Riham Hico: Em ê li dijî neheqî û newekheviyê dengê xwe bilind bikin

Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ Riham Hico bi wesîleya roja 8’ê Adarê li ser girîngiya têkoşîn û berxwedana jinên Êzidî axivî û got ku ew ê roja 8’ê Adarê ji bo azadiya fizîkî ya Abdulah Ocalan û xweseriya Şengalê dengê xwe bilind bikin.

ZEHRA ŞENGALÎ

Şengalê-Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ Riham Hico di destpêka axaftina xwe de têkoşîna hemû jinan silav kir û wiha dest bi axaftina xwe kir; “Di serî de ez roja 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz dikim bi taybetî li dayikên şehîdan û hevjînên wan, li jinên karker û jinên têkoşer ên li her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê têkoşînê dimeşînin pîroz dikim. Her wiha li tevahî jinên Êzidî, YJŞ û hemû endam û xebatkarên tevgera rêxistina me vê rojê pîroz dikim.”

‘Di çand ol û baweriya me de mehên biharê pîroz in’

Riham Hico beriya dest bi axaftina xwe bike behsa girîngiya biharê ya di civaka Êzidî de kir û wiha got; “Beriya ku ez dest bi girîngî û wateya 8’ê Adarê bikim divê bibêjim ku meha Adarê ango hatina biharê li gel civaka me di aliyê olî, bawerî û çandî de mehekî pîroz e. Ji ber ku tê de guhertinên avhewayê çêdibin, xweza xwe nû dike û erd kesk dibe. Ji bo wê ev meha biharê li gorî teqwîma me ya şerqî ji 21’ê Adarê heta dawiya meha Nîsanê ango sê mehan weke sê mehên biharê tên pêwazîkirin. Li ba civaka me di vê mehê de pêwîst e zirar negihîje tu kesê ji mirov bigre heta ajal û nebatan, ji bo wê ev meh meheke pîroz e.”

‘Beriya fermanê PDK’ê dijminahiya me dikir’

Riham Hico, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser wate û girîniya têkoşîna 8’ê Adarê û wiha domand; “Weke jinên Êzidî ev deh sal in ango piştî fermanê em 8’ê Adarê pîroz dikin. Lê beriya fermanê jî me ev roj bihîstibû ku rojek heye navê wê 8’ê Adarê ye û jê re dibêjin roja jinan. Heta dema me digot roja jinan e, gelek ji wan şerm dikirin ku çawa rojeke jinan heye. Ji ber ku her dem jinên Êzidî zehmetî, êş kişandibûn, wisa bawer nedikiri rojeke ji bo jinan a kêfxweşî û şahiyê hebe. Tiştekî ku xweşî lê hebe, qîmet bide û qedir bide ji xwe re nedîtibûn. Beriya fermanê jin û civaka me xwestin roja 8’ê Adarê pîroz bikin lê PDK’ê nehişt û rê nedida ev roj li Şengalê were pîrozkirin. Beriya fermanê jî PDK’ê dijminahiya me jinên Êzidî dikir. Heta carekê beriya fermanê li gundê Guhbel jinan xwestin vê rojê pîroz bikin li hev kom bibin. Dayikên me yên ku beşdar bûn hene niha di nav kar de behsa wê demê dikin. Dema jin û civaka me kom dibe pêşmergeyên PDK’ê tên û destûr nadin ev roj were pîrozkirin.”

‘Bi naskirina felsefeya Rêber Apo haya me ji 8’ê Adarê çêbû’

Riham Hico di dirêjahiya axaftina xwe de bal kişand ser ezmûna 10 salên têkoşînê ya piştî fermanê û wiha got; “Piştî fermanê, civaka Êzidî êşeke mezin kişand. Birçîbûn, tîbûn û revandinê dît. Heta niha aqûbeta bi sedan jinên ku di fermanê de hatin revandin nediyar e. Jinên Êzidî rastî qirkirinê hatin, li aliyekî qirkirina civakî li aliyê din ew bi xwe rastî qirkirinê hatin. Sedema vê qirkirinê jî PDK bû. Piştî fermanê girîngî û wateya 8’ê Adarê li ba me jinên Êzidî bi pêş ket. Zanebûna rola jinan di nava civakê de divê çawa be bi me re çêbû. Ev jî bi naskirina fikir û felsefeya Rêber Apo hat avakirin. Êdî jinên Êzidî li ser vê fikrê xwe bi rêxistin û perwerde kirin, xwe li hemû qadên jiyanê dan qebûlkirin û têkoşîna wê dan meşandin. Rengê jinan di vê mehê de û bi taybetî di roja 8’ê Adarê de derdikeve holê. Îro her jineke Êzidî ya xwe û têkoşîna jinan nas kiriye vê rojê weke roja xwe dibîne, weke cejnek pêşwazî dike. Ji bo wê, ji 20’ê Sibatê û pê ve êdî jin amadekariyên xwe dikin ji bo pîrozbahiya 8’ê Adarê. Weke rojeke bi coş û pîroz ku di nava salê de li bendê ye dibînin. Ev jî di dîroka me jinên Êzidî de gavên girîng in.”

‘Di nav civaka me de jî bandorên zihniyeta mêr hene’

Riham Hico li ser pirsgirêkên civakî yên jinên Êzidî dijîn, tekoşîna wan jî wiha axaftina xwe berdewam kir; “Bêguman di encama zihniyet û kevneşopiyên civakî yên zayendperest de li Şengalê jî li dijî jinan bêmafî hene. Zewaca di temenê biçûk de û pirsgirêkên weke wan jin dijîn. Li aliyekî em ê têkoşîna xwe bimeşînin em ê sekna xwe raber bikin li aliyekî din em ê şahiyan li dar bixin. Em nabêjin bila xwe bigihîjînin asta zilam ji ber ku jiyana zilam li dijî wekheviyê ye, keda jinan tê xwarin û wisa xwe dide jiyîn. Lê mafên jinan jî hene di vê jiyanê de xwedî maf in, em weke jin divê xwe xweşik bikin, em ê li xwe baş binêrin, em ê xwe perwerde û bi rêxistin bikin, em ê hebûn û îrade xwe bidin îfadekirin. Me di nava salê de kar û xebatên xwe li ser van hîman da avakirin. Bi taybetî yek ji karê me yê herî girîng bi pirsgirêka her jinê re mijûlbûn bû. Ji bo doza jinên Êzidî were qebûlkirin di aliyê dîplomasî de gelek kar hatin meşandin.”

‘Em ê di 8’ê Adarê de kampanyayek ragihînin’

Berdevka TAJÊ Riham Hico behsa girîngiya kampanyaya ku wê di 8’ê Adarê de bidin destpêkirin kir û wiha got; “Ev demek dirêj bû em li ser kampanyayekê dixebitîn. Kampanyaya bi navê “li dijî qirkina jinan bibe dengê xweparastinê.” Em ê vê kampanyayê di roja 8’ê Adarê de ji raya giştî re ragihînin. Qirkirina li ser jinên Êzidî, erka hemû jinan e li dijî wê têkoşînê bimeşînin. Jinên cîhanê, jinên Rojhilata Navîn, ên Kurdistanê û tevahî Iraqê berpirsyar bûn. Yek ji kar û xebata ku me di sala borî de da meşandin ev kampanya bû. Ji bo em vê kampanyayê bi rengekî bi bandor ji raya giştî re parve bikin em ê kar û xebatan bidin meşandin.”

‘Me bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ têkoşînê meşand’

Riham Hico li ser tekoşîna ku bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ meşandine jî wiha got: “Me sala par 8’ê Adarê bi dirûşma “bi jin, jiyan, azadî em ê tola 74 fermanan bistînin” dest bi têkoşîna xwe kir. A niha jî em bi heman dirûşmê têkoşîna xwe berdewam dikin. Em ê roja 8’ê Adarê bikin wesîleya pêkanîna armancên xwe. Bêguman di nava salê de gelek kar û xebat ji bo Şengala azad û xweser hatin meşandin, me wek jin ji vê yekê re pêşengî kir. Têkoşîneke girîng me da meşandin. Di nava salê de ji bo xweseriya Şengalê mîsoger bibe û fermana hatiye serê civaka me û jinan weke jenosîd were naskirin, di aliyê dîplomasî de wek TAJÊ me gelek heyet şandin dervayî Iraqê. Ji bo ku dengê civaka Êzidî dengê jinên Êzidî û qîrîna li dijî neheqiyê were bihîstin cara yekemîn jinên Êzidî yên bi rêxistinkirî û xwedî îrade li zemînên cuda û bi saziyên navneteweyî re li Elmanyayê hevdîtin pêk anîn, kar û xebatên taybet dan meşandin dîsa çûyîna Lubnanê çêbû. Ev kar û xebat tev ji bo xweseriya Şengalê hatin meşandin.”

‘Em dixwazin bi nasname û xweseriya xwe bijîn’

Riham Hico anî ziman ku wê têkoşîna wan ji bo xweseriya Şengalê berdewam bike û wiha domand; “Li gel çîroka me ya fermanê em weke civak dixwazin xweser bijîn, em dixwazin xwedî nasname bin û kes me bi rê ve nebe. Gelek dersên ku me ji fermanê girtine hene. Em êdî parastina xwe li benda kesek  nahêlin, em nema dikarin rêveberiya xwe bi kesek ve girê bidin. Me çend caran parastina xwe û rêveberiya xwe ji hinekan re hiştiye, di encamê de em bê parastin hatin hiştin. Me di nava salê de ji gelek sefaret, saziyên navneteweyî û herêmê re name ji bo xweseriya Şengalê şandin. Li nava Şengalê bi xwe jî ji bo vê kar û xebatê bi civakê re hatin meşandin projeya xweseriya Şengalê hatiye nîqaşkirin. Bi taybet ji bo qirkirina li ser jin bi jinên Îraqê re nîqaş hatine meşandin û hevdîtin hatine kirin. Di salvegera fermanê de me li Silêmaniyê bi jinên ji hemû pêkhateyan re komxebatek li dar xist. Me di wê komxebatê de jenosîda ku jinên Êzidî jiyane nîqaş kir. Di heman wextê de hemû jinên ji pêkhateyên din jî qirkirinê jiyabûn. Me weke jin pirsgirêkên xwe bi hev re nîqaş kirin. Dîsa di salvegera rizgarkirina Şengalê de jî me li Şengalê komxebatek bi navê jin, parastin û pêkanîna fikra neteweya demokratîk li dar xist.”

‘Azadiya fizîkî ya Rêber Apo azadiya me ye’

Riham Hico di berdewama axaftina xwe de li ser têkoşîna wan a ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan rawestiya û wiha got; “Yek ji kar, xebat û têkoşîna me ya esasî ku niha jî berdewam dike azadiya Rêber Apo ya fizîkî bû. Ji ber ku em dibêjin xweseriya me û azadiya me bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ye. Ji bo em vê armanca xwe pêk bînin me di nava salê de her çiqas tekoşîneke têrker ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo nedabe meşandin jî tekoşîneke girîng hebû. Hem weke civak û hem weke jin me ji bo vê yekê têkoşîn meşand. Yê ku em ji fermanê rizgar kirin Rêber Apo ye, ji bo wê divê em weke jin û civaka Êzidî ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo têkoşînê bimeşînin. Lê em jî dibînin di têkoşîna me de lawazî heye. Em dixwazin sal bi sal benda vê têkoşînê xurtir bikin. Di biharê de ji bo rewşa Rêber Apo me û jinên ji pêkhateya Ereb komxebatek li dar xist. Bi taybetî li ser fikrên Rêber Apo me nîqaş meşandin û riya pêkanîna paradîgmaya neteweya demokratîk. Dîsa me di vê 15’ê Sibatê de komxebatek li dar xist. Dayikên me û her endamek tevgera me ji bo girêdana xwe bi Rêber Apo re îfade bike name nivîsand. Yek ji kar û xebata me ew bû em fikir û felsefeya Rêber Apo li her derê bidin belavkirin.”

‘Divê her jin li dijî pergala mêr a serdest serî rake’

Riham Hico bal kişand ser têkoşîna hevpar a jinan û wiha got; “Eger îro li Şengalê jin tên qetilkirin wê sibê dor were ser jinên Iraqê û tevahî jinên cîhanê. Ji ber ku ya jinan qetil dike, dikuje, ferman dide û qirkirinê pêk tîne pergala serdest a mêr e. Pêwîst e jin li hemberî dewletê, pergala baviksalar û zihniyeta zayendperest, netewperest û nijadperest têkoşîneke hevbeş bidin meşandin. Divê her jin li dijî pergala mêr a serdest serî rake û tevli têkoşîna azadiya jinan bibe. Heta niha jî yên ku rastî qirkirinê tên em in. Li dijî vê pêwîst e jinên Êzidî xwedî li rastiya xwe, ola xwe, çand û baweriya xwe derkevin. Di roja me ya îro de em weke civak li hemberî xeteriya tunekirina çand û kevneşopiyên baweriya me, têdikoşin. Plan li ser me tên kirin, hewl didin me weke civak, ol û bawerî ji holê rakin. Jinên Êzidî çawa ku di dîrokê de bi rola parastina çanda xwe rabûne, îro jî bi heman rolê karê xwe di asta pêşengiyê de divê bikin û pêşî li qirkirinê bigrin.”

‘Banga min ji hemû jinên Êzidî re ew e ku beşdarî meş û şahiya 8’ê Adarê bibin’

Riham Hico herî dawî got: “Em viya dibêjin roja 6 û 8’ê Adarê roja jinên Êzidî ye. Em bang li hemû jinên Êzidî dikin ku bi rengê xwe, bi rengê biharê, bi cil û bergên xwe di 6’ê Adarê de tevli meşa ji bo 8’ê Adarê bibin. Roja 8’ê Adarê jî li Geliyê Kersê li bexçeyê Serok Apo beşdarî şahiya 8’ê Adarê bibin. Ev ji bo me ne tenê şahiyê îfade dike. Em ê li wê derê dengê xwe yê ku hezaran salan nehatiye bihîstin bilind bikin, daxwazên xwe biqîrin. Em ê li dijî neheqî û newekheviyê dengê xwe bilind bikin. Di dawiyê de ez careke din roja 8’ê Adarê li mîmarê azadiyê, xwediyê felsefeya jin, jiyan, azadî Rêber Apo, şehîdên me, jinên têkoşer, jinên ku ji bo azadiya xwe û azadiya me li ber xwe didin, gerîlayên YJA-Star’ê û tevahî gerîlayên ku îro li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin, YJŞ-YBŞ’ê û li her jineke ku dilê wan ji bo azadiyê lêdide, li dayikên şehîdan û hevjînên wan pîroz dikim. Em dibêjin em ê 8’ê Adarê bikin wesîleya azadiya fizîkî ya Rêber Apo û xweseriya Şengalê, bikin wesîleya azadiya hemû jinên Êzidî.”