê. Di ewqas rewşên zehmet de xebatekî bi bandor hat meşandin. Vê rastiyê hişt ku berxwedana jinan li derveyî welat û li tevahî cîhanê deng vede. Ev yek bi saya kamera û pênûsa rojnemevanan çêbû.”
‘Jinan bi riya bername dosya û nûçeyên xwe rêgezên azadiya jinan dan nasîn’
Hêvîdar Xalid anî ziman ku roja îro televîzyona jinan û ajansên jinan ên xweser hene da zanîn ku encamên têkoşînê ne û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Roja îro gelek sazî li Rojavayê Kurdistanê û li ser asta Sûriyeyê xebatên ragihandinê dimeşînin. Bi taybetî li hemberî mêr, ragihandina alternatîf a ku jinan li Rojava xwestin hemû qalibên li ser jinan tên ferzkirin bişkînin. Di çapemeniya desthilatdariyê de karekî gelek sînordar didan rojnamevanên jin lê belê di çapemeniya Rojava de modela neteweya demokratîk, exlaqî û polîtîk, li ser bingeha naskirina îrade, pêşengî û cewhera jinan a rastî tê meşandin. Roja îro televîzyon û ajansên jinan li ser asta Rojhilata Navîn çêbûne. Jinan bi riya bername, dosya û nûçeyan xwe dan nasîn pîvanên jinên azad diyar kirin. Ev hemû encamên têkoşîn û destkeftiyên şoreşa jinan in. Jinên ji hemû pêkhateyan tevlî xebatên ragihandinê bûn û roleke girîng lîstin."