RJAK’ê êrîşên dagirkeriyê yên ser başur şermezar kir
RJAK’ê di derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Zap, Avaşîn û Metina de daxuyanî da û daxwaza azadkirina ew kesên li Silmanîyê di şeva 25’ê Nisanê de hatîn girtî kirin.
Silêmanî - Rêxistina Azad ya Jinên Kurdistanê (RJAK) di derbarê êrîşên dawî yên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê tê kirin daxuyaniyek çapemeniyê da. Daxuyanî li parqa Azadî ya bajarê Silêmanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama RJAK’ê Banû Helepçeyî ve hat xwendin.
“Dewleta Tirk çav berdaye xaka Başûr”
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bi berxwedana gelê Kurd yên her çar perçeyên Kurdistanê ev destkeftiyên kurdan bi dest ket. Dewleta Tirk bi hemû êrîş û teknolojiya xwe ya pêşketî hewil dide Kurdan tune bike. Ji ber wê jî Başûrê Kurdistanê kiriye bingehek sereke ji bo êrîşan. Dewleta Tirk êrîşek berfireh li herêmên Behdinan û navçeyên Zap, Avaşîn û Metîna da destpêkirin. Bi van êrîşan xaka Başurê Kurdistan û Îraqê dagir dike, li beramberî van dagirkeriyan Îraq û Hikumeta Başûr bê denege. Em weke Rêxistina Jinên Azad yên Kurdistanê û dayikên laçik sipî van hemû êrîşan şermezar dikin daxwaza helwest û şikandina bêndengiyê li hikumeta Herêma Kurdistanê dikin.”
“Bila çalakvan werin berdan”
Her wiha di berdewamiya daxuyaniyê de bal hat kişana li ser ew kesên ku şeva 25’ê Nisanê bi boneya şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê meşek li darbixin, lê belê meş ji aliyê Hêzên Asayişa Silêmanî ve hat asteng kirin û gelek kesên ku bejdarî meşê bibûyan hat binçav kirin û di nava wan kesan de Nuçegihanê ANF’ê Rêbaz Hesen ji heye wiha hat gotin: “Em weke RJAK vê bêdengiyê şermezar dikin ku û daxwaz ji Aasayişa Silêmanî dikin ku ew kesen çalakvanên ku hatine girtin azad bikin ger hun bêdeng bin nikarin helwestek nişan bidin, rê li gel jî negrin bila gel van hemû êrîşan şermezar bikin. Em carek din girtina hemû çalakvanan şermezar dikin.”