Roj bi roj kiryarên li dijî şênî û xwezaya Efrînê zêde dibin

Parêzer û çalakvana mafê mirovan Roşîn Hedo ya li ser binpêkirinên mafan û kiryarên dermirovî yê li Efrînê pêk tê axivî destnîşan kir ku ji ber bêdengiya navnetewî 5 sal in her roj kiryarên xirab li dijî şênî, xweza û dîrokê zêdetir dibin.

RAPERÎN BEKIR

Şehba – Dewleta Tirk tevî komên çete yên girêdayî wî di 20’ê Çileya 2018’an de li dijî Efrînê êrişên dagirkeriyê da destpêkirin. Piştî berxwedana 58 rojan a gelê Efrînê di 18’ê Adara heman salê de Efrîn hat dagirkirin, 300 hezar kes neçar man ji ber êrişên dewleta Tirk koç bibin. Di nav 5 salên dagirkeriyê Efrînê de di serî de jin û zarok gelek binpêkirinên mafên mirovî, kiryarên dermirovî hatin jiyankirin.

Li gorî bîlançoya Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn Sûriyeyê ji pênc salên dagirkirina Efrînê de zêdetirî 8 hezar û 695 kes hatine revandin, zêdeyî 667 kes hatine kuştin, bêtirî hezar jin hatine revandin, 96 jin hatine qetilkirin di nav de 8 jin bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane û ji aliyê çeteyên dagirker ên dewleta tirk ve destdirêjî li ser 72 jinan hatine kirin. Parêzer û çalakvana mafê mirovan Roşîn Hedo derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî.

Guhertina demografya

Roşîn Hedo bal kişand binpêkirinên mafê mirovî yê di 5 salên dagirkeriyê de li Efrînê rû daye û wiha got: “Ji 5 salan ve ye dagirkeriya Tirk û çeteyên xwe hemû cureyên sûcan û binpêkirinan bi bihaneyên cuda û bi siyasetek plankirî li bajarê Efrînê pêk tînin. Tirkiye jixwe ji destpêkê ve li ser bingeha qirkirina gelan û kêmaran ava bûye lewre ev binpêkirinên Tirkiyeyê li gor raporên navdewletî bûne sûcên şer. Ji destpêka dagirkeriya bajarê Efrînê ve 300 hezar şêniyên wê bo zorê koçî kantona Şehba û herêmên cuda yên Sûriyeyê kirin. Tirkiyeyê zêdetirî 400 hezar kes û malbatên çeteyan li şûna xelkê Efrînê yê resen li herêmê bi cih kir. Ev jî nîşaneya mezintirîn operasyona guhertina demografîk e di sedsalên dawî de.”

Di berdewamiya nirxandinên xwe de Roşîn Hedo îşaret bi kampên ku ji bo guhertina demografya hatine çêkirin kir û wiha got: “Ji ber zêdebûna hejmara malbatên çeteyan li Efrînê û malên heyî têra wan nekirin, dagirkeriya Tirk bi dehan kamp û cihên niştecihbûnê li bajar ava kirin. Bêguman ev kamp bi piştgiriya rêxistinên girêdayî hin dewletên Ereb hatin avakirin, bi armanca guhertina demografîk li herêmê pêk bînin.”

Êrişên li dijî mirov û xwezayê

Roşîn Hedo bîlançoyên rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûriyeyê der barê binpêkirinên Tirkiyeyê li bajêr belav kirine de wiha tîne ziman: “Zêdetirî 667 bûyerên kuştinê hatine belgekirin di nav de bûyerên mirina di bin îşkenceyan di girtîgehên çeteyan de ne. Her wiha zêdetirî 372 dar û 500 darên ehrajan û zeytûn û fêkiyan hatine jêkirin, li gel zêdetirî 13, 500 daran şewitandine û zêdetirî sêyeka rûberên çandiniyê jî şewitandine. Ji bo herêmên arkeolojîk jî wan zêdetirî 59 cih û girên arkeolojîk li Efrînê hatin rûxandin. Zêdetirî 28 perestgehên olî yên olên cuda bi hev re li Efrînê dijîn, bi taybetî yên Êzidiyan hatin rûxandin û gelek goristan hatin xirabkirin û kirin bazarên sawalan.”

Herî kêm hezar jin hatin revandin, 96 jin hat qetilkirin

Roşîn Hedo anî ziman ku ji van kiryarên dermirovî herî zêde jin bandor dibin, lewra êrişê herî mezin jî li dijî jinan tê kirin û wiha domand: “Jin li Efrînê herî zêde rastî binpêkirinan tên ji ber ku ew jin hê jî bi projeya Netewa Demokratîk bawer dikin û li ser esasê wê dimeşin tevî hemû astengiyan. Wan şer bi kapîtalîzmê re kir û hê jî berdewam dikin. Tevî derfetên kêm lewre Tirkiye hewl dide vîn û hêza jinan bişkîne û mafên wan binpê bike. Ji destpêka dagirkirina Efrînê ve zêdetirî hezar jin hatine revandin û 96 ji wan hatine kuştin û çarenûsa gelek jinan jî nediyar e. Hew wiha jinên di girtîgehan de rastî destdirêjiyê tên zêdetirî 72 bûyeran hatine tomarkirin, li gel hemû cureyên îşkenceya bedenî û derûnî.”

‘Ddivê erka xwe bi cih bînin!’

Roşîn Hedo ya da zanîn ku ji kiryarên li Efrînê tê kirin tevahî sazî û dezgehên ku xwe wek parastina mafên mirovan penase dikin berpirsiyar in û wiha bidawî kir: “Hemû sûcên ku Tirkiye li Efrînê dike sûcên dijmirovî ne, dikevin nava sûcên şer û qirkirina komî. Ev jî pisporiya Dadgeha Sucan ya Navdewletî ye divê rêxistinên navdewletî û mafan, di serî de rêxistina Xaça Sor a navnetewî serpereştiya pêkanîna peymanên Cinêvê bike der barê parastina sivîlan û mafên wan di demên şer de. Her wiha sînorekî ji binpêkirinên Tirkiyeyê re li hemû bajarên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê deyne.”