Rizgarbûna ji siyaseta bêdengkirinê: Jin Jiyan Azadî
Di gelek pergalên baviksalar de, dengek bilind ê jinê xeternak tê hesibandin. Mekanîzmayên çandî, olî, qanûnî û malbatî bi hev re dixebitin da ku jinan ber bi bêdengî û xwe-sansurê ve bibin. "Jin, Jiyan, Azadî" sembola rizgarbûnê ji siyaseta bêdengiyê ye.
ŞÎLAN SAQIZÎ
Navenda Nûçeyan – Di gelek civakên kevneşopî yên di nav de Îran jî heye, dengê jinê ne tenê amûrek îfadeyê ye, di heman demê de qadeke şer a ji bo desthilatdariyê ye jî. Bêdengiya ku li ser jinan tê ferzkirin, beşek ji polîtîkayek dîsîplînê ya li ser beden û hişê wan e, amûrek ji bo kontrolkirina hebûna jinan a di qadên giştî û taybet de ye. Ev tepeserkirina dengî ji malê bigre heya dibistanê, ji medyayê bigre heya olê, sazûmanî ye da ku jina teslîm, bêdeng û nedîtî ji nû ve hilberîne. Pêşgotina rizgariyê ew e ku mafê deng ji bo jinan were vegerandin. Ne tenê ji hêla fîzîkî ve, di heman demê de ji hêla siyasî û hebûnî ve jî.
Armanca raporê
Ev rapor hewl dide ku diyardeya tepeserkirina "dengê jinê" wekî cureyek kontrola siyasî-çandî ya laş û nasnameya jinê analîz bike. Çawa axaftin, stranbêjî, an jî dengê jinê di avahiyên kevneşopî, olî û bajarî de wekî "gef" tê dîtin û di encamê de bi şermkirin, şîdeta sembolîk û zextên malbatî û civakî tê tepeserkirin. Armanca raporê ew e ku koka, encam û îhtîmalên berxwedana li hember vê dîsîplîna dengî li ser jinan, nemaze ji temenê biçûk ve, analîz bike.

Qedexekirina dengên jinan
Di gelek pergalên baviksalar de, dengek bilind ê jinê ne tenê wekî anormal, di heman demê de xeternak jî tê hesibandin. Mekanîzmayên çandî, olî, qanûnî û malbatî bi hev re dixebitin da ku jinan ber bi bêdengî, şerm û xwe-sansurê ve bibin. Encam, hejmareke zêde ya jinan e ku ne tenê di qada giştî de bêdeng in, lê bûne "polîsên navxweyî" ku dengê xwe di hişê xwe de tepeser dikin berî ku bikaribin biaxivin.
Ji dibistanê bigire heya medyayê, ji qanûnan bigire heya adetan, keçan fêr dikin ku bêdengî nîşana nezaket û jinaniyê ye. Hêrs, qîrîn, daxwazkirin û heta kenê bi dengekî bilind bi şerm, redkirin an cezakirinê re rû bi rû dimînin. Ev yek ne tenê azadiya derbirînê, di heman demê de hesta jêhatîbûnê, ewlehiya psîkolojîk û nasnameya jinane jî têk dibe. Binpêkirina dengê jinê ne tenê bêparkirina ji axaftinê ye, di heman demê de dûrxistina ji çalakvaniya siyasî, civakî û heta hestyarî ye jî.
Dengvedana tepeserkirinê
Jinên ku bi dengekî bilind diaxivin, çi li meydana gund be çi jî li korîdorên apartmanên bajarî be, her tim rastî kontrol, şermezarkirin an jî şermezariyê hatine. Di kevneşopiya gundan de, jineke bi dengê bilind wekî sembola bêşermiyê, dûrketina ji çarçoveya "rûmetê" û gefa li ser hegemonyayaa mêran a li ser cîh û biryardanê tê hesibandin. Ger dengê jineke gundî ji çarçoveya malê derkeve, ew bi bêîtaetî û bêehlaqiyê tê tawanbarkirin; ji ber ku deng navgînek hêzê ye û destûr nayê dayîn ku jin wê belav bikin.
Ji aliyekî din ve, jinên bajarî yên olî an jî yên çîna navîn ên ku di apartmanan de dijîn, ji ber zexta "edeba civakî" û "perdeya malê" bêdeng dimînin. Dengê bilind ê jinê wekî aciziyek tê hesibandin û berjewendiyên xwezayî yên wekî stranbêjî, axaftin, an jî kenê azad wekî dûrketina ji rola "jineke esîlzade" têne cezakirin.
Hem di qadên erdnîgarî û hem jî çandî de, diyardeyek hêsan a wekî dengekî bilind di rastiyê de qadeke nakokiya siyasî û çandî ye; Li cihê ku laş û dengê jinê ne amûrên ragihandinê ne, mijara dîsîplîn û kontrolê ne. Ev tepeserkirin ne tenê ji derve ye, di heman demê de bi beşdariya jinan a di hundirkirina şerma dengî de jî tê kirin. Dengê jinê hîn jî girtî ye.

Jinên bêdeng, civakek tecrîdê
Di avahiya kevneşopî ya Îranê de, siyaseta "bêdengkirina jinan a bi zorê" ne tabûyek çandî ye, her wiha mekanîzmayek sazûmanî ya kontrola siyasî-zayendî ye ku jinan ji dengê wan bêpar dike da ku wan ji desthilatdariyê bêpar bike. Şermezarkirina dengê jinê, nemaze di warên giştî de, di zarokatiyê de di malbatê de dest pê dike, di pergala perwerdehiyê de tê hilberandin û di medyayê de tê xurtkirin. Bi vî rengî ku "jinek baş" kesek e ku dengê wê nayê bihîstin û "jinek bêîtaet" kesek e ku dengek wê heye, diaxive, distirê, diqîre.
Ev siyaseta tepeserkirina deng xwedî şîdetek nerm lê kûr e; Bêdengkirina jinan tê wateya dûrxistina wan a ji desthilatdarî, biryardayîn û dîrokê. Qedexekirina stranbêjiyê, sansûrkirina dengê jinan, tinazkirina jinên bi dengên xurt an jî îfadeyên wêrek, hemû pêkhateyên rejîmeke çandî-zayendî ne ku ji hêla kevneşopî, ol, malbat û dewletê ve tê domandin.
Projeyek kontrolkirina laş îfade û hebûna jinan
Heta niha jî, dema ku jin li kolanan stranan dibêjin an jî di qada înternetê de dinivîsin, tirsa ji dengê jinan hîn jî çalak e, ango jineke bi dengek bilind jineke xeternak e. Ev nîşan dide ku tundiya li dijî dengê jinan ne tenê tevgereke takekesî an adetî ye, di heman demê de stratejiyeke saziyî ye ji bo bêdengkirina nîvê civakê. Bêdeng be, da ku di bindestiyê de bimîne. Tepeserkirina dengê keçan ji temenê biçûk ve ne tenê sînordarkirinek reftarî ye, her wiha projeyek kûr e ji bo kontrolkirina hiş, têkbirina baweriya bi xwe û hilweşandina wêneya xwe yê jinan. Zarokek keç ku ji axaftina bi dengekî bilind, bi tundî, an jî pir zêde şerm dike, hêdî hêdî xwe ji laşê xwe, ji îfadeya xwe û ji hebûna xwe dûr dixe.
Destûr nehatiye dayîn ku beşek ji "xwe" ya wan derkeve holê
Ev tepeserkirin ne tenê dengê laşî, di heman demê de dengê hundurîn jî bêdeng dike; ew xwesteka axaftinê, daxwazkirinê û dijberiyê bêdeng dike. Keç dibin jinên ku li hember tundiyê jî bêdeng dimînin, ji ber ku ew fêr bûne ku bêdengî xûypakî ye. Di asta psîkolojîk de, encama vê pêvajoyê dikare fikara civakî, kêmbûna îfadeya hestan û cureyek xwe-sansura kronîk be. Jinên bêdeng pir caran bi krîzên wekî depresyon, hestên bêqîmetî û hilweşîna nasnameyê re têdikoşin, ji ber ku qet destûr nehatiye dayîn ku beşek ji "xwe"ya wan derkeve holê.
Di encamê de, tepeserkirina dengê jinan, çi bedenî çi sembolîk, ne tenê mijarek çandî an malbatî ye, her wiha cureyek rêveberiyê ye; rêveberiyek li ser beden, deng û hebûna jinan a di qadên giştî de tê meşandin da ku bêdengiyê wekî erdem û teslîmbûnê hilberîne. Cezakirina dengên bilind, şermezarkirina stranbêjiya jinan û şermezarkirina derbirînê hemû amûrên bêdengkirina mijarek ku dibe ku li ber xwe bide ne.
Deng di heman demê de qadeke şer a ji bo desthilatdariyê ye jî
Her çend ev dîsîplîn di tebeqeyên kevneşopî, jiyana apartmanên olî û perwerdehiya malbatê de sazûmanî be jî, nîşanên berxwedanê jî xuya dibin, ango jinên ku dengê xwe dîsa dibihîzin, dinivîsin, stranan dibêjin û diqîrin. Pêşeroja rizgariyê ne di teqlîdkirina modelên heyî de ye, lê di vegerandina deng û ji nû ve pênasekirina wê wekî kiryarek siyasî û mafek kolektîf de ye. Deng ne tenê amûrek derbirînê ye, di heman demê de qadeke şer a ji bo desthilatdariyê ye. Dikare were pejirandin ku slogana şoreşgerî "Jin, Jiyan, Azadî" ne tenê daxwazek siyasî ya li dijî zordariya avahîsaziyê bû, di heman demê de xalek werçerxê bû di ji nû ve pênasekirina dengê jinê ya di qada giştî de. Vê şoreşa çandî-siyasî bêdengiya dîrokî ya li ser jinan hatî ferzkirin şikand û deng wekî kiryarek berxwedanê vegerand ser dikê.
‘Jin Jiyan Azadî’ dengê jinê ji qiraxên kevneşopî û apartmanê anî navenda kolanê
Jin ne tenê bi laşên xwe, di heman demê de bi dengên xwe jî derketin kolanan, diqîrin, stranan dibêjin û daxuyaniyan didin. Berovajî şêwazên berê, ev deng ne bi şerm, bi serbilindî dihatin derbirîn. Ji ber vê yekê, "Jin, Jiyan, Azadî" di vê çarçoveyê de sembola rizgarbûnê ji siyaseta bêdengiyê û destpêka vegera deng bo mijara jinê ye. Vê serhildanê dengê jinê ji qiraxên kevneşopî û apartmanê anî navenda kolanê û nîşan da ku dengê jinê bi xwe cureyek kiryarek siyasî ya radîkal e.