RJAK’ê bi daxuyaniyek êrîşên dewleta Tirk şermezar kir

RJAK’ê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê şermezar kir û bang li rayedarên hikumeta Herêma Federal kir ku li dijî êrîşên dewleta tirk xwedî helwest bin.

Navenda Nûçeyan  Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê (RJAK), têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên di demên dawî de li Herêma Federal a Kurdistanê zêde bûne û bi taybetî sivîlan hedef digrin daxuyanî da. RJAK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku armanca êrîşên ku bi taybetî sivîlan hedef digre koçberkirina gelê Herêma Federal a Kurdistanê ye.

‘Dewleta tirk û hevkarên wî ji bo desthilatdariya xwe êrîşê gelê me dikin’

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku gelê Kurd bi qetilkirinê tune nabe  û wiha hat gotin: “Em van qetlamên ku her roj li Başûrê Kurdistanê rûdidin şermezar dikin. Dewleta tirk a dagirker û hevkarên wî, ji bo desthilatdariya xwe bidomînin, bi rêbazên hovane êrîşê gelê me dikin, bi taybetî di demên dawî de li dijî gelê me yê li Herêma Federal êrîşên xwe zêde kirine. Bêguman armanc bi van êrîşan ew e ku gelê Kurd neçarî koçberiyê bikin, Başûrê Kurdistanê vala bikin. Di heman demê de armanca wan ew e ku gel bitirsînin û ji welatparêziya wan dûr bixin lê gelê me felsefeya Apoyî pejirandiye.”

‘Dewleta Tirk dixwaze Iraqê û Başûrê Kurdistanê dagir bike’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di nava hefteyek de 5 caran êrîş çêbûne û ev yek hatin ragihandin: “Êrîşên ku gelê me hedef digrin, bêguman êrîşên siyasî ne. Bêdengiya cîhanê û bi taybetî ya Herêma Federal a Kurdistanê nîşan didin ku êrîşên li dijî herêmê dipejirînin. Armanca sereke ya dewleta tirk ne tenê gelê Kurd û tevgera azadiyê ye, pir zelal e ku dixwaza Iraq û Herêma Federal dagir bike.”

Di daxuyaniyê de herî dawî bang li Hikumeta Herêma Federal a Kurdistanê û hemû rêxistinên jinan hat kirin ku bêdeng nemînin.