RJAK’ê 5’emîn kongreya xwe li darxist
RJAK’ê bi dirûşmeya “Bi perwerde, rêxistin û parastina jinan, azadiya tak û sîstema demokratîk a gel mîsoger dikin” 5’emîn kongreya xwe li darxist.
Kerkuk - Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) bi dirûşmeya “Bi perwerde, rêxistin û parastina jinan, azadiya tak û sîstema demokratîk a gel mîsoger dikin” 5’emîn kongreya xwe li darxist. RJAK’ê di 28’ê Gulanê de li salona Lahey a Kerkûkê bi tevlibûna 250 jinên ku ji Kerkûk, Silêmanî, Hewlêr, Mexmûr, Musil, Şengal û Diyale hatibûn, bi dirûşma “Bi perwerde, rêxistin û parastina jinan, azadiya tak û sîstema demokratîk a gel mîsoger dikin” 5’emîn kongreya xwe li darxist. Kongreyê bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir.
Di destpêkê de Soma Ferhad peyama komîta amadekar a kongreyê xwend û got; “Rêxistina me her du sal carek kongreya xwe li dardixe. Me kongreya xwe ya çarem di 5’ê Çileya 2018’an de lidarxist. Ji ber virûsa koronayê me nekarî em kongreya xwe ya pêncem di 2020’an de lidarxin, ji ber wê em niha lidardixin.”
“Jin pêşengiyê ji berxwedana li hemberî dagirkeriyê re dikin”
Necîbe Omer axaftina vekirinê ya kongreyê kir, xêrhatina hemû delegeyên kongreyê kir û kongre li wan pîroz kir û got; “Herêm bi awayek giştî di nava şer û aloziyan de derbas dibe. Naveroka hemû şeran, şerê îdeolojiye û şer di navbera hêzên namusperest û eniyên ku jin pêşengtiyê ji têkoşînê re dikin pêktê. Ji bona wê lidarxistina vê kongreyê, carek din kar û xebatên jinan di ber çav re derbaskirin gelek giringe. Daku bikarin bibin hêzek erênî bikarin bandorê li ser rewşa heyî bikin.”
Necîbe Omer destnîşankir ku hemû sîstemên ku hebûn û nasnameya jinê înkar dikin, wê rûbirûyê hilweşandinê bibin. Necîbe got di çend salên borî de nerazîbûnên jinan gihiştine lûtkeyê û her kesê îlham ji têkoşîna jinan wergirtiye. Necîbe Omer diyarkir ku di şoreşa Rojava de şoreşa hemû jinên cihanê tê bi rêvebirin û wiha domand: “Bi pêşengtiya jinan têkoşîna rêxistinî û îdeolojî birêvediçe, îdeolojiya jinan îdeolojiya gele û pişta xwe dispêre nirxên civakê. Ji îdeolojiya desthilat, netewperestî û regez parestiyê cûdatire.”
Piştre dîwana kongreyê ya ku ji pênc kesan pêkdihat hat hilbijartin. Di dewama kongreyê de peyama TAJÊ hat xwendin û têde îşaret bi rol û têkoşîna RJAK’ê hat kirin. Di peyamê de hat gotin, xwedîderketina RJAK a li jinên Şengalê wê ti demê neyê ji bîrkirin.
“Hîna jî çarenûsa bi hezaran jinên Şengalê nediyare”
Piştre Endama Meclîsa Îştar a Mexmûrê Fadîle Tok jî peyama Meclîsa Îştarê xwend û got; “Neheqiyek mezine ku em li ser xaka Kurdistanê penaber dibin. Jinên Rojava di binê çadiran de dijîn, ta niha jî çarenûsa bi hezaran jinên Şengalê nediyare. Ji bona wê êşa me jinan gelek zêde ye.” Fadîle Tok da zanîn tevî hemû tiştî jî ew bi şanslîne ku xwediyê tevger û rêbertiyek mezinin. Fadîle Tok got ku divê jin li nasnameya xwe xwedî derkevin û pêşengtiyê ji avakirina civakek azad û wekhev re bikin.
Piştre têbîniyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xwendin. Her wiha sinevîzyonek li ser kar û çalakiyên RJAK’ê yên di nava sê salên borî de hate nîşandan. Piştre jî rapora sê salan a rêxistinê hat xwendin û li ser nîqaş hatin kirin. Di raporê de hat diyarkirin ku RJAK’ê di sala 2018’an de 40 semîner, di sala 2019’an de 62 semîner li navendên xwendin, zanîngeh, peymangeh û cihên giştî lidarxistiye. Lê di sala 2020’an de ji ber virûsê û qedexeya çalakiyan wan semîner û çalakiyên xwe piranî li gundan li darxistine.
Piştre ji aliyê Sinor Kerîm ve rêziknameya navxwe ya rêxistinê hat xwendin û delegeyan giftûgo, têbînî û pêşniyarên xwe li ser anîn ziman û piştre jî bi piraniya dengan
rêzikname hat pejirandin. Her wiha ji bo du salên bê proje, pêşniyar, pilaname hatin xwendin, giftûgo li ser hatin kirin û bi piraniya dengan hatin pejirandin. Di dawiyê de jî endamên Encûmena Giştî ya RJAK’ê ku ji 21 kesan pêktên, hatin hilbijartin.
Piştî axaftina girtinê, reşnivîsa encamnameya kongreyê hat xwendin, tê payîn ku di rojên pêş de jî encamnameya kongreyê ji raya giştî re were ragihandin.