Hedîl El-Şermanî bi berxwedanê ronahiyek di tarîtiyê de afirand

Têkoşîna Hedîl El-Şermanî, ne li ber deriyên zanîngehê dest pê kir. Ji zarokatiyê ve ji ber ku çavên wê nedidîtin, têkoşiya.

RAHMA ŞENZUR

Yemen- Çîroka Hedîl Abdullah El-Şermanî sembola îradeyek bêwestan e li dijî cudakarî û redkirinê. Mîna jinek ciwan a ku çavên wê nebînin, ji bo bidestxistina serkeftinê astengdariya xwe veguherand çavkaniyek motîvasyonê. Bû dengekî ku mafên jinên astengdar diparêze û ji bo pêşerojek dadwertir û wekhevtir bû mînaka hêviyê.

Hedîl Abdullah El-Şermanî ya 26 salî ya Yemenî, di sala 2019’an de bi pileya ji sedî 94 bi ser ket û li ber deriyê Zanîngeha Taizê sekinî. Hedîl Abdullah, ne tenê xwendekarek jêhatî ku gavên xwe yên pêşîn ber bi pêşerojê ve diavêt bû; di heman demê de jinek ciwan a astengdar bû dikaribû xeyalên xwe ji gelek kesên dibînin zelaltir bibîne.

Hedîl Abdullah El-Şermanî, serlêdana beşa medyayê kir û xwest xeyala xwe ya salên dirêj a bibe dengê jinên astengdar ên li Yemenê pêk bîne lê bersiv hişk û tund bû jê re gotin; ‘Tu ji ber astengdariya xwe hatî redkirin.’ Dibe ku ev hevok enerjiya gelek ciwanan a di destpêka rêwîtiya wan de vemirandibe lê ji bo Hedîl Abdullah El-Şermanî li dijî tarîtiya ku di hişê hinek kesan de bû sedema têkoşînek nû.

Astengiyên ku Hedîl Abdullah El-Şermanî bi wan re rû bi rû ma, ne takekesî bûn; rastiyek pergalê ku mirovên astengdar ên nêzî ji sedî 15 nifûsa Yemenê pêk tînin e. Ev rastî, tenê bi pirsgirêkên rojane yên astengdariyê re sînordar namîne; cudakariya sazûmanî ku ji redkirina gihîştina perwerdeyek baş bigre heta karê guncav bêpar dihêle jî dihewîne.

Ev rewş ji bo jinan zehmetir e, ji ber ku ew bi "cudakariya duqatî" re rû bi rû dimînin; astengiyên zayendî û pirsgirêkên astengdariyê dibin yek. Ev yek jî derfetên perwerde û kar li gorî mêran sînordartir dike û çîrokên serkeftina takekesî yên mîna Hedîl Abdullah El-Şermanî, bêhempa û bandorker dike. Ev çîrok, kapasîteya jinan ku astengiyên civakî derbas dikin û di şert û mercên dijwar de serkeftinê bi dest dixin, nîşan dide.

 

Têkoşîna wê ji dema dayikbûnê ve didome

Têkoşîna Hedîl Abdullah El-Şermanî, ne li ber deriyên zanîngehê dest pê kir; kokên wê xwe disperin kêliya ku ew mîna zarokek çavên wê nabînin û ji dayikek ku çavên wê nedidîtin hat cîhanê. Hedîl Abdullah El-Şermanî wiha dibêje: "Ez mezûna Beşa Rêveberiya Karsaziyê ya Fakulteya Zanistên Rêveberiyê ya Zanîngeha Taizê me. Çîroka min, bi kurtasî ev e: Ez ji dayikek ku çavên wê nedidîtin ji dayik bûm û di vê civakê de qebûlkirina dayikek ku çavên wê nabînin û dikare zarokek ku çavên wê nabînin xwedî bike, zehmet bû.”

Hedîl Abdullah El-Şermanî, da zanîn ku di nava redkirina civakî de dayika wê bûye mertala wê ya ewil; zehmetiyan veguherandiye çavkaniya hêzê û got: “Em bi hev re li dijî civak û jîngeha xwe têkoşiyan. Dayîka min piştgiriyê da min û fêrî min kir ku astengdarî ne dawiya jiyanê ye.”

 

‘Ez fêrî alfabeya Braille bûm’

Rêwîtiya perwerdeyê ya Hedîl Abdullah El-Şermanî di temenê ciwaniyê de li Komeleya El-Aman ku xizmetê ji kesên çavên wan nabînin re dike destpê kir. Li vir fêrî alfabeya Braille bû, ronahiya di pencereyek ku ji bo cîhanê vedibe de dît. Piştî ku pênc salên xwe li vir temam kir, çû dibistanên ku xwendekarên din li wan dixwînin. Hedîl Abdullah El-Şermanî, wiha got: “Ez beşdarî Komeleya El-Aman bûm, ji pola yekem heta 5’emîn li dibistana komeleyê min xwend û alfabeya Braille fêr bûm. Piştre çûm dibistanên têkel û li kêleka xwendekarên bê astengdar min xwend. Ez bi vî rengî fêrî serbixwebûnê bûm û beşdarî civakê bûm. Ev rêwîtî, bû mînakek zindî ya kapasîteya kesên ku çavên wan nabînin, ji bo derbaskirina astengiyên çêkirî yên ku wan ji cîhanê vediqetînin.”

 

‘Xeyala min a herî mezin ew bû ku ez bikevim beşa medyayê’

Hewldana salan a Hedîl Abdullah El-Şerman, bi serkeftinek bêhempa tacîdar bû, armanca wê ji xeyalên takekesî derbas bûn. Hedîl Abdullah El-Şerman, wiha dibêje: “Xeyala min a herî mezin ew bû ku ez bikevim beşa medyayê û bibim rojnamevanek li ser pirsgirêkên bi taybetî jinên astengdar û hemû astengdaran. Lê belê, ez ji aliyê zanîngehê ve hatim redkirin. Sedema redkirinê tenê nedîtina çavên min bû. Min got ez dikarim beşdarî ezmûna qebûlbûnê bibim lê ew jî hat redkirin.”

 

Dengekî ku sînoran derbas dike

Dema ku deriyê zanistê hat girtin jî Hedîl Abdullah El-Şerman dev jê berneda û li derveyî sînorên Yemenê pencereyek din dît. Hedîl Abdullah El-Şerman, axaftina xwe wiha domand: "Ez beşdarî pêşbirka axaftin û xîtabeta Erebî ya li Zanîngeha Dewletên Ereb a Misrê bûm. Ez di asta Yemenê de yekemîn û li cîhana Ereb jî bûm sêyemîn.”

Ev serkeftin ne tenê nasnavek bû, di heman demê de peyamek zelal jî bû. Dengek ku di qada medyayê de cih negirtibû, dikaribû li ser qadeke berfirehtir were bihîstin. Li şûna ku piştî redkirinê xwe paşve bikşîne, biryar da ku eniyeke nû veke. Wê xwe li beşa karsaziyê tomar kir. Der barê wê pêvajoyê de wiha dibêje: "Min biryar da perwerdeya xwe bidomînim, min xwe li beşa karsaziyê tomar kir. Min ji xwe û yên din re îsbat kir ku cihê kesek çavên wê nabînin ne mal e û ew dikarin serkeftinê bi dest bixin û mîna hemû kesên din beşdarî civakê bibin."

Hedîl Abdullah El-Şerman, dest bi xebata xwe ya qadê ya parastina mafên jinên astengdar dike kir; vê doze mîna pencereyek ku ronahiya wê qet venamire di dilê xwe de digre.

Îro, armanca wê bi civaka wê ya herêmî re ne sînordar e. Hedîl Abdullah El-Şerman, wiha got: "Ez mezûn bûm û îro mîna çalakvanek parastina mafên jinên ku çavên wan nabînin dixebitim. Ez armanc dikim ku di salên pêşiya me de, di asta Ereb û navneteweyî de bandorek çêbikim û jinên ku çavên wan nabînin, bihêz bikim û çîrokên wan bi cîhanê bidim naskirin.”