Roja 696’emîn: Edalet bi qurbanî parlamenterekî AKP’î kirin

Malbata Şenyaşar a di roja 696’emîn de Nobeta Edaletê didomîne ev peyam parve kir: “Li Paytexta Îslamê ya 2023’an Rihayê edalet bi qurbanî parlamenterekî @akpartiurfa hatiye kirin. Hewcehî bi gotineke din nîn e!”

Riha - Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parastvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, li pêşiya Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, di roja 696’an de berdewam dike.

Emîne Şenyaşar ji ber ku nexweş bû nekarî tevli nobetê bibe. Ferît Şenyaşar hate pêşiya Edliyeya Rihayê û nobeta xwe domand. 

Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Li Paytexta Îslamê ya 2023’an Rihayê edalet bi qurbanî parlamenterekî @akpartiurfa hatiye kirin. Hewcehî bi gotineke din nîne! Têkoşîna me di roja 696’an de ye.”