RJAK’ê li dijî siyaseta çewisandinê banga têkoşînê li jinan kir

RJAK di daxuyaniya ku parve kirî de destnîşan kir ku divê jin ji bo dawîkirina sîstema zordestî ya li ser jinan tên kirin, hewldanên cidî bên kirin û gang li hemû jinan kir ku dijî siyaseta çewisandinê bibin yek û xwest kujerên jinan werin cezakirin.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) der barê rewşa jinan ya li Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek niviskî belav kir. Di daxuyaniyê de bal li ser kuştin û tundiya li dijî jinan a her ku diçe zêde dibe hat kişandin û li dijî vê siyaseta çewisandinê banda têkoşînê li jinan hat kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Tevî guhertinên di hemû beşan de, rewşa jinan ya li Başûrê Kurdistanê piştî raperînê ber bi rewşek xirab ve çûye. Jin her tim dibin navên cûda û hêcetên cûda de rastî tundî û kuştinê tên. Gelek caran jî sedema kuştinê bi xwe şewitandin, xeniqandin û hebûna nexweşiya derûnî ve girêdidin. Ev yek jî weke amûrek ji bo veşartina kujer ku zilamin tê bikaranîn.”

Tundiya li dijî jinan zêde dibe

Ji serê salê ve li gelek herêman, gelek dosyayên kuştin û tundiyê derketin, hemûyan jî xistin paş perdeyê. Ji bilî vê jî gelek caran kujer demek kurt tên binçavkirin û piştre tên berdan. Li vir rêz li yasayê nayê girtin, desthilatdariya eşîrtî, navbeynkariya partî û malbatî cihê qanûnê digre. Bi hezaran bûyerên weke destdirêjiya zayendî, şikandina rûmeta kesî, êşkence, kuştin û gelek bûyerên din, li navendên yasa û rêxisitnên mafê mirovan û civaka sivîl hatine veşartin. Ev jî di pileya yekem de sedema zêdebûna tundiyê ye. Rêjeya tundiya li beramberî jinan gihaye astek bilind, ev tundiya li beramberî  jinan piranî  di bin navê namus, ol û gelek hêcetên din tê kirin.

Banga têkoşînê

Divê jin berovajiyê van encamên ne zelal û têra çareseriyê nakin, xwe bi rêxistin bikin. Divê jin bi hemû cûdahiyên olî, îdeolojî, siyasî ji bo bi dawîkirina vê sîstema zordestî a li ser jinan tên kirin, hewldanên cidî bikin. Ji bo ku jin êdî bindest nemînin, yan jî weke mirovek di pileya duyemîn de nemîne, divê kujerên jinan li gorî yasayê bên cezakirin.”