Roja 774’an: Feraseta ku edaletê pêk nayne dê wenda bike

Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar ên 774 roj in li ber Edliya Rihayê nobeta edaletê didomînin gotin, “Feraseta ku edaletê pêk nayne dê wenda bike.”

Riha – Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du kurên wê ji aliyê xizm û parazvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di roja 774’emîn de didome.

Malbata Şenyaşar îro jî hatin li ber Edliyeya Rihayê û li ber pankarta "Ji bo Malbata Şenyaşar edalet” çalakiya xwe berdewam kirin. Malbat li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev parvekirin kir: “774 roj in em li ber Edliya Rihayê li benda edaletê ne. Feraseta ku edaletê pêk nayne dê wenda bike!”