RJAK'ê li dijî polîtîkayên şerê taybet banga têkoşînê kir

RJAK'ê diyar kir li Herêma Kurdistanê diyardeya qumar, madeya hişbir û bazirganiya jinan zêdebûye, jinan ji ber deynên qumarê tên firotin û banga têkoşînê kir.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistan (RJAK) têkildarî zêdebûna diyardeya qumar, madeya hişbir û bazirganiya jinan ya li Herêma Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand.

RJAK'ê balkişand jin bi taybetî di qumarxaneyan de dibin mijara bazartiyê, xwest hemû saziyên sivîl û saziyên pêwendîdar kir ku bertek nîşan bidin û bang kir di vê mijarê de tedbîrên cidî bên girtin.

'Jin ji ber deynên qumarê tên firotin'

Di daxuyaniya RJAK’ê de hat gotin, “Îro Başûrê Kurdistanê bi xetereyên mezin ên siyasî, leşkerî û aborî re rû bi rû ye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê hertim ji ber ku gel li hember qeyrana tê jiyîn li dijî hikûmetê refleksên xwe dernexîn, bi berdewamî rojevên cuda derdixe û civakê li dora van rojavan mijûl dike. Firotina jinê ya ji bo deynên qumarê mînaka herî dawî ya vê rewşê ye. Dema ku mirov, malbat û civak ji nirxên xwe yên civakî dûr bikevin, tê rewşekî ku serweran hin zêdetir bi hêsanî dibin hikûm bikin. Gelê ku ji nirxên xwe yên civakî dûr ketiye, li hemberî polîtîkayên dagirkeriyan li ber xwe nade û ji ber vê yekê bi hêsanî tê teslîm girtin. Dagirker û hikûmet ji bo bigihêjin armancên xwe pêşî serî li jinan didin. Di şexsê jinê de bi tinekirina exlaq û çanda civakê, pêşî vîna wê û piştre jî hemû civakê desteser dike. Hêza siyasî ya li herêmê ji bo berjewendiyên xwe, di şexsê jinê de civakê dike qurban.”

'Ji dagirkeran re zemîn tê avakirin’

Di daxuyaniya ku hate dest nîşan kirin li Herêma Kurdistanê maddeyên hişber, fuhuş û qumar li ber çavê gelan tê kirin, wiha berdewam kir:

“Mêran di qumarxaneyan de di berdêla deynên qumarê de keç û jinên xwe difroşin an jî li bêrdela dengê qumarê diguherînin. Cihê  qurbankirina jinan a di berdela deynên qumarê de di exlaq, bawerî û çanda gelê Kurd de nîne. Ya ku jin û keça xwe bifiroşe dê sibê hemû welatê xwe, gelê xwe û hemû nirxên xwe yên civakî bifroşe. Tişta ku dagirkeran li Kurdistanê ji jinên Kurd re kirin, îro heman feraset li keç, jin û malbata xwe dike. Cihê ku dewlet gelê xwe, axa xwe, çand û hunera Kurdî û xwezaya xwe biparêze, ji bo teslîmkirina van nirxan ji dagirkeran re zemîn avadike.  Dîsa cihê ku gelê xwe perwerde bike û çareyekê ji xizaniya ku tê de dijîn bibîne, şert û mercên ku ev gel malbat, ax û welatê xwe li ser maseyên qumarê bikeve mijara bazartiyê ava dike.”

Banga têkoşînê

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Divê saziyên pêwendîdar bi pêkanîna erkên xwe li ser vê mijarê girîngiyê biseknîn. Di heman demê de hemû civak ji van bûyeran berpirsyar e. Ji ber ku divê her kes li dijî vî sûcî bertekên xwe nîşan bide û xwedî helwest be” û her wiha ji bo hemû saziyên jinan, rêxistinên jinan ên di nava partiyên siyasî de, Wezareta Karên Civakî, hemû beşên civakê yên weke rewşenbîr, mamoste, hunermend, banga bertek nîşan dan û têkoşîne kir.