Rîhan Loqo: Pergala demokratîk bi nasname û îrada jinan pêkan e

Berdevaka rêxistina Kongra Star Rîhan Loqo geşedanên dawî yen li Sûriyê nirxand û got heya ku nasname û îradeya jinan li vir neyê naskirin wê Sûriye nebe Sûriyeke demokratîk.

PERWÎN AMARA

Qamişlo- Bi salan e rewşa Sûriyê, her diçû bi xwe ra krîz û xeteriyên mezin derdixist holê. Ev rewş ji aliyê gelên ku li Sûriyê dijîn ve jî her diçû rastî nerazîbûn û bertekên cûda dihat. Piştî rêjîma Baasê hilweşiya jî, alozî û tevliheviya li Sûriyê bidawî nebû. Bi taybetî rewşa jinên Sûriyê piştî hilweşandina rêjimê jî nebaş e. Her diçe metirsiyên li ser nasname û îrada wan zêdetir dibin. Hişmendiya koma cîhadîst HTŞ’ê di bin navê olperestiyê de rojane kiryarên dermirovî li ser jinan ferz dike û dixwaze bi van kiryaran rê li pêşiya tekoşîn û îrada jinan bigre.

Ji bo Sûriyeke demokratîk û pêşerojeke azad ku jinên Sûriyê jî bikaribin di nava vê pergalê de bi îrada xwe cîh bigrin,  li hemberî vê rewşa dawî gelek helwest û nerazîbûn hatin nîşandan.  Berdevka rêxistina Kongra Star Rîhan Loqo li ser rewşa Sûriyê û şêwra ku herî dawî hatibû lidarxistin ji ajansa me re axivî.

‘Her ku tekoşîn xurtir dibe êrîş jî zêde dibin’

Rîhan Loqo anî ziman ku rewşa niha jinên Sûriyê tê de ne, ji ya rêjîma Baasê ne cûdatir e û wiha got: “Roja 8’ê Kanûna 2024’an ji bo tevahî gelê Sûriyeyê rojeke taybet bû. Ev roj bi taybetî ji bo jinên Sûriyê bû roja kêfxweşî û serbilindiyê. Bi salan rêjima Baasê, hişmendiya netewperest û olperest li ser hebûn, nasname û îrada jinan ferz dikir. Ev pergala ku rêjîma Sûriyê ava kiribû, pergaleke ku bi salan jin ji mafên xwe yên cîhgirtina di saziyên siyasetê de û cîhên biryardayînê de bê par hîştibû. Rêjîma Sûriyê pergalek ku bi taybetî li ser hişmediya olperestî û netewperestiyê hatibû avakirin. Dema ku jinan li hemberî vê pergala nijadperest serî radikirin, ji aliyê rêjima Baasê ve hemû cûreyên tundiyê li ser wan dihatin meşandin da ku jin nikaribin pêşengtiyê ji wê civakê re bikin.”

‘Bi salan jin ji mafê xwe bê par man’

Rîhan Loqo da zanîn ku berxwedan gelê Sûriyê li hemberî armancek bû; ew jî hilweşandina rêjîma Baasê bû. Rîhan Loqo bi bîr xist ku Baas hilweşiyaye û wiha domand: “Çirûskên şoreşê yên ku li Derayê destpê kir û li tevahî bajarên Sûriyê belav bû, li hemberî yek armancek bû ku êdî gerek Rêjîma Baasê hilweşe. Hêrs û berxwedaniya gelê Sûriyê ya ku bi salan hatibû tepisandin, li hemberî wê pergala ku ti mafê gelan û bi taybet jî mafê jinan nas nedikir, rê li ber serhildaneke wisa vekir. Li herêmên Bakur- Rojhilatê Sûriyê her ku asta berxwedan û tekoşînê bilindtir bû, êrîşên li hemberî van destkeftiyan jî zêde dibûn. Ev hêzên HTŞ’ê yên ku carekê de xwestin êrîşî hemû herêmên Rojava bikin, ev hêzeke ku bi hişmendiya olperest hatiye avakirin. Dixwazin bi van êrîşên ji derveyî kiryarên mirovî hemû Sûriyê bixin bin serweriya xwe.”

‘Êrîşên li ser jinên ereb êrîşên li ser tevahî jinan e’

 Rîhan Loqa tundî û êrîşên ku rojanê li ser jinên Sûriyê tên kirin şermezar kir û destnîşan kir ku ew van êrîşan her wekî li wan tên kirin dihesibînin. Rîhan bi van gotinan balkişand ser êrîşên li hember jinan: “Li beramberî hemû rewşên ku niha li Sûriyê rû didin, em dibînin ku rojane ji bo jinan biryarên ku wan ji azadiyê dûr dixe tên ferzkirin. Ev êrîş ne tenê li ser jinên Sûriyê, di heman demê de li ser jinên Elewî, Dûrzî, Xirîstiyan û hemû gelan tên meşandin. Êrîşên  li ser jinên Elewî, Dûrzî û Sûryan di heman demê de êrîşên li ser jinên Kurd e. Em nikarin van êrîşan ji hev cûda binirxînin. Hişmendiya ku îro li Bakur Rojhilatê Sûriyê hemû netew bi hev re dijîn, divê di hundirê pergala Sûriya nû hatiye avakirin de jî pêk bê. Divê hemû netew bikaribin bi awayekî demokratîk bi hev re bijîn. Têkoşîna me têkoşînek hevpar e, ne hişmediya rêjîma Baasê, ne jî olperestiya heyî  wê bikaribe tekoşîna me rawestîne.”

‘Ev şêwr ji bo tevahî pêkhateyên jin bû’

Rîhan Loqo bi bîr xist ku li herêmê li ser rewşa jinan şêwrek hatiye lidarxistin û ev şêwr wiha nirxand: “Êrîş û tundiya ku di van rewşên dawî de li ser destkeftiyên jinan tên meşandin, di bin dirûşmeya ‘Bi hevgirtina jinan em ê Sûriyeke demokratîk ava bikin’ de hat pêşxistin. Bi pêşengtiya Kongra Star, rêxistin, tevger û saziyên jinan, me şêwra jinan lidar xist. Ev şêwra jinan ne tenê ji bo jinên Kurd bû. Tevahî pêkhateyên li Bakur Rojhilatê Sûriyê dijîn, rewşenbîr, hûnermend, rojnemavan û kesayetên sosyalîst di vê şêwra jinan de cih girtin. Bi vê şêwrê me xwest li hemberî rewşa heyî û hemû cûreyên tundiyê yên li ser jinan û Sûriyeke çawa divê were birêxistinkirin, helwestekî hevpar derkeve holê. Di vê şêwrê de li ser mijara wê Sûriyeke demokratîk çawa were avakirin, her pêkhateyek helwestên xwe li hemberî rewşa heyî diyar kirin û hemû êrîşên li ser jinan hatin şermezarkirin. Êrîşên ku rojane li ser jinan tên kirin, xeteriya pêşeroja Sûriyê diyar dikin. Ger ku di Sûriya nû hatiye avakirin de nasneme û îrada jinan neyê naskirin, wê Sûriye nebe Sûriyeke demokratîk.”

‘Têkoşîna li hemberî hişmendiya olperest ewê berdewam bike’

Rîhan Loqo banga bidawîkirina êrîş û koçberiyan kir û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Dema me dest bi şoreşê kir, di serî de me li hemberî wê hişmendiya netewperest şer û têkoşîn meşand. Yên ku di serî de li hember van hêzên ku îro êrîşî xaka me dikin şer kirin û ew têk birin, şervanên ku ji hemû pêkhateyan pêk dihatin bûn. Jinan li ser vê axê evqas bedêl dan, mafê wan heye ku di nava Sûriyeke demokratîk de cih bigirin. Wek rêxistina Kongra Star armanca me di vê şêwrê de ev e; em dengê hemû jinan û bangewaziya wan bighînin saziyên ku mafên mirovan diparêzin da ku êdî ev êrîşên li ser axa Bakur Rojhilatê Sûriyê bidawî bibin.”