RJAK’ê li dijî tecrîdê kampanya da destpêkirin

Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê kampanya name nivîsandin dan destpêkirin.

Silêmanî – Îro Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê RJAK’ê li ofîsa xwe ya bajarê Silêmaniyê bi daxuyaniya çepemeniyê ragihandin li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kampanyaya nameyan dane destpêkirin.

Beriya daxuyanî were xwendin RJAK’ê bi boneya salvegera wefata dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Uveyş Ocalan ku di 11’ê Nîsana sala 1993’an de jiyana xwe ji dest da bi bîr anîn.

Endama Komîteya Azadî Ji Bo Ocalan Çirû Şiwanî daxuyanî xwend û wiha got: “Di 15’ê Sibata sala 1999’an Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployek navnetewî hat girtin. Ev 25 sale Rêber Ocalan li girtîgehê tê girtin û li hemberî vê yekê gelê Kurd bêdeng nabe.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Fikrên Rêber Ocalan azadiya jinan zindî kiriye û dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ li Îmralî derketiye û niha jî bûye sembola azadiya jinên cîhanê û bûye ronahiya riya tarî ya jinên Kurd, ev jî berhemên xebat û têkoşîna Rêber Ocalan li girtîgehê dide meşandine. Ev du sal in tecrîdek girankirî li beramberî Rêber Ocalan tê meşandin û bi tu awayî em xeberekê ji Rêberê xwe nagirin û bi tu awayî hevdîtin li gel malbat û parêzeran nayê pêkanîn.”

‘Kampanya wê heta dawiya Nîsanê bidome’

RJAK’ê di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku wan dest bi kampanaya nivîsandina nameyan kiriye û wiha hat gotin: “Em weke rêxistina jinên Azadiya Kurdistanê RJAK’ê li hemberî vê binpêkirinên dewleta Tirk bêdeng nabin û me dest bi kampanyaya nivîsandina nameyan ji bo Neteweyên Yekbûyî û Mafê Hêvî ragihand. Her wiha em daxwazê li jinên çar parçeyên Kurdistan û cîhanê dikin ku beşdarî vê kampanyayê bibin û wê kampanyaya me heta dawiya meha Nîsanê didome.”