‘Rêzefîlm mirovan ber bi jiyana bêwate ve dibin’

Lêkolîner û derûnînas Aware Abdulqadir got ku weşandina rêzefîlmên Tirkî, Farsî û dûrketina ji urf û edetên civakê, bandorê li ser zarok û nifşên nû yên civaka Kurd dike û mirovan ber bi jiyana bêwate ve dibe.

MÎHRÎBAN SELAM

Helebce – Bi pêşketina teknolojiyê û zêdebûna amûrên dîjîtal re, civakîbûn kêm bibe û her wiha li başûrê Kurdistanê, rêzefîlmên biyanî, bandorê li ser çanda Kurdî dikin. Ev jî dibe sedem ku şêwazê têkiliyê û jiyana bi hev re biguhere.  

Têkildarî mijarê lêkolînera karûbarên civavê û derûnînas Aware Abdulqadir ji ajansa me re axivî û got: “Dûblajkirina rêzefîlmên Tirkî, Farsî û dûrketina ji urf û edetên civakê bandorê li ser zarokan û çanda civaka Kurd dike. Niha di her malek de û din ava her malbatê de hinek amûr hene jê sûdê digrin. Yek ji wan amûran jî Tv ye. Hebûna van amûran bi qasî rola dayîk û bav bi bandor e.  Rêzefîlmên biyanî bandorek zêde li ser ciwan, zarok û pîran dikin. Ev jî bandorê li ser malbatê dike û ev amûr rola dayîk û bav bi sînor dikin.”

‘Zarok û nifşên nû qurbaniyên sereke ne’

Aware Abdulqadir da zanîn ku ji ber televizyon li her malê hene û gelek kes li rêzefîlman temaşe dikin, gelek bandorên neyînî çêdibin û zarok û nifşên nû zêdetir zirarê dibînin û got: “Ji bo çareseriyê jî divê dayîk û bav hişyar bin û bandorê kêmtir bikin, bernamyênbi  tendurist hilbijêrin, ji ber dayîk û bav dikarin ji bo zarokên xwe bernameyan diyar bikin û wan kontrol bikin.”

‘Niha bûyerên bi karesat asayî bûne’

Aware Abdulqadir wiha domand: “Pêşketina teknolojiyê wisa kiriye ku bûyerên demên borî rû didan bandora wê gelek bû lê belê niha asayî bûne. Divê dayîk û bav hişyar bin û agahdar bin da ku bizanibin çi bername û rêzefîlm ji bo malbatên wan baş in. Ji ber pergala perwerdeyê pergaleke cîhanîye û wisa dike ku çanda navxweyî lawaz bine û çanda derve bi bandortir be. Ger malbat di vî alî de ne serkeftî bin wê pirsgirkên derûnî yên civakî bi xwe re bîne. Ji ber ku zarok pêşeroj in û jiyanê didomînin.”

‘Divê hestê berpirsyariya ragihandinê hebe’

Aware Abdulqadir di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Çawa malbat û hişyariya civakê girîng e divê girîngî ji ragihandinê re jî were dayîn. Ji ber ku zêdetirî medyayê weke jehrê ne, din ava malbatê de belav dibin. Ji ber gelek nûçe, bûyer, bername û fîlmên biyanî tînin nava malbatan ev jî dibe sedem ku êdî nêzîkatî û şêwazên jiyana zarokan nikaribin kontrol bikin. Ji ber wê pêwistî bi hilbijartinê heye ku divê yên ku di vê qadê de dixebitin şiyar bin û bizanibin nifşên nû yên civaka Kurd çi ji wan re divê û çi pêwist e. Bingeha malbatan dayîk û bav in. Ger dayîk û bav nebin mînakên baş wê modelek xelet pêşkêşî zarokên xwe bikin. Çawa ku dayîk û bav zarokan xwedî dikin divê medyaya Kurd jî ji bernameyên ku naverokên wan ziyanê didin civakê neweşînin.”