Li Sûdanê di êrîşa li sûkê de 43 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li paytexta Sûdan Xartûmê di êrîşa hewayî ya li bazarek de 43 kes mirin û herî kêm 55 kes jî birîndar bûn, banga lezgîn li personelên tendurustiyê hat kirin.

Navenda Nûçeyan – Li Sûdanê pevçûnên navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (HDK) ji 15’ê Nîsanê û vir ve berdewam dikin. Sendîkaya Bijîjkên Sûdanê di daxuyaniyekê de ragihand ku di berdewamiya şer û pevçûnan de îro dana sibehê li taxa Mayo ya li başûrê paytext Xartûmê şer û pevçûnên tund qewimîne û di encamê de bi dehan kes mirine û birîndar bûne.

Li personelên tendurustiyê banga lezgîn

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di encama êrîşa hewayî ya li ser sûka Goro ya taxê de 43 kes mirine û herî kêm 55 kes jî birîndar bûne. Odeya Lezgîn a Başûrê Xartûmê bang li hemû personelên tendurustiyê û bexşên xwînê kir ku bi lezgînî biçin Nexweşxaneya Beşair a li herêma ku birîndar lê tên dermankirin.

Artêşa Sûdanê û HDK’ê hev sûcdar kirin

Di daxuyaniya artêşa Sûdanê de wiha hat gotin: “Îro çapemeniya milîsên serhildêr, weke her car HDK’ê sûcdar kir, bi îdiayên xapînok û bêbingeh anîn ziman ku hêzên çekdar êrîşek li dijî sivîlên li Taxa Mayo pêk anîne. Hêzên Çekdar piştrast dikin ku ew nikarin guleyan li gelê xwe yê ku vê yekê dizanin bidin.” Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku HDK’ê bi çeteyên ku ji derveyê sînor anîne şer dike û hat gotin: “Hêzên Çekdar, wek artêşeke profesyonel, bi tevahî girêdayî qanûnên mirovî yên navneteweyî ye, êrîşên xwe li dijî çeper û baregehên çeteyan wek hedefên leşkerî yên rewa, dûrî welatiyên me yên bêguneh û sivîl dike.”

Têkildarî mijarê HDK’ê got: “Artêşê, danê sibehê li dijî şêniyên taxa Mayo ya li başûrê Xartûmê ye êrîşeke hewayî pêkanî.”

Zêdeyî 3 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan

Serokê Meclisa Serweriyê û Fermandarê Artêşa Sûdanê Orgeneral Abdulfettah el-Burhan ku ji 15’ê Nîsanê û vir ve şer lê berdewam dike, di 6’ê Îlonê de biryara betalkirina HDK’ê dabû. Li Xartûm û derdora wê bi taybetî li bajarên rojava di encama pevçûnên dijwar de zêdetirî 3 hezar kesan ku piraniya wan sivîl in jiyana xwe ji dest dan û bi deh hezaran kes jî birîndar bûn. Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji ber pevçûnên li Sûdanê zêdetirî 4,3 milyon mirov koçber bûne.