Roja 50’yemîn a erdhejê: Ji bin kavilan cenaze derdikevin
Di roja 50'emîn a erdhejê de li navçeya Defne ya Hatayê xirabeyên avahiyan tê rakirin, ji maleke cenaze hat derxistin.
Navenda Nûçeyan – Li Hatayê ku di erdheja 6’ê Sibatê ya navenda wê Mereşê de hema bejê hemû avahî bi erdê re bû ye, xebatên rakirina xirbeyan berdewam dike.
Hat diyarkirin ku li bajarê ku ji roja ewil a erdhejê ve xebatên lêgerîn û xilaskirinê netêr dibîne, hêj di xirbeyên hin avahiyan de xebat nehatine meşandin. Duh di roja 50’emîn a erdhejê de li Apartmana Gûn a 5 qatî ya ku di Kolana Ugur Mumcu ya Taxa Defneyê ya Hatayê de, cenazeyek hat lidarxistin. Hate hînbûn ku cenaze aîdê Behçet Temîzkan e ku li qata 3'emîn a avahiyê jiyan dikir.
Tê diyarkirin ku hêj di xirbeyên avahiyê de cenaze hene.